Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tevgera bazara sewalan bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê

25/05/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Tevgera bazara sewalan bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo
firoşgehên sewalan yên bazara bajarê Qamişlo diyar kirin ku sewal di vê cejina Qurbanê de pir buha ne û wiha gotin: “Cejn pir nêz bûye, lê heta niha tevgera kirîn û firotina sewalan lawaz e.”

Îsal tevî nêzîkbûna Cejna Qurbanê jî tevgera kirîn û firotinê di bazara sewalan ya bajarê Qamişlo de pir kêm e. Sedema wê jî buhabûna zêde ku rê li pêşiya welatiyan digire ku pez ji bo cejna Qurbanê bikirin û bikin qurbanî.

Di derbarê mijarê de welatî û firoşkarên pez yên bazara bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.

Kirîna sewalan ji bo Cejna Qurbanê pir kêm e

Yek ji firoşkarê pez yê bajarê Qamişlo Delal Cewad diyar kir ku li gorî salên borî, îsal tevgera bazara sewlana pir kêm e û wiha got: “Di vê Cejna Qurbanê de buhayê pez pir bilind bûye, ev bihabûn rê li pêşiya welatiyan digire ku pez ji cejna Qurbanê re bikirin. Sala din ya cejina Qurbanê buhayê pez kêm bû û her mihek bi 2 melyon û kêmtir dihat firotin. Lê cejna îsal pez pir bûha bû, ji ber vê yekê çûn û hatina welatiyan ji kirîna pez re pir kêm û tune ye. Îro her mihek li ba me bi nirxekî tê firotin, mihê herî baş bi 4 melyonan û bi jor de ye û nirxê beranan jî bi 6 melyonan û bi jor de têne firotin.”

‘Kirîn û firotina çêlekan kêm e’

Firoşkarê çêlekan Ednan Cuma anî ziman ku kirîna welatiyan ji çêlekan re kêm e û wiha got: “Di vê Cejna Qurbanê de tu kes zêde qurbaniyan nakirin, bi tayîbet çêlek ji ber cejna borî nirxê çêlekan kêmtir bûn bêtir welatiyan dikirîn, lê niha buha bûne û tu kes nakire. Îro çêlek bi nirxên 700 dolar heya 1500 dolar tê firotin. Çend roj ji cejna Qurbanê re man e lê heya niha tevgera kirînê tune ye. Her ku dolar bilind dibe çêlek jî buha dibin.”

‘Buhayê pez pir bilind e’

Welatiyê bi nave Şêx Neamet Ebdullezîz jî di derbarê mijarê de wiha got: “Îro ez hatime bazara pez da ku

çêlekekê ji bo cejna Qurbanê bikirim. Di vê dema borî de pez baş dihat firotin, lê dema ku cejn nêz bû êdî pez gelekî buha bû. Lê em neçarin divê ku em ji bo cejnê bikirin. Ez bi hêvî me ku ev dolar û nirxê pez dakeve da ku welatî jî pez ji bo cejna Qurbanê bikirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.