Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kirîzên mezintir li pêşiya Sûriyan e!

24/05/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydî

Li Sûriyê, ji aloziya siyasî û ewlehiyê zêdetir, rewşa aborî mirov fetisandine. Rojane dîmen derdikevin holê ku mirov parsê dikin, ji nava çopê xwarinê kom dikin û gelek ji wan jî birçî dimînin. Kar tune ku bikin û gelek kes jî di bin navê ku di serdema Baas de karmendbûne ji kar tên durxistin. Desthilata HTŞ’ê bi zilamên rêjîmê yên mezin re peymanan çêdike û li hev tê, mirovên karmend yên ku ji bo debata xwe bikin jî di nava saziyan de bûn, tên hedefgirtin. Wekî ku dibêjin; bi yên mezin nikarin, radibin kerba xwe di serê yê bi çûk de derdixin. Mirovên Sûrî yên ku êdî nizanin berê xwe bidin kê û kû, tu kes li nava desthilata heyî de xema wan naxwe û plana xwe li gorî xwe dantînin. Dîsa li gorî hin agahiyan, desthilata HTŞ’ê ji roja ku serweriya xwe pêk aniye, bi milyonan dolar bi rengekî qaçax derxistine derveyî welat û bi taybet jî Qubrisê. Vê agahiyê zêde kes belav nake, ji ber hemû di nava pêkanînên berjiwendiyên xwe de bi rengekî ji rengan hevkarê vê gendeliyê ne. Herwiha ji bo ev mijarên gendeliyê nekevin rojevê, desthilata HTŞ’ê bi desteka dezgehên ragihandinê yên Kendavê û Tîktokeran, carê mijarekê dixin rojevê ku xelkê Sûriyê pê re mijûl bikin da qale rewşa jiyanê ya pir xerab nekin. Di dema ku Sûrî li Şamê derketin qadan û gotin ew dixwazin bi rûmet jiyan bikin û nanekî bixun, desthilata heyî derket şanoyek çê kir û di vê şanoyê de qaşo yê ku komkujiyan Tedamûnê yê Şamê pêk aniye ku bi navê Emced Osman e gitine û paşê jî çend zilamên rêjîmê yên din xistin rojevê û bi vî awayî li ser dengê xelkê girtin. Dîsa dema ku qale revandina Jinên Elewî hat kirin û ket rojevê, kesa bi navê Betul ya Elewî derxistin ser ekranê ku ew jî ji aliyê komên çekdar ên HTŞ’ê ve hatibû revandin, ku tê de dibêjin ev kes nehatiye revandin, lê belê ew bi xwe ji malê reviyaye û bûye Sûnî ango bûye DAIŞ’î. Di dîmenên derxistina Betûl de jî xuya dikir ku ev kes di bin gefekê de ye û li ser wê yekê jî Dayîk û Bavê wê jî derketin û gotin ku ew dixwazin keçka xwe bibînin.

Li alyê din, di hefteya derbasbûyî de, dîmen belav bûn ku li bajarê Reqayê çawa goristana Şehîdên li dijî DAIŞ’ê yên QSD’ê hatiye wêrankirin. Kesên li wir jî Mermer û Kevirên vê goristanê jî dizîne û hemû tev de tarûmar kirine. Dîsa li herêmên ku berê Rêveberiya Xweser jî lê bû, bêkarî zêdetir bûye û gelek kesên ku berê pere digirtin, niha ew jî bê miaş mane û rewşa wan gelekî xirab bûye. Di heman demê de, cotkarên ku Genim û Ceh çandibûn û li benda berhemên xwe bûn da bifroşin, ji ber nirxê kirîna wê pir kêm hatiye diyarkirin, ew jî bi gazinin û li gelek cihan meş jî li dar xistin û nerazîbûna xwe diyar kirin.

Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku ev hin bûyerên ku me li jorê rêz kirin, eşkere dike ku di rojên pêş de ew ê kirîzên civakî yên gelekî xirab derbikevin holê û bi taybet jî deverên ku berê Rêveberiya Xweser lê bû û bi nebûna wê valahiyeke mezin çêbû. Her wiha bêkarî jî wê bihêle ku gelek mirov berê xwe bidin kuştin û dizî û talankirinê. Lewma li her cihî divê mirov li ser jiyana xwe hişyar bin, ji ber rewş ber bi neyînîyê ve diçe û pêşeroj nexuyaye. Ji bo vê jî divê nûnerên Kurd û berpirs, erka xwe ya li hember Kurdan bi berpirsyarî bi cih bînin û ji bo kontrolkirina kirîzan bi sistî nêz nebin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.