Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê tevger li bazara bajarê Qamişlo lawaz e

24/05/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê tevger li bazara bajarê Qamişlo lawaz e
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Tevî nêzkbûna Cejna Qurbanê jî, tevgera welatiyan di nava bazara bajarê Qamişlo de li gorî salên borî kêm e. Firoşkarên bazarê jî diyar kirin ku ji ber buhaya zêde asta kirînê pir lawaz e.

Cejina Qurbanê yek ji pîrozbahiyên herî mezin ên ola Islamê ne ye ku di roja dehemîn a meha Zîlhîceyê de dest pê dike û çar rojan berdewam dike. Ev cejin li cem misilmanan sembola fedakariyê ye û bi merasîmên hecê, qurbankirina sewlan û xêrxwaziyê tê pîroz kirin.

Her sal bi nêzîkbûna cejna Qurbanê welatiyên bajarê Qamişlo berê xwe didin bazaran da ku şekir, çil , goşt û pêdiviyên cejnê bikirin. Lê îsal ji ber buhaya zêde welatî nikarin pêdiviyên cejnê bidest bixin û tevgera li bazara Qamişlo li gorî salên derbasbûyî pir kêm e.

Li ser madekariyên cejan Qurbanê û buhabûna li bazarê, Welatî û firoşkarên bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.

Bi hatina cejina Qurbanê buhabûn bare welatiyan giran dike’

Welatiyê bi navê Fener Omer diyar kir cejna Qurbanê nêz bûye lê wan heya niha ji ber buhabûnê tiştek nekirîne û wiha got: “Roja cejina Qurbanê nêz bû, lê heya niha me cil û şekir ji ber buhabûnê nekiriye. Kîloya şekir bi 35’ hezarî û bi jor de ye, ev yek ji welatiyên xizan re zehmete. Di heman demê de cil, sebe û goşt jîpi buhaye. Ev yek jî bare welatiyan giran dike.”

‘Tevgera welatiyan ji kirîna şekir re kêm e’

Firoşkarên şekir Mihemed Mensûr diyarkirin ku ji ber bihabûnê kirîna şekir re pir kêm e û wiha got: “Buhayê şerkirê cejinê ji ber bilindbûna dolar pi zêde ye. Buhayên şekir yên cejina remezanê ji buhayên vê cejinê kêmtir bûn. Îro kîloya şekir ji 35’an û bi jor de ye, ji ber vê yekê çûn û hatina welatiyan pir kêm e. Her ku dolar bilind dibe şerkir jî bilind dibe, ev yek dihêle ku welatî kêm şekir bikirin û cejina xwe bikin.”

Buhabûna cilan

Firoşgehê cilan Daûd Bozo da xuyakirin ku di cejina Qurbanê de ya herî girîng cilên zarokan ne û wiha got: “Di cejinên borî de buhayên cilan hinekî kêm bûn, lê ji ber girtina dergehan pir zehmetî derdikevin da ku cil bigihêjin me, ji ber vê yekê her cilek 5 dolar hatiye ser. Niha herî zêde cilên zarokan buha ne ji ber ku ji derve tên. Çûn û hatina welatiyan ji bo cejina Qurbanê ji dikanên me re pir kêm e. Welatî neçarin ku  li cihên erzan bigerin da ku ji zarokên xwe re bikirin, ji ber di cejinan de ya herî girîng kêfxweşiya zarokan e.”

‘Her tim buhayên sebzeyan tê guherin’

 

Xwediyê firoşgeha sebzeyan Ebd Salim diyar kir ku her tim buhayên sebezeyan tên guhertin û wiha anî ziman: “Sebze bi giştî li bazara bajarê Qamişlo buha bûne. Ev demeke çûn û hatina welatiyan ji bazara sebzeyan re kêm e, her ku tişt buha dibin serdana welatiyan ji kirîna sebzeyan re jî kêmtir dibe. ji ber rewşa aborî ya zehmet welatî berê xwe didin kirîna tiştên sereke yên wekî şekir û cilan.”

Buhabûnên Goşt

Firoşkarê goşt Mihemed Ebdullezîz jî diyar kir ku ya herî girîng di cejinê de goşt e û wiha anî ziman: “Herî zêde di vê cejinê de goştê pez ji bo qurbaniyan buha bûye. Di dema berê de buhayên goştê çêlekan erzan bû, lê niha ji ber cejinê bi 130 hezarî tê firoştin, herwiha goştê golikan bi 150 hezarî ye, yê pez jî bi 120’an û bi jor de tê firotin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.