Leyla Amûdê
Hatiye tekezkirin ku tirsa di fikir de bingeha, hemû tirsaye û di bingeha hemû dogmayan de jî hişkberbûyîna fikir û ramanê pêşiya veguherîna diyalektîkê(Du alîbûyînê) jî digire û dibe weke astengekê jêre. Dogmayên fikrî yanî fikarên cemidî û bi guherîn jehreke wiha ye ku dikare çavkaniya herî afrêner û dewlemend jî hişk bike û birizîne. Di nava rûpelên dîroka mirovahiyê de olperestî, netewperestî, zanistperestî û zayendperestî kevirên esasî û yên qurziyên dîwarên dogmayan e. Ew kevirên hişkberin ku hiştine weke hişmendîya, dogmatîk her ku biçe di nava ferd û civakê de zêdetir kûr bike. Rêber Apo divê derbarê de dibêje ku ez ji bîrdoziya baviksalar hêrs dibim û nefreta min li hemberî wê zêdetir dibe. Civaka bavikanî ji dogmayên hişmendî hêzeke mezin digire. Hêz û bedena jin û ciwanan ku pêşengên civakê ne weke dixwazin bi kar tînin.
Ev hewcehî hiştina ciwanan heta îro jî zêdetir dewam dike. Serdestiya bîrdozî û ezmûnan bi hêsanî nayê şikandin. Daxwaza ciwanan ya ji azadiyê re jî bingehê wê ji vê rastiya dîrokî tê. Ji zanyarên berê heta yên îro û saziyên wan, agahî û zanebûn ji ciwanan vedizîne. Agahiyên didin zêdetir ji bo tevizandin û hewcehîştina ciwanan ji pergala wan re ye. Pergalên zordar û xasok polîtîka xwe weke propaganda bikartînin û bîrdozî û taxtîkên xwe li ser jinê didin meşandin. Û ew rêbaz hemû ji bo ku ciwanan bikin bin baskên xwe de. Ji bo ku xwesteka ciwana ya jiyana wekhev û azad, sist bikin û wan ji rêka rast derxînin û ji pergala xwe re; weke amûr bikarbînin û civakê jî bêparastvan bihêlin. Herwiha ji bo ku pergala desthilatdar, xasok û kujerê kastîk ciwanan bêbandor bihêle û ji bo pergala xwe bikar bîne gelek têgehan bikartînin û weke nimûne jî ji ciwanan re wiha; telefuz dikin û dibêjin: Cahil, nezan, beradayî, serxweş û hwd. Û ev jî hemû bi hedefa biçûk xistina ciwanan têne bikaranîn. Nexwe ti têkiliya wan têgeh û leqeban bi rastiyê re nîne. Dîsa ji bo ku hêzên ciwan, jin û hemû beşên civakê, bikarbînin her rêbaz û rêkan ji bo xwe rewa dibinin û ji bo ku; jin û ciwan û tevahî civak nekevin zefta pergala serwer û jêre nebin amûr û neyên bikaranîn, tekez gerek werin perwerde kirin û birêxsitin bibin. û ji bo ku weke, hêza herî dînamîk tekoşîn bikin şiyar kirina wan, gereke û wê tekez ew jî bi perwerda; siyasî, dîrokî û fikrî were pêkanîn.
Û weke ku têye zanîn pergala fînans peran, ciwanan bi sê siwarên mehşerê ku jin û ciwanan ji hêz dixin û dikin; amûr ji xwe re. Û ciwanên ku hîna temenê wan biçûke jî bi rêbazên, şerê taybet wan dikine weke sewalan û wan dimijara xerîze û zayend e; difetisînin ji xwe di van 10 salên dawiyê de ciwan bi zewacê re mijûl dikin û weke ku têye zanîn; xizanî jî pir lipêşe û piştî her zewacekê tekez berdan jî, heye û ev dibe sedema ku civak dihêla exlaqî de jî tefesixê jiyan bike. Û ciwan bi dogmayên bêzanebûn û hişk ve, weke qeder tên girêdan. Lê gerek were zanîn ku ciwantiyeke ber bi azadiyê ve ketibe rê, zehmete pêşî lê were girtin. Û tekez hêza ciwan li ser serê pergala desthilatdar, dibin xeterîya herî mezin. Di tevahiya dîrokê de bi navê perwerdê ciwantî kirine qurban û tiştên ku aqil jê nagire û xeyal nayên kirin, bi serê ciwanan de anîne…Di pêşketina civaka tîk- heremî(Tedrîcî) de piştî jinê vê rewşa ciwanan roleke diyarker lîstiye.
