Remezan Olçen
Zargotina kurdî, weke deryayekê, weke okyanûseke bêbinî ye. Ji ber ku kurdî bi salan zimanê nivîskî yê fermî û perwerdeyê nebû ji ber wê jî hafizeya civakê bûye pirtûkxaneya herî mezin. Lê ev pirtûkxane zindî ye, dema ku kalek an dapîrek dimre, wekî ku pirtûkxaneyek bişewite, tine bibe. Ji ber vê yekê, berhevkariya zargotinê ango komkirina çîrok, kilam, metelok û hwd ji bo kurdî ne tenê xebateke akademîk e, xebateke man û nemanê ye.
Xebatên berhevkariya zargotina kurdî di sê qonaxên sereke de meşiyane ku her yekê reng û şêwazekî cuda daye vê dewlemendiyê.
Berhevkarên pêşîn ne kurd bûn, lê zanyar û dîplomatên biyanî bûn weke Rûs, Alman û Fransî. Kesên wekî Albert Socin, Peter Lerch û Alexandre Jaba hatine Kurdistanê û çîrok û kilamên kurmancî qeyd kirin. Armanca wan fêmkirina ziman û çanda kurdan bû, lê wan bingehekî girîng ê nivîskî li pey xwe hişt.
Di sedsala 20’ê de ku weke jenerasyona duyem jî mirov diare bi nav bike, di parastina zargotina kurmanciyê de gava her herî mezin li Ermenistanê, li herêma Rewanê hat avêtin. Di serokatiya Heciyê Cindî, Emînê Evdal û piştre jî birayên navdar Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl de, gund bi gundê kurmancan geriyane. Wan bi hezaran rûpel çîrok, metelok û kilamên kurmancî berhev kirin û wekî pirtûk çap kirin. Radyoya Rewanê jî bû arşîva herî mezin a zargotina zindî.
Îro êdî berhevkariya kurmanciyê ketiye qonaxeke nû. Bi riya înternet, qeydkirina deng û vîdyoyan, gelek lêkolînerên ciwan, mamoste û saziyên çandî li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê çîrok û folklorê qeyd dikin. Êdî berhevkarî ne tenê karê akademîsyenan e, karê her kurdekî/ê xwedî xîret e.
Dema ku em çîrok an kilameke kurmancî berhev dikin, em dibînin ku sê taybetmendiyên wê yên pir xurt hene. Rola Dengbêjiyê; Di kurmanciyê de zargotin ne tenê tê gotin, tê strandin jî. Dengbêjî, şêwazê herî bilind ê zargotina kurmancî ye. Destanên wekî Kela Dimdim, Dewrêşê Evdî û Memê Alan bi riya dengbêjan gihîştine îro. Zengîniya Zarava û Herêmî: Zargotina Serhedê, ya Botanê, ya Bahdînanê yan jî ya Torê hinekî ji hev cuda ne. Berhevkarekî zargotinê dema diçe herêmekê, ne tenê çîrokê, lê devoka wê herêmê jî qeyd dike. Bandora Erdnîgariyê: Çîrok û kilamên kurmancî tije ne ji navên çiya, zozan, pez, hesp û xwezayê. Ev nîşan dide ku zargotina kurmancî rasterast ji jiyana koçerî û gundîtiyê ya li ser çiyayên Kurdistanê hatiye girtin.
Li aliyê din divê were gotin ku berhevkariya zargotina kurmanciyê tu carî hêsan nebûye. Berhevkar her tim bi van sê astengiyên mezin re rûbirû mane: Qedexeyên Siyasî û Zimanî: Ji ber qedexeya li ser zimanê kurdî, bi salan berhevkar nekarîne bi awayekî azad herin gundan û deng qeyd bikin. Gelek arşîv hatin şewitandin û windakirin. Koçberî û Modernîzm: Jiyana gundewarî her ku diçe namîne. Televîzyon û telefon ketin malan û çanda guhdarîkirina çîrokên şevan qut bû. Mirovên kal û pîr koçî bajaran kirin û li bajaran ew zargotin hêdî hêdî hat jibîrkirin. Pirsgirêka Standardkirinê: Dema çîrokek tê berhevkirin, pirs ev e: Gelo divê wekî ku ji devê îcraker derketiye were nivîsandin, an bi kurmanciya standard? Lêkolînerên nûjen dibêjin divê wekî xwe were parastin daku dewlemendiya zimên winda nebe.
Berhevkariya zargotina kurmanciyê, ne tenê berhevkirina rabirdûyê ye, ew avakirina paşerojê ye. Heke îro nivîskarên kurd dikarin bi kurmancî roman, çîrok û helbestên nûjen binivîsin, ev yek bi xêra wan pevgotin, metelok û ferhenga dewlemend a zargotinê ye ku hatiye parastin. Ji ebr wê jî ji duh bêhtir îro dive em vî karê bigirin se rmilê xw eû bikin.






