Hafiz Ahmet Turhalli
Cejn ji bo kêfxweşî, parvekirin û serkeftinan tên pîrozkirin! Li hemû cîhana Îslamî, bi navê ola Îslamê, du cejn hene. Yek bi navê cejna Remezanê ye, ya dîtir jî cejna Qurbanê ye. Cejna Qurbanê li gel milletê Kurd, weke cejna Heciyan tê binavkirin. Serîde milletê Ereb û Misilmanên dîtir vê cejnê, weke cejna Qurbanê bi nav dikin. Divê gotin li gor naverokê were bikaranîn. Ger gotin ligor naveroka rast neyên bicîhkirin, wê demê hemû tişt dê were berovajîkirin. Bi taybet gotinên jiyanî yên baweriyê girîngin! Gotin rast bin, dê jiyanjî rast were jiyîn. Bawermend karibin baweriya xwe li ser bingehekî rast fêr bibin, ew ê dinya û axreta xwe de jî bi aramî û huzur bijîn. Pêkanîna kiryaran bi gotin û naverokên wan ve raste rast girêdayî ne. Bandora gotinê li ser kesayet û civakê rola sereke ava dike. Gotin rast neyên bicîhkirin tevlîhevî û ji armanc durketin çêdibe.
Pirsgirêka gellekî Misilmanan ya sereke ewe kû girêdana wan ji bingehên baweriyê zêdetir, girêdana bi hawîrdor û hêza desthelatê ye. Ji ber wê girêdana hêza madî, nêzikbûna wan ya pirsgirêkan jî çavkaniya xwe dibe madî. Wateya gotina Qurban; ji bingeha “qurb” ê tê û wateya xwe nêzkirin, nêzikbûn, bi wateya olî; kesayet xwe nêzî Xwedê dike, xwe radestî îradeya Afirîner dike, girêdana xwe bi wê îradêve misoger dike, hizr û ramana xwe ava dike. Li gor wê baweriyê jiyana xwe ava dike. Ev bîr û bawerî wê kesayetêde kemaletê têgîhaştinek rast ava dike. Qurban wateya, nêzikbuna Xwedê, fedakarî, sipas û hemd jibo Afirîner, hevkarî û alîkariya bi muhtacanraye, lê roja îroyin buye xwe nîşandan û quretiya ser civakê.
Navê herî rast, Kurd li vê cejnê dikin. Weke cejna heciyan binav dikin. Di rastiyê de ev dema ku Misilman hemû dicivin, weke kesayet xwe paqij dikin û divê paqijiya ruhî u laşîde serdekievin. Piştî vê destkeftên manewî û madî cejna Heciyan pîroz dikin.
Di cejna Hecîyande, ji çar hêlê cîhanê bawermendên Ola Îslamê diçine Mekê li ser girê Erefatê dicivin, hemu Îhramê lixwe dikin, cudabunên weke dewlemend û feqîr, zana û nezan, jin û mêr, leşker û serleşker, reş û sipî, Ereb û ne Ereb hemû dibine yek tişt. Bi vê kiryarê Xwedê dixwaze ji mirovanre bêje hun hemû di mafên xwede weke hevdune. Raste li gor taybetmendîyên we kar û tevgerên we cudane lê hun weke hevin. Ji hev ne zêde, nejî kêmin. Li girê Erefatê piştî ku mirin tê bîra mirov, ji bo wekhevî û edaletê erk li mirov tên siwarkirin. Divê her bawermendekî Îslamê, ji bo wekhevî û edaletê têbikoşe û alkarîya bindestan û muhtacan ji xwe re bike felsefeya jiyanê.
Kevirkirina Îblîs jî wateya durketina ji nebaşiyane. Weke zilmê, derew, fesadî, paşgotin, mafê xelkê xwarin, xerakirin û çavsoriyê.
Bi gotinekî em karin bêjin, Hec Kongreya hemû Misilmanan e, ji bo ku hevkariya hevdu bikin, li hev xwedî derkevin, pêşî li zilm û nebaşiyan bigrin.
Em dibînin Ereban û yên din navê vê cejnê danîne cajna Qurbanan û divê cejnêde bi milyonan heywanan serjêdikin. Zilma li Erdnîgariya wan pêk tê nabînin, hêjî xwîna mirovan bila sedem dirijînîn, mal û hebuna xelkê bi xapandinê ji wan distînin.
Pêwiste cejna heciyan, ji bo rakirina zilma ser mezlûman û bi dawî anîna feqîrêyê bihata pîroz kirin.
Cejna Heciyan li gelê me û Misilmanên rast pîrozbe.






