Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bilindbûna bihayên pêdiviyên cejnê livûtevgera bazarên Qamişlo kêm dike

26/05/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Bilindbûna bihayên pêdiviyên cejnê livûtevgera bazarên Qamişlo kêm dike
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Ji ber bilindbûna bihayên cil û berg û şekirinê Cejna Qurbanê livûtevgera ​​li bazarên bajarê Qamişlo li gorî sala borî, kêmtir e. Ev yek dihîle ku malbat xwe bi pêdiviyên pêwîst sînordar bikin.

Bi hatina Cejna Qurbanê re, livûtevgera bazarên bajarê Qamişlo ji salên berê kêmtir xuya dikin. Sedema vê yekê jî bilindbûna bihayên pêdiviyên cejinê ye ku dihêle malbat tenê pêwîstiyên girîng bikirin.

‘Îsal ne wekî ti salî ye’

Yek ji firoşgehên cilûbergan Hesen Hesen wiha got; “Li gorî sala borî, bihayên cilûbergan pir zêde bûne. Sedema vê yekê jî zêdebûna gumrikê ye, lewra zêdebûna wê bandor li ser bihayên firotanê li bazaran dike.”

Li ser daxwaziyên îsal Hesen wiha li axaftina xwe zêde dike: “Daxwazên malbatan îsal ji hemû salên din qelstire. Malbat êdî nikarin pêdiviyên xwe yên Cejnê wekî berê bikirin. Bi taybetî yên ku zarokên wan pir û biçûk bin. Heta dikanên ku pêdiviyên cejinê erzan kirin jî, cûn û hatina wê kêm maye.”

Hesen ev yek bi bîr anî û got: “Em ji bîr nekin ku coşa gel ya ji bo cejinê ne zêde ye ji ber rewşa giştî ya herêmê. Hem ji bo şehîdan û hem jî hîn dilgirtî hene. Bê gûman bandora vê yek li tevahiya jiyanê mirovan heye. ”

Herwiha Hesen destnîşan dike ku bihayên cilên zarokan yên di dikana wî de di navbera 50 û 150 hezar lîreyên Sûrî de ye. Hesen dibêje hin malbat hene vê bihayê bilind dibînin û nikarin bikirin, bi taybetî yên ku zarokên wan pir û biçûk bin.

‘Buhayê şekiran li gorî sala borî du qat zêde bûye’

Li firoşgehên şekiran yên li ser erebeyan jî heman rewş e. Xwediyê erebeya şekirin Nîçirvan Ebdulkerîm dibêje ku buhayê şekiran li gorî sala borî du qat zêde bûye. Ew rave dike ku kîloyek şekir ku berê bi 15 hezar lîreyên Sûrî dihat firotin, niha bûye bi 30 hezr lîreyî. Cureyên şekirên xweş bihayên wê ji 50 hezar lîreyan dest pê dikin.

Nîçirvan ev gotin li axaftina xwe zêde kir: “Bazar tev bi rêjeya dolar ve girêdayî ye, ji ber vê yekê hemû pêdiviyên cejinê herwiha yên jiyanê bi berdewamî tê guhertin. Yêdê ji ber dihaya zêde malbat wê nikaribin gelek cureyên şekiran bikirin. Lewra yê herî erzan ji 30,000 heta 75 hezar lîreya ne. ”

Tevî cûrbecûrîya bihayan, Ebdul Kerîm piştrast dike ku daxwaz ji salên berê qelstir e: “Gelek malbat niha mîqdarên pir kêm an jî bi tiştên taybetî yên ku li gorî xwe dikirin.”

`Tenê tiştî girîn û pêwîst dikirin`

Ji aliyê xwe ve, welatiyê bi navê Fener Salih Umer destnîşan dike ku derçûna Cejna Îsal gelekî zêde ye û gelek malbat êdî nikarin pêdiviyên mêvanan wekî hemû cejinê berê peyda bikin. Cejna Îsal kêfxweşiya xwe winda kiriye, ji ber ku încex fonê karmendekî têra cil û berg û mêvanên Cejna bike. Em êdî nikarin pêdiviyên jiyana rojane peyda bikin da ku lêçûnên Cejnaê pêk bînin.”

Fener Umer bi van gotinan axaftina xwe bidawî kir: “Bilindbûna dolar şert û mercên jiyanê malbat neçar kirine ku kirînên xwe bi kêm bikin, me îsla pir kêm kirî bi vê yekê em pir aciz dibin. Di navbera bilindbûna bihayan û kêmbûna hêza kirînê de, gelek malbat îsal Cejnê bi kevneşopiyên kêmtir pîroz dikin, di heman demê de bazar di firotinê de sînordar maye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.