Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amerîka û Çînê; Têkilî û nakokî

24/05/2026
in POLÎTÎKA
A A
Amerîka û Çînê; Têkilî û nakokî
Share on FacebookShare on Twitter

Şaho Xanim

Pêwendiyên di nabvbera DYA û Çînê de di gelek qonaxan re derbas bûne, di navbera hevkarî û dijatiyê de bi şêwazên cuda têkilî hatine guhertin. Ji bazirganiyê heta teknolojî û siyaseta navneteweyî her du welat ji bo serweriya cîhanê di nava pêşbaziyeke giran de ne.

Ji salên 1970’an vir ve, têkiliyên DYA û Çînê di çend qonaxên aloz û hestyar e derbas bûne. Serokê berê yê DYA Nikson di sala 1972’an de serdana Çînê kir, li wir peymanek ji bo danûstandina têkiliyên dîplomatîk di navbera her du welatan de hat imzekirin û Çînê li şûna Taywanê kursiya daîmî di Konseya Ewlehiyê ya NY de girt.

Di destpêka sala 1979’an de têkiliyên di navbera DYA û Çînê de baştir bû, bi taybet piştî ku Serokê DYA Yê wê demê Jimy Carter naskirina dîplomatîk ji Taywanê guherand bo Pekînê û siyaseta “Yek Çîn” qebûl kir. Serok DYA yê berê Clinton jî di dawiya salên 1990’î de di dema serokatiya xwe ya yekem de hevkariyek stratejîk bi Çînê re meşand, lê di dema serokatiya xwe ya duyem detêkiliyên bi Çînê re lawaz kir. Bi taybet piştî tomabakirina Çînê bi sîxurtiya leşkerî ya li dijî DYA û astengkirina tevlîbûna Çînê bo Rêxistina Bazirganiya Cîhanê û pêşketina têkiliyên DYA bi Taywanê re.

Di serdana yekem a Serokê berê yê DYA A 2009’an ji bo Çînê têkiliya herdu welatan ber bi hevkariyê ve çû,  ber bi hevkarîyê ve çû. Lê ew têkilî nezelal bû, bi taybet piştî siyaseta Obama ya “ber bi Asyayê ve”. Her du welat jî ji guhertina hevsengiya hêzê ditirsiyan û li gorî wê tevdigeriyan.

Di salên dawî de, bi taybetî bi hatina Trump re Çîn wekî rêkberê stratejîk hat destnîşankirin. Di dema kampanyaya xwe ya serokatiyê de, Trump soz da ku kêmasiya bazirganiya Amerîkî bi Çînê re kêm bike. Wî di 22’ê Adara 2018’an de dest bi bicihanîna vê sozê kir û bacên gumrikê li ser 200 milyar dolar derhatên Çînî yên bo Amerîkayê ferz kir. Çînê bi sepandina bacên gumrikê li ser 100 milyar dolar derhatên Amerîkî bersiv da. Lêbelê, di hevdîtinek di navbera serokên Amerîkî û Çînê de di civîna G20 de, wan li ser agirbesteke demkî ya sê mehan li hev kirin da ku rê bidin danûstandinên bazirganiyê. Her du aliyan piştre di 7ê Çileya 2019’an de danûstandin kirin ku bû sedema kêmkirina nakokiya bazirganiyê.

Hêmanên hêza Amerîkî û Çînî

Guhertina hevsengiya hêzê di navbera Amerîka û Çînê de ji ber hêza zêde ya Çînê tê, ne ji ber lawazbûna Amerîkayê ye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hêza pêşeng a cîhanê dimîne – ji hêla aborî û leşkerî ve, herwiha serdestiya wê ya siyasî hîn jî eşkere ye.

Lê Çîn jî hêdî hêdî lê bi bawerî ronesansa xwe ya modern ava kir, ceribandinek bêhempa li ser bingeha hevberkirina sîstemek “komunîst” ku ew pê ve girêdayî bû, bi sîstemek kapîtalîst ku vekirina deriyên wê ji bo veberhênanên gerdûnî pêwîst dikir, da meşandin. Vê yekê rê da Çînê ku ji hêza kar a erzan û jêhatî, hewildanên wê yên ji bo veguheztina teknolojiyên gerdûnî yên herî dawî sûd werbigire. Ev bi rêya hevberkirina sîstemek komunîst a navendî ya siyasî û sîstemek kapîtalîst a aborî ya azad an nîv-azad hate bidestxistin.

