Cemîl Xoce
Bûyerên ku van rojan li Tirkiyeyê diqewimin, ji bo kesê ku rewşa siyasî ya vî welatî ji nêz ve dişopîne, sosret nîne. Betalkirina dadgehê ya hilbijartinên serokatiya CHP’ê ya sala 2023’yan biryareke dadgehî nîne. Ew di naveroka xwe de darbeyeke siyasî ya armancdar e. Armanca wê ya bingehîn dûrxistina serokê niha yê partiyê Oğur Ozel e û li şûna wî anîna Kemal Kiliçdaroğlu careke din ser dika opozisyonê ye. Peyzaja heyî vê yekê bi zelalî piştrast dike.
Çima Kiliçdaroğlu bi taybetî?
Ev ew pirsa bingehîn e ku divê em bi dirêjahî li ber bisekinin. Kiliçdaroğlu, mixalifekî rastîn nîne. Ew mirovekî ji hundirê pergala “dewleta kûr” e. Hebûna wî li serê opozisyonê desthilatê nerehet nake, berovajî wê desthilatê rehet dike. Şahidiya vê yekê ew e ku Devlet Bahçeli, hevalbendê Erdogan û hevkarê wî di desthilatê de, berê eşkere îşaret pê kiribû ku Kiliçdaroğlu dê ji bo wan “çêtir” be, bi taybetî di dosyaya ku ew jê re dibêjin “Tirkiyeya bêteror”. Ev têgîn tenê wekî bihaneyekê ji bo zextdanê li ser tevgera kurdî û nûnerên wê yên siyasî bike, tê bikaranîn.
Axaftina Bahçeli axaftineke jixweber û normal nîne. Mirovê ku di dema wî de dengdana rakirina parêzbendiya parlamentoyê ya Selahaddin Demirtaş û hevalên wî pêk hatibe û yê ku li ber operasyonên dagirkirina Rojava ranewestiyabe, bê guman wê xetereyeke rastîn ji Erdogan re jî çêneke. Hatina wî ser serokatiya partiyê ji bo desthilatê destkeftiyek e, ne windahiyek e.
Di vê çarçoveyê de, Partiya DEM’ê bê deng nema û daxuyaniyek weşand. Tê de biryara betalkirina hilbijartinên serokatiya CHP’ê şermezar kir û ew weke êrîşeke eşkere li ser îradeya partiyê û rêça demokratîk hesiband. Ev helwest bi temamî di cihê xwe de ye, lê di heman demê de di bin mercên niha de dengekî sînordar dimîne. Parlamento ji piraniyeke hêsan a koalîsyona AKP-MHP’ê pêk tê û Partiya DEM’ê bi tenê nikare vê rastiyê biguhêre, çiqasî jî dengê wê bilind bibe.
Li vir, gelek kes li ser kolana Tirkiyeyê hesabên xwe dikin û bawer dikin ku gel dikare zextê li ser desthilatê bike û rê li ber avêtina Özel bigire. Lê ezmûna dîrokî piştgiriyê nade van hesaban. Serhildana Geziyê ya sala 2013’an bûyereke mezin bû. Gel bi hejmareke mezin derket kolanan, lê ew bi dawî bû bêyî ku li ser erdê tiştekî berbiçav pêk bîne. Sedem eşkere ye: Dema ku saziyên leşkerî û ewlekariyê di destê desthilatê de bin, kolan nikare guherîneke rastîn pêk bîne. Ji vê zêdetir jî, Yekîtiya Ewropayê bi bêdengiyeke şikgirtî rûniştiye û mîna ku tiştek nebûye tevdigere. Her wiha serokên welatên cîhanê di nav wan de Trump pêşbaziyê dikin ku xwe nêzî Tirkiyeyê bikin û dilxweşiya wê qezenc bikin. Ev yek jî dike ku zexta navneteweyî li ser Erdogan hema hema nemîne.
Peyzaja heyî tenê bi meyzekirina rewşa hundirê Tirkiyeyê temam nabe. Erdogan, bi piştgiriya Brîtanya û li pişt wê Amerîka û Îsraêlê, li ser hemû saziyên dewletê serdest bûye. Van hêzên navneteweyî dixwazin ku Tirkiye dewleteke biryar-navendî be. Saziyên wê yên leşkerî û dadgehî û parlamento di nava wan de nakokî çênebin, hemû di yek arasteyê de û bêyî tu astengiyan bi hev re bimeşin. Hatina Kılıçdaroğlu vê wêneyê bi temamî temam dike: Opozîsyoneke şiklî ya ku xetereyeke rastîn pêk nayîne û parlamentoyeke bi tevamî di bin kontrola Erdogan de be, hebe. Bi vî awayî, Tirkiye dibe dewleteke li gorî dilê wan hêzan: Yekgirtî di biryarên xwe de û dûr ji aloziyên hundirîn.
Li hember vê rastiya tevlihev, Partiya DEM’ê dê zêde nikaribe tiştekî bike. Ne hêza wê têra xwe ji bo xistina maseyê heye û ne jî amûrên ku hevsengiya hêzê bi şêweyeke bingehîn biguhêrin, hene. Di vir de, “bêdengiya afirîner” derdikeve pêş. Bêdengiya afirîner ne teslîmbûn e û ne jî dsvjêberdana ji prensîban e. Ew hesabeke sar ji hevsengiyên hêzê re ye û xwendineke rast a mezinahiya îmkânên berdest e. Qêrîn li hember dîwareke hişk bêyî xwedîbûna amûrên bandorê yên rastîn ne mêrxasî ye, berovajî wê xerckirina enerjiyê û windakirina firsendê ye. Tirkiye di qonaxeke dîrokî ya hesas re derbas dibe û tiştê ku tê de diqewime ji bikaranîna dadgehê bigire heya ji nû ve şêwekirina opozisyonê û bêdengiya navneteweyî ya şikgirtî, hêjayî wê ye ku bi çavekî lêkolînê û mêjiyekî sar were xwendin.






