Solîn mihemed/ Qamişlo
Di serdemên borî de wekî hewcedariyekê ji bo malan dayikên Kurd amûrên wekî teşî, destar û cere diafirandin, ev amûr dibûn perçeyekî girîng ji jiyana wan. Di heman demê de di çanda kurdewarî de jî bûn nasname û xwedî cihekî girîng.
Amûrên kevneşopî yên jiyanî yên dema berê bingeha nasname, çand û jiyana civakan dihat dîtin. Ew ne tenê bîranînên rabirdûyê ne, lê belê amûrên zindî ne ku di demên borî de jiyana civakê hêsantir dikir.
Teşî: Derbasbûna demê û hûnandina qederê
Teşî amûreke darîn a piçûk e ku ji bo gogkirin û çêkirina rîs ji hiriya mihan an jî bizinan dihate bikaranîn. Dayikan bi vê amûrê kinc, xalîçe û tûrik çêdikirin.
Dema ku dayikan hiriya pez bi destê xwe dişûştin, vedikirin û bi şehê hirî dişikinîn, êdî li dor destên xwe yên çepê dipêçan, piştire serekî ji wê hiryê dikişandin, hinekî bi tiliyên şil dazirandin û bi serê teşiyê ve girê didan. Êdî dema ku dixwestin, ji wê teşiyê tişt bi destên xwe çêdikirin.
Teşî li ba dayikan pir girîng bû ku bi teşiyê pir tiştên malbatî çêdikirin. Dayikan teşî ne tenê li malê çêdikirin, lê dema li pez dinerîn, diçûn zozanan, an jî diçûn serdana cîranan bi xwe re dibirin û çêdikirin. Di çîrokên Kurdî de, her zivirandineke teşiyê wekî borîna demê û hunandina qederê tê dîtin. Dengê zivirîna teşiyê di şevên zivistanê de mîna muzîkeke aramker bû ku zarok pê radizan.
Destar: Bereketa nanê male
Destar aşê piçûk ê malê bû. Ew ji du kevirên girover û giran yên li ser hev hatî danîn pêk dihat ku ji bo hêrandina genim, nîsk û ceh û gelek tişên din dihat bikaranîn.
Di jora destar de qulikek hebû. Dayikan bi destekî xwe genim an jî nîsk hindik-hindik diavêt wê qulê û bi destê din jî bi rêya darikekî kevirê jorîn bi hêz li dor xwe dizivirand. Piştire di navbera her du keviran de genim dipelixî û ji dorên kevir ve dirijiya. Destar li ser kofiyekê an li ser xalîçeyekê dihat danîn da ku tiştên dihêrin birijin ser.
Tê dîtin ku bikaranîna destar karekî pir giran bû û hêza destan dixwest. Ji ber vê yekê, piranî du jinan bi hev re destar dizivirandin ji ber giraniya kevir. Ji bo ku di dema vî karî de westandina xwe ji bîr bikin, dayikan bê navber stranên destarî digotin. Ev stran piranî li ser zehmetiyên jiyanê, hesreta xeribiyê an evîna dilê wan bûn. Destar di mal de bereketa nanê malê bû.
Cer: perçeyek girîng ji çanda kevnar ku herî zêde dihat bikaranîn
Cer, firaxên navîn an jî piçûk bûn ku bi giranî ji bo sarkirin û veguhastina avê an jî ji bo hilanîna penêr, rûn û tirşiyan di dema berê de dihatin bikaranîn. Cer bi tevahî ji heriya siruştî û bi destan dihatin çêkirin. Ev huner parçeyekî giring ji çanda kevnar a herêmê bû.
Kesên wê serdemê dema dema ku dixwestin cerekî çêbikin, axa sor an axa spî ya taybet ji rûbar an axa çeman tanîn û piştire ew ax ji kevir û giya paqij dikirin û ax bi avê re strandin da ku bibe heriyeke nerm û tîr. Ji bo ku cer di dema pijandinê de neteqe, hinek kayê hûr an qûma zirav tevlî dikirin. Dema ku çêkirina wê heriyê bidawî dikirin paşê datanîn li ser çerxa sifalgeriyê da ku bi awayekî bilez bizivire û wê cera ku dixwestin çêbikin.
Di birêveçûna demê re
Amûrên bikaranînê yên weke cer, destar û teşî weke hewcedariyekê di dema berê de dihatin bikaranîn, ji ber di wê demê de tiştek nedihat afrandin dayikan bi destê xwe ev kar dikirin, da ku debara jiyana xwe bi wan bikin. Lê piştî bi demê re her tişt hat afrandin, êdî mirov nema ew amûrên kevneşopiyên jiyanî zêde bikar anîn. Di dema niha de milet wan amûran ji malên xwe re weke xweşikbûnekê datînin, ku êdî ev kevneşopî di çanda kurdan de pir bipêşket.






