Aryen Hesen
Vayrûsa Ebola di Adara 2014’an de li Rojavayê Afrîqayê dest pê kir û wekî mezintirîn pandamiya xwînçûna vayrûsî di dîrokê de tê dîtin. Ew bandorê li mirov û lawirên weke meymûnan dike û rêjeya mirina nexweşên wê ji sedî 40 e û ihtîmale ku bighêje 50’î.
Vayrûsa Ebola nexweşiyeke giran û pir caran kujer e ku ji ber tayê û xwînçûna hundirîn û derveyî çêdibe. Dema ku li seranserê laş belav dibe, zirarê dide pergala parastinê û lebatê laş dibe sedema xwînçûna bêkontrol.
Vayrûsa Ebola mezintirîn vayrûsa di dîrokê de tê dîtin
Vayrûsa Ebola di Adara 2014’an de li Rojavayê Afrîqayê dest pê kir û wekî mezintirîn pandamiya Xwînçûna Veyrûsa di dîrokê de tê dîtin. Ev veyrûs nîşaneyên wê di navbera ji 2 heta 21 rojan tê diguhertin û di nav 8 heta 10 rojan de xuya dike.
Nîşanên Destpêkê yên veyrûsa Ebola wiha ye:
Ta û bilindbûna germanhiya laş – Ricifandin – Serêşeke giran – Êşa qirikê – Êşa masûlkeyan- Êşa movikan – Lawaziya laş – Westandin – Pizika çerm – Êşa zik an gede – Dilneçûna xwarinê – Navçûn – Verişîn
Nîşaneyên Dereng ên derketina veyrûsa Ebola
Xwînçûna ji dev – Xwînçûna ji roviyan – Xwînçûna ji çav, guh û poz – Têkçûna pergalên lebatî.
Girînge ku were zanîn eger kesek piştî 21 rojan ev nîşane lê nehatin xuyakirin, îhtîmaleke mezin ku ew nexweş neketibe.
Bihêsanî nayê veguhestin
Veyrûsa Ebolayê bi gelemperî bi hêsanî wekî nexweşiyên din nayê veguhestin, ji ber ku kesek bi veyrûsa Ebolayê vegirtî nikare nexweşiyê belav bike heya ku nîşanên nexweşiyê xuya nebin.
Lê belê nexweşî dikare bi rêbazên jêrîn di navbera mirovan de were veguhestin:
Mîz – Pîsî – Xwedan – Girêz – Verişîn – Hêstir
Veyrûs dikare heta du hefteyan di şîrê dayikê de bimîne, ji ber vê yekê divê jinên bi Veyrûs Ebola di wê dema de şîrdanê bisekinînin.
Dibe ku mêr Veyrûs Ebola ji 3 heta 9 mehan bigirin. Ji ber vê yekê jî divê ku mêr ji kesên nexwaş û Veyrûs bi wan re heye dûrbikevin û têkilî çênebin.
Herwiha Veyrûs dikare bi rêya birînên di çerm de an jî bi rêya poz, dev û çavan jî derbasî hundirî laşê mirov bibe.
Rêyên ku veyrûs tê re derbas dibe
Veyrûsa Ebola dikare bi rêya têkiliya bi rû an nêzîbûna laşê kesekî vegirtî belav bibe weke:
Bikaranîna çarşefên hev – Cil – Derzî û siring – Amûrên bijîşkî
Wergitina veyrûsê bi rêya lawiran
Li Afrîkayê, veyrûs Ebola bi rêya têkiliya bi lawiranên kovî yên vegirtî ku çûne ser xwîna lawirên din yên nexweş belav dibe.
Girîng e ku were zanîn Veyrûs Ebola bi gelemperî bi rêya av, hewa, xwarin an jî kêzikan wekî mêşan belav nabe.
Aloziyên veyrûs Ebolayê wiha ne:
Di nav aloziyên demdirêj ên herî berbiçav ên veyrûs Ebolayê de pirsgirêkên dîtinê û êşa movikan e.
Carinan zehmet dibe ku mirov diyar bike kesek veyrûs Ebolayê girtiya an na, lê dibe ku bijîşk hin ezmûnan bike da ku nexweşiyên din, wek kolera an malarya red bike.
Testên jêrîn jî dikarin ji bo tespîtkirina veyrûs Ebolayê werin bikaranîn:
Testên xwîn û tevnan: ji bo tespîtkirina Veyrûs Ebola ye.
-Têsta (Polymerase chain reaction PCR) ji bo tespîtkirina hejmareke piçûk a perçeyên veyrûsê di astek piçûk ên xwînê de. Ev test bêbandor e dema ku veyrûsê bi hejmareke mezin di xwîna nexweş de hebe.