Ji aliyê leşkerî ve, Çîn budçeyek girîng ji bo pêşxistina şiyanên xwe vediqetîne û di cîhanê de di rêza çaremîn de ye. Ew xwediyê artêşa herî mezin a cîhanê ye, ku tê texmînkirin ku bi qasî 2.5 mîlyon leşkerên wê yên perwerdekirî hene.

Wek hêzek cîhanî ya geşbûyî, Çînê modelek hêzek cîhanî ya cuda ji ya Amerîkî ava kiriye, û hewl dide ku pergala navneteweyî ya yekçemserî veguherîne pirçemserî.

Di vi re jî li pêş Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tenê du vebijark hene; yan li hember dijberiya Çînê bisekine û hewl bide ku rewşa heyî li Asyayê biparêze, rola xwe ya serdest li Asyayê radestî hegemonya Çînê bike, an jî li lihevkirinekê bigere ku dihêle Çîn rolek mezintir bilîze û DYA hêza xwe biparêze.

Fikarên her du welatan

Tevî girêdana aborî ya girîng di navbera her du welatan de, hêza Çînê ya zêde dibe fikarên Amerîkî gur dike û gelek pirsan li ser têkiliyên wan ên pêşerojê derdixe holê. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, di nav navendên ramanê yên Amerîkî de rêyeke bi bandor derket holê, ku bilindbûna Çînê bi gefê li ser serokatiya Amerîkî ya di rêza navneteweyî de girêdide. Vê rêyê ji bo rêveberiya Amerîkî gelek lêkolîn çêkirin ku wekî “teoriya gefa Çînê” tê zanîn, ku di du dehsalên borî de pir bi bandor bûye.

Li gorî vê teoriyê, Çîn ji ber şiyanên xwe yên aborî û leşkerî yên zêde dibe, bûye gefek ji bo berjewendiyên Amerîkî, bi taybetî li Asya û cîhanê. Nîqaşên Amerîkî li ser rola girîng a Çînê li Asyayê disekinin û hin kes jî difikrin ku Çîn stratejiyek dişopîne ku li ser bingeha Doktrîna Monroe ya Amerîkî hatiye modelkirin, ku armanc dike Dewletên Yekbûyî ji peravên xwe dûr bixe, nemaze ji ber çalakiyên leşkerî yên Çînê li Deryaya Rojhilat û Başûrê Çînê. Ev yek bi hewldanên berdewam ên Çînê yên ji bo îlhaqkirina Taywanê, tevî parastina wê ya di bin sîwana Amerîkî de, tê tevlihevkirin.

Armancên berevaniya neteweyî û ewlehiya neteweyî yên rêveberiya Trump eşkere kirine ku rêveberiya wî li ser têkiliya xwe ya pêşerojê bi Çînê re dudilî ne û ji munafesa Çînê ji bo serkirdayetiya cîhanî ditirse

Pêşebazê û hevkariyê

Pêwendiyên DYA-Çînê di navbera pêşbazî û hevkariyê de diguherin, lê dînamîkên di navbera wan de ji nakokiya îdeolojîk a ku di Şerê Sar de di navbera blokên Rojhilat û Rojava de diyarker bû, cuda ne. Her çend gelek qadên pêşbaziyê hebin jî, têkoşîna ji bo serdestiya deryayî pir girîng e, Çîn budçeyek leşkerî ya mezin ji bo parastina sînorên xwe yên deryayî terxan dike. Ji sala 1949-an vir ve, Çîn kontrola xwe ya li ser giravên li Deryaya Başûrê Çînê ya navendî, hem li başûr û hem jî li rojhilat, didomîne, û rêyên avê yên li Deryaya Başûrê Çînê ya navendî bandorê li ser ji sedî 40 a bazirganiya cîhanî dikin. Ji ber vê yekê, Çîn dixwaze van rêyên avê kontrol bike, hem di çarçoveya nakokiya xwe ya bazirganî bi DYA re û hem jî di çarçoveya berfirehtir a pêşbaziya bazirganî ya ku hilberên Çînî pê re rû bi rû dimînin.

