Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Partiyên Siyasî ên Kurd daxuyaniyeke çapemeniyê dan

25/05/2026
in NÛÇE
A A
Partiyên Siyasî ên Kurd daxuyaniyeke çapemeniyê dan
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Partiyên siyasî ên Kurd li avahiya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo daxiuyaniyeke çapemeniyê li ser mijara tayînkirina parlameneran li Hesekê dan.

Îro, partiyên siyasî yên Kurd li avahiya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo, bi beşdariya nûnerên hejmarek partî li ser mijara tayînkirina parlamenterên Hesekê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Herwiha endama Partiya Kesk a Demoqratîk Delal Elhaşimî daxuyanî bi zimanê Kurdî xwend, naveroka daxuyaniyê wiha bû: “Me bi baldarî rûdanên derbarê temamkirina avakirina Civata Gel a Sûriyeyê (parlamen) de şopandin, bi rêya tayînkirina endaman û mîkanîzmaya dabeşkirina kursî û rêjeyên ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hatine veqetandin pêkhat. Me berê jî helwesta xwe bi awayekî zelal ragihandibû ku em tevlî vê proseyê nabin; ev yek jî ji baweriya me tê ku mîkanîzmayên hatine bikaranîn vîna gelê Kurd û pêkhateyên herêmê nîşan nadin û bingehê ji bo proseya siyasî ya demokratîk a rastîn ava nakin. Li hember encamên hatine ragihandin û mîkanîzmaya tayînkirinên ku qewimîn, em tekez dikin ku ev kes tenê nûnertiya xwe dikin. Gelê Sûriyê ji bo pêkanîna sîstemeke demokratîk û nûnertiya dadperwer ji bo hemû nasnameyên neteweyî, etnîkî, olî û jinan qurbanî dane. Herwiha gelê me yê Kurd pir ji polîtîkayên dûrxistin û înkarê kişandiye û di Şoreşa Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê de ji dayîna qurbaniyan herî giran dudil naye. Lê belê, tiştê ku qewimî careke din nêzîkatiya dûrxistin û marjînalbûnê (tehemîşkirinê) eşkere kir, ku ev yek bi rêya tayînkirina çend kesayetiyan bi şêwazekî bijartî (întîqaî) pêkhat. Ev yek jî li dijî prensîbên herî bingehîn ên demokrasî, dadperwerî û şirîkatiyeka niştimanî ya rastîn e.”

Daxuyanî wiha hate bidawîkirin: “Em tekez dikin ku ev polîtîka, hişmendiya desthilatdariya navendî û rêbazên wê yên klasîk nû dikin. Herwiha berdewamiya karkirina bi qanûn û rênmayên awarte (îstîsnatî) îspat dikin, lê belê bi amûr û mîkanîzmên nû yên ku hewl didin rengê rastîn bidin proseya siyasî, ew jî bi rêya sindoq û rêbazên ku rûmet û rewayiya (meşrûbûna) wan a gel nîne. Di heman demê de, ev yek berdewamiya projeyên guhertina demografik e, bi rêya tayînkirina kesên ji “Erebên Xemer” di lijneyên dengderan de û her wiha tayînkirina yekî ji wan wek nûnerê devera Serê Kaniyê

Avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nûjen ku li ser bingeha şirîkatiyeke rastîn û naskirina dualî di navbera hemû pêkhateyên wê de be, bi polîtîkayên dûrxistin û tayînkirina ji jor ve nayê qebûlkirin; belku bi rêya proseyeke siyasî ya niştimanî û giştî pêkan e, ku nûnertiya dadperwer û vîna azad ji bo hemû Sûriyan, garantî bike Em di partî û hêzên ku li jêr daxuyaniyê îmze kirine de, tekez dikin ku divê xebat ji bo lidarxistina kongreyeke niştimanî ya Sûrî ya rastîn were kirin, ku tê de nûnerên rasteqîn ên hemû pêkhateyên Sûriyeyê beşdar bibin, da ku nexşerêyekê ji bo vê qonaxa derbasbûnê amade bikin, û amadekariyê ji bo hilbijartinên azad, dadperwer û şefaf bikin ku daxwazên Sûriyeyiyan bîne ziman. Her wiha avakirina lijneya amadekirina destûrê, ku di bin şert û mercên niha de di serê lîsteya pêşiyên niştimanî de cih digire. Ev hemû ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî (nenavendîxwaz) ne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.