Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêşxistina siyaseta navendî li hemberî demokrasiyê kûrkirina pirsgirêkan e’

24/05/2026
in ROJEV
A A
‘Pêşxistina siyaseta navendî li hemberî demokrasiyê kûrkirina pirsgirêkan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Endama Ofîsa Têkiliyên PYD’ê Îlham Mihemed û Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Keno diyar kirin ku ji ber pêşxistina siyaseta navendî li hemberî demokrasiyê, heya roja îro pirsgirêkên mirovan çareser nabin û gotin, “Demokrasî pêk neyê, wê pirsgirêk bidomin, kirîz kûrtir bibin û şerên nû derkevin.”

Bi dirêjahiya dîrokê heta roja me ya îro, gelek sîstem bi gelek awayan hatin avakirin. Lê ji dîrokê heya niha sîstemên ku bi hev re di nava pevçûnan de ne û xwe didomînin, “Sîstema navendî û sîstema demokratîk e.” Sîstema demokratîk; li gorî rastiyên jiyana destpêkê ew di wê serdemê de bi awayekî rast dihate bikaranîn, ji ber civakbûyîna ku li dora jinê xwe ava kir, tê de wekhevî, yekîtî, dadmendî û hwd… hebû, ew têgîn me anîn ziman jî, xwe li derdora demokrasiyê kom dikin û dihewînin. Lê dