Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Buhayê genim ne li gorî lêçûnên çandiniyê ye’

24/05/2026
in Aborî û ekolojî
A A
‘Buhayê genim ne li gorî lêçûnên çandiniyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Cotkar û xwediyên patozan diyar kirin ku ji ber bilindbûna buhayên pêwistiyên çandiniyê û buhayê genim ku hikumaeta demkî destnîşan kiriye, ew ê ziyaneke mezin bibînin û gotin, “Buhayê genim ku hikumetê destnîşan kiriye ne li gorî lêçûna çandiniyê ye.”  

Nerazîbûnek berfireh di nav cotkar û karkerên çandiniyê derbarê buhayê kirîna berhema genim a sala 2026’an de de derket holê. Hikumeta demkî ya Sûriyê buhayê nû ji bo her tonekî genim 46 hezarên lîreyên Sûrî ya nû diyar kir ye.

Cotkar dibînin ku buhayên nû bi 330 dolarî ji bo her tonekî derbas nake, ev yek jî li gorî buhayê demsala borî pir kêm e, ji ber ku ew bi bilindbûna mezin a lêçûnên hilberîna çandiniyê re, di nav de tov, gubre, sotemenî, mûçeyên cotkariyê û parastina erdê re li hev nayê.

Hejmarek ji cotkarên herêma Cezîrê piştrast kirin ku hemû pêdiviyên çandiniyê, tevî mazotê, bi dolarên Amerîkî têne firotin, di heman demê de nirx û pereyê genim bi lîreyên Sûrî tê destnîşankirin, ku ev yek barê darayî yê li ser cotkaran du qat zêde dike.

‘Gerek buhayê genim bilindtir bibe’

Li gundê Hidêdîka yê girêdayî bajarê Qamişlo cotkarê bi navê Emîn Xalid li ser lêçûna çandiniyê bi giştî û dijwariyên ku cotkar pê re di rû bi rû dimînin, ji Rojnameya me re axivî û wiha got: “Vê salê buhayê tovan û gubreyê pir bilind bû, lewma bi awayekî neynî bandor li ser me kir, me tona tovan nêzî bi 350 dolarî bû, heriwha gubre her tonek 650 dolarî.”

Cotkar Emîn Xalid bal kişand li ser buhayê genim û wiha got: “Buhayê nû yên genim pir xisarê ji me re tîne, ew ne li gorî lêçûna ku me li çandiniya îsal daye, buhayê Genim ku hatiye pejirandin ne gunvac e û ne li gorî lêçûnên hilberînê, em dixwazin ku buhayê genim bilind bibe ku di navbera 500 heta 600 dolarî be. Cotkar bi giştî xwe dispêrin çandiniyê û ji bilî wê tu dahatên wan tune ye, bi vî awayî pir zirar dighêje me û eger buha wisa bimîne tu sûdê em ê jê negirin, tenê lêçûna ku me lê daye em ê derxînin. Hêviya me ku piştgirî ji bo cotkaran bê dayîn. Di heman demê de jî mazot ji bo me bê diyar kirin, ji ber ku nebûna diyarkirina buhayê mazotê ji cotkaran re aloziyekê din çêdike.”

‘Gerek pêwistiyên çandiniyê bi buhayê guncav werin dabînkirin’

Emîn Xalid axaftina xwe wiha qedand: “Ev biryar bi taybetî ji bo cotkarên li kantona Cizîrê gelek metirsiyan bi xwe re tîne, ji ber ku nêzîkî nîvê berhema genim a Sûriyê hildiberîne, buhayê genim yê heyî ne li gorî lêçûnên hilberînê ye, rêjeyên enflasyonê, an jî buhayên zêde yên kelûpelan e.Ev buha dê zirarên mezin bide cotkaran û şiyana wan a ji bo berdewamkirina çandina berhemên stratejîk di demsalên pêş de qels dike. Dê ev yek bandorên neyînî yên li ser ewlehiya xwarinê û aramiya aborî û civakî ya welêt bike.”