Pergala ku ciwan xistin e bin destê xwe de heta dawiyê ji xwe piştrast e. Pişt re jî pergal civaka dewletparêz dide birêxistin kirin û hemûyan jî bi heman, awayî kiryarên xwe li ser ciwanan ferz kirin. Ciwantiyeke mejiyê xwe hatibe tevizandin û şuştin, mumkîne her kar pê bê kirin. Şer jî di nav de, her karê zehmet dikare bike. Wek şîroveya dogmayî ku rêbaza diyalektîkê, bi vî awayî mirov nikare bi tevahî li dîrokê serwext bibe. Dogmayên dewletên netewe û dogmayên ku şaristaniya sermayeparêz li ser ferd û civak ferz dike xirabtirin û kûrtrîn dogmayên dîrokê ne. Bi rêya çanda girseyî û jiyana lîberal zêhnê mirovan teslîm digirin. Dîrokên netewperstî, şovenîst ku ji aliyê desthilatdarên wekî Hitler, Musolînî, Franko û roja me ya îro de şovenîzma li Tirkiye, mirovan li hemberî rastiyan serkorî dikin û tine dihesibînin, çolên nû yên zêhnî diafirînin.
Nîşaneyên vê yekê wekî li tirkiye û pir welatên din ruxmê ku, dinava krîzeke mezin ya aborî, exlaqî, çandî û civakî de ne jî lê cardin jî dest ji înkar û tüne kirine bernadin. Êdî bi awayên berê em weke jin û ciwan pêwîste nefirkrin û nejîn, di encama sentezekê de bi nirxên nû û bi formên nû bijîn. Ji holê ranebûne, bi reng û awayên xwe yên guhertî bijîn. Ji bo ciwanan û jinan di nav diyalektîka dogmatîk de nefetisin û bûyerên dîrokî rast şîrove bikin, divê aliyê hilbijartina rêbazê de gerek nerm nêz bibin. Rêber Apo weke ciwanek dest bi têkoşînê kir ji wan dogmatîkên pozitivîst xwe rizgar kir. Bi xwendinên xwe yên dîrokî, lêkolîn, tehlîl kirin û diyalektîka felsefîk û sosyolojîk a xwe hertim hişyar bû kû nekeve nava xefikên pergala şaristaniya sermayeparêz de. Piştî ku li dijî pergala şaristaniya sermayeparêz bênavber têkoşîn kir li ser şopa dîroka mirovahiyê alternatîf afirand.
Li ser rêya şaristaniya demokratîk, modernîteya demokratîk civak demokratîk kirin û neteweya demokratîk şîn kirin û bi vî rengê bû nexşerêya têkoşîna apogerî. Fikrên dîroka olperest û milletperest ji pêşkêşkirina dogmayan wêdetir, vegotinekê pêşkêş nakin. Xwedîderketina li sosyolojiya çanda Rojhilata Navîn çiqasî girîng be, encamên derkevin holê jî wê ji bo alîkarîdayîna zanista sosyolojiyê jî ew çend mezin be. Rexnekirina dewleta netewe û îdeolojî çiqasî girîng be, pêşkêşkirina alternatîfa wê jî wezîfeyeke ji wê jî girîngtir e. Di herhalî de wexta alternatîfek were danîn, ji prensîpên bingehîn ên divê li ber çav bê girtin a yekemîn, yekparebûna çandê ye û hevgirtina civakê ye. Nexasim jî yekitiya jin û ciwana ye ku wê li ser, çavkaniya pergala demokratik û azadiya jinê be.