Pêwendiya DYAyê bi Taywanê re pêşketiye. Di 16ê Adara 2018an de, Serok Trump Qanûna geştyariya Taywanê îmze kir, ku serdanên fermî yên dualî teşwîq dike. Çînê ev qanûn wekî binpêkirina siyaseta “Yek Çîn” ku bi rêveberiyên berê yên DYAyê re li hev kiribû, nirxand. Rêveberiya Trump firotina çekên pêşketî ji Taywanê re, tevî parçeyên yedek ji bo balafirên şer ên F-16, pejirand. Wekî din, Cotmeha borî, DYAyê du keştîyên şer ji Tengava Taywanê re şandin. Di 1’ê Çileya 2019’an deTrump Qanûna Înîsiyatîfa Piştrastkirina Asyayê îmze kir, ku pabendbûna DYA’yê ji bo ewlehiya hevalbendên xwe yên Asyayî, tevî Taywanê, ji nû ve piştrast dike. Ev kiryarên DYAyê bê guman dê têkiliyên DYA-Çînê bêtir aloz bikin.

Pirsa sereke xuya dike ku gelo Çîn dê hebûna leşkerî ya berfireh a Amerîkî li Rojhilatê Asyayê tehemûl bike, an jî dê hewl bide ku hevpeymaniyên Amerîkî bi Japonya û Koreya Başûr re qels bike, bi vî rengî Amerîka neçar bike ku ji destwerdana leşkerî di karûbarên Asyayî de dûr bisekine. Bandora Çînê li ser Koreya Bakur, bi rêya rola wê ya avaker di pêşîgirtina li belavbûna nukleerî li Nîvgirava Koreyê de, dibe ku yek ji rêyên gihîştina vê armancê be.

Di her rewşê de, ev tevliheviya pêşbazî û hevkariyê ji du hêzên global ên ku berjewendiyên wan ji hev cuda ne, lê di heman demê de bi hev ve girêdayî ne jî, tê hêvîkirin. Lêbelê, cudabûna eşkere di nirxên wan ên siyasî de rewşek tevlihev afirandiye: ku bi hevkariya aborî ve girêdayî ye.

Rojhilata Navîn

Mezinbûna berdewam a Çînê bi pêşbaziya bi Dewletên Yekbûyî re di gelek astan û warên cûrbecûr de re hatiye. Têkiliyên xwe yên siyasî û çalakiyên xwe yên aborî bi gelek welatên Rojhilata Navîn re berfireh kiriye, di nav de firotina çekan ji Îran, Erebistana Siûdî û yên din re. Herwiha ew hewl dide ku hebûna xwe ya deryayî li herêmê berfireh bike wekî beşek ji tiştê ku ew jê re dibêje “stratejiya parastina deryaya dûr”. Her çend ew bê guman niyeta wê tune ku bi Dewletên Yekbûyî re di herêmê de pêşbaziya leşkerî bike jî, ev yek rê li ber wê yekê nagire ku ew bûye lîstikvanek navneteweyî ya nû li Rojhilata Navîn. Û her ku Çîn bêtir xwe dispêre petrola herêmê, ewqas bêtir biryardar dibe ku rê li ber Dewletên Yekbûyî bigire ku kontrola yekane li ser dewlemendiya petrola Kendavê hebe.

Serdana Trump ji Çînê re

Piştî civîna lûtkeya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Çînî Xi Jinping li Pekînê, têkiliyên Çîn-Amerîkî niha di qonaxek aramiya dîplomatîk û sekinandinê de li ser mijarên nakok re derbas dibin. Tevî ku her du alî jî danûstandinan wekî “erênî û avaker” bi nav kirin jî, ew bêyî ragihandina ti rêkeftinên girîng bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.