Di heman mijarê de cotkarê bi navê Ehmed Nayif ku ji gundê Gêta yê girêdayî bajarê Qamişlo jî ji me nerazîbûna xwe li hember buhayê genim nîşan da û wiha got: “Her toneke tov bi 650 dolarî ye, semad her tonek bi 650 dolarî, ji bilî lêçûnên avdan û çinînê. Em daxwaz dikin ku buhayê genim bê bilindkirin ku di navbera 500 heta 600 dolarî ji bo her tonekî be. Lêçûna her toneke genim bi giştî dê bighêje 750 dolarî, ka em ê çawa bi vê buhayê qezencên çandiniyê bidest bixin. Hemû pêwistiyên çandiniyê me bi deyn aniye, em neçrin ku genimê xwe bifroşin, eger ne bi deyn ba min genim ne difroşt.”

Cotkar Ehmed Nayif wiha gotina xwe qedand: “Zehmetiyên ku li hember me derdikevin, bilindbûna mazotê bû, guber û genim buha bû, divê hemû saziyên girêdayî çandiniyê piştgiriyê bidin cotkaran û van pêwistiyan bi buhayeke guncav ji cotkar re bêne firotin.”

Amadekariyên xwediyên patozan

Di van deman de ber bi nêzîkbûna çinînê, xwediyên patozan jî amadekariyên sererastkirin û lênerîna patozên xwe temem kirine û li bende ne ku herin ji bo çinînê. Demsala çandiniya îsal bi saya barana zêde demsaleke bi serkeftî bi xwe re anî, lê ji ber buhabûna pêwistiyên wê ji destpêka çandiniyê em bigrin dest heya çûna patozan li ser erdan, dê cotkar hem jî xwediyên patozan bi windahiyan rû bi rû mane.

Tevî ku demsala çandiniya îsal bi xêr û berket e, lê buhabûna mazotê bandoreke mezin li ser xwediyên patozan hem jî li ser cotkaran çêkiriye û her du alî xisarê di vî derbarî dê bibînin.

Xwediyek deraseyê ku ji gundê Hidêdîka ye li gundewarê Qamişlo ye, Serhan Xalid li ser amadekariyê çinînê, zehmetî û dijwariyên ku li hember wan derdikeve, bi taybet bandora buhabûna mazotê li ser wan ji Rojnameya me re wiha anî ziman: “Vê salê sererastkirin û lênerîna patozan gihaşt 5 hezar dolarî, ev yek jî li gorî xirabûna ku dighêje patozan tê xwestin, sala borî tenê gihaşt 2 hezar dolarî.”

Li gorî xwediyê patozan, karkerên ku lênerîna patozan dike destnîşan dikin ku ev buhabûn ji ber bilindbûna nirêx mazotê ye herwiha li gorî parçeyên ku pêwîst be ji bo patozan. Pirsgirêka buhabûna mazotê dibe sedem ku lêçûnên sererastkirin û lênerîna patozan jî bilind bibe ku rasterast bandorê li ser cotkar û xwediyên patozan dide.

Heqdestê karkeran

Serhan Dirê’î Xalid bal kişand li ser heqdestên karkeran û wiha ji me re anî ziman: “Ajokar sala borî 300 dolar dixwest, lê îsla daxwaza 1000 heta 1000 û 200 dolarî dike, terzîkarên patozan 300 dolar dixwazin, sala borî 150 dolar dixwestin. Yên ku xwarinê ji me re amade dikin her yek ji 300 heta 400 dixwazin. Lêçûna sererastkirin û heq destê van karkeran dighêje 10 hezar dolarî. Ji bilî buhaya mazotê dê bighêje nêzî bi 4 hezar dolarî. Lewma dibe ku em ji serê 100 çewalî 20 heya 15 çewalan bixwazin, sala borî tenê 7 çewal me dixwest, yanî her donimek bi 150 dolarî, sala borî 27 dolar me dixwest.”

Di dawî de xwediyê deraseyê Serhan Dirê’î Xalid hêviyên xwe anî ziman ku piştgirî ji bo wan bê kirin herwiha di aliyê dabînkirina mazotê de buhayeke guncav bê diyar kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.