– Têsta Antibody capture enzyme linked immunosorbent assay-ELISA.
– Tîsta Antigen capture detection tests.
– Têsta Serum neutralization test.
-Testên bi rêya mîkroskopiya elektronî.
-Veqetandina veyrûsê bi rêya çandina şaneyan.
Dermankirina veyrûsa Ebola
Niha ji bo veyrûsê ebolayê dermanek misoger nehatiye zanîn. Her çendî hin cûreyên dermanan hatine cerbandin lê yek ji wan bi awayekî gîştî nehat bikaranîn, eger ku ew derman başe an na. Di sala 2020’an de, ji aliyê desteya tenduristî a cîhanî hate erêkirin ku sê cûreyên dermanên (Atoltivimab) (Maftivimab) (Odesivimab-ebgn) ji bo veyrûsa ebola were bikaranîn.
Bi gelemperî, divê ku nexweşê ku bi veyrûsa ebola ketî, derbasî nexwaşxaneyê bibe û bijîşk ji wan meyze bike û testan ji wan çêbike û ji bo bidestxistina hin baldariyên tenduristî yên weke;
Sîromên damarî – Oksîjen – Kontrolkirina tansiyona xwînê -Dermankirina her enfeksiyonên ku nexwaş êşê jê dikşîne – Veguheztina xwînê.
Bersiva nexweş ji bo dermankirinê bi bersivdayîna pergala wan a parastinê ve girêdayî ye. Kesên ku ji Ebolayê sax dimînin 10 sal an jî zêdetir divê ku parastina xwe bikin.
Xweparstina ji veyrûsa Ebola wiha ye:
Vaksîyonek ji bo pêşîgirtina li veyrûsa Ebolayê heye, ji ber vê yekê jî pêwîste kesên ku li welatê wan xeteriya belavkirina veyrûsa ebola heya an jî diçin welatên din, divê ku vakslêdanê bistînin.
Destên xwe bi awyekî baş bi sabûn û avê bişon û paqijkerên destan ên li ser bingeha elkihol bikar bînin.
Herwiha nabe ku destê xwe bi xwînê bike, ji kesan dûr bisekinin, nebikaranîna cilên hev, dext an çarşefê hev, derzî û alavên bijîşkî yên ku dikare bi rêra wê re veyrûsa derbasî laşa mirov bibe bikarnînin.
Ji kesên ku nîşanên wekî ta anjî vereşînê lê xuya dike dûr bisekinin.
Çêtir e ku merov ji merasîmên cenaze an veşartina kesên ku ji ber veyrûsa Ebolayê mirine dûr bisekine.
Pêwîste ku destê xwe bi xwîn, goşt û lawiran nekin.
Çêtir e ku mirov neçe nexweşxaneyên li Afrîkaya Rojava yên ku nexweşên bi veyrûsa Ebolayê lê têne dermankirin. Herwiha pêwîste ku piştî vegera 21 rojan ji welatek din tenduristiya xwe bişopînin û heke nîşaneyên veyrûsê xuya bikin, bijîşkan hişyar bikin.
Tedbîrgirtina bijîşk û kesên ku di warê renduristinê de kar dikin
Ji bo karmendên tenduristiyê yên ku têkiliyê wan bi kesên veyrûsa Ebola bi wan re heye re rû bi rû mane, divê gavên jêrîn pêk bînin:
Amûrên parastina kesane, di nav de cilên parastinê, lepik û amûrên parastina çavan li xwe bikin.
Nexwaşên ku veyrûsa Ebola bi wan re heye ji nexwaşên din cûda bikin.
Ji kesên ku bi sedema veyrûsa abola mirine û anjî kesên ku berê bi nexwaş re bûn dûrbikevin.
Di heman demê de divê ku agahiyên lezgîn derbarê nexwaşên bi veyrûsa ebola ketine werin dayîn da ku karmendên tenduristiyê tedbîrên xwe bigirin.
Li hin welatan hişyarî û tedbîrgirtina ji belavbûna veyrûsa ebola weke:
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), têkildarê şewba Ebolayê ku li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber varyanta Bundibugyo rû daye û dermanê wê tune ye, “rewşa awarte ya tenduristiyê ya navneteweyî’ îlan kir.
Herwiha li Misirê jî tedbîr ji bo belavbûna veyrûsa ebolayî tê girtin. Li gelek welatên din hişyarî û tedbîr ji bo welatiyan tên dayîn û rewşa awarte tê îlan kirirn.






