Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Lêkolînek “Sira Sêgoşeya Bermuda” eşkere dike

24/05/2026
in CîHAN
A A
 Lêkolînek “Sira Sêgoşeya Bermuda” eşkere dike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Piştî gelek salan sira li pişt “Sêgoşeya Bermuda” di rêya lêkolînekê ku ji hêla zanyarên ji Saziya Zanistê ya Carnegie û Zanîngeha Yale hatiye kirin, eşkere dikin.

Zanyarên ji Saziya Zanistê ya Carnegie û Zanîngeha Yale, ravekirineke nû ji veşartinên jiyolojîk a girêdayî Sêgoşeya Bermuda keşfkirine, ev yek jî piştî keşfkirina pêkhateyek mezin ya kevirî ku di bin qata Okyanûsa Atlantîk de veşartî ye û bi mîlyonan salan alîkarî kiriye ku girav ji asta deryayê bilind bimîne, hat.

Bi dehan salan e, Giravên Bermuda ji bo zanyaran yek ji herêmên herî balkêş mane, ne tenê ji ber efsaneyên bi wan ve girêdayî, lê di heman demê de ji ber pêkhatina wan a jeolojîk a veşartî jî. Ev girava piçûk a volkanîk li naveresta Okyanûsa Atlantîkê li binê deryayê bilind maye, tevî ku çalakiya wê ya volkanîk zêdetirî 30 mîlyon sal berê rawestiyaye.

Bermuda, komeke giravên biçûk li Okyanûsa Atlantîk a Bakur e, bi qasî 650 mîl li rojhilatê Karolînaya Bakurê Amerîkayê ye û nifûsa wê bi qasî 64 hezar e. Zanyar bi demên dirêj meraq dikirin çima ev herêm ji qata kûr a okyanûsê bilind dimîne, tevî ku giravên mîna hev bi gelemperî ji bo parastina bilindahiya xwe hewceyê germahiya volkanîk a domdar in.

Li gorî lêkolîna ku di kovara Geophysical Research Letters de hatiye weşandin, zanyaran qatek kevirî ya mezin û sivik bi qasî 12 mîl stûr di bin qalikê okyanûsî yê kevneşopî yê giravê de keşf kirin, ku ev yek jî şiyana “mayîna li ser kevirên girantir ên derdorê” dide wê.

Pêkhateyek veşartî di bin okyanûsê de

Lêkolîneran diyarkirin ku ev tebeqe nêzîkî 30 heta 35 milyon sal berê çêbûye, dema ku magmaya germ ji kûrahiya Erdê derketiye û berî ku sar û hişk bibe, di bin qalikê Erdê de belav bûye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ev pêkhateya neasayî ji modelên volkanîk ên kevneşopî yên ku bi gelemperî bilindahiya giravên okyanûsî rave dikin cuda ye, ji ber ku îro tu volkanên çalak an “xalên germ” tune ne ku piştgiriyê bidin bilindbûna Bermuda.

Zanyaran çawa keşif kirin?

Zanyar analîzkirina daneyên lerizînên erdhejên xwezayî yên ku di zêdetirî 20 salan de ji hêla stasyonek çavdêriya erdhejan a li ser giravê ve hatine tomar kirin, bikar anîne.

Bi rêya lêkolîna veguherînên pêlên erdhejan ên di navbera tebeqeyên kevirên cûda de, tîmê karîbû nexşeyek rast a avahiya jeolojîk heta kûrahiya zêdetirî 25 mîlan di bin giravê de xêz bike.

Lêkolîner William Fraser diyar kir ku Bermuda “rewşek jeolojîk a bêhempa ku bi modelên kevneşopî yên tevgerên di hundirê tebeqeya navîn ya erdê temsîl dike “, herwiha got ku ev dîtin dibe ku pêvajoyên jeolojîk ên kur nîşan bidin ku heya niha bi tevahî jî nehatine famkirin.

Nîşanên Magnetîkî

Di raporê de hat destnîşankirin ku herêma Bermuda bi dehan salan e bi diyardeyên jeolojîk ên neasayî ve girêdayî ye, di nav de guhertinên biçûk di kişandina erdê de, herwiha nîşanên magnetîkî yên bihêz ku carinan bandorê li kompas û cîhazên navîgasyonê dikin.

Lêkolîneran zelal kirin ku ev diyarde ji ber kevirên volkanîk ên kevnar û dewlemend bi hesin û tîtanyûmê di kûrahiya herêmê de têne dîtin, çêdibin. Di heman demê de tekez kirin ku ev guhertin xwezayî ne û gefek rasterast çênakin.

Razên Sêgoşeya Bermuda dîsa derdikeve holê

Ev vedîtin eleqeya zanistê û raya giştî ya li ser Sêgoşeya Bermuda, ku navê wê bi dehan salan bi çîrokên nenaskirî yên windabûna keştî û balafiran li Atlantîka Bakur ve girêdayî ye, vejîn dike. Her çend zanyar piştrast dikin ku piraniya diyardeyên bi wê ve girêdayî ravekirinên xwezayî û jeolojîk hene.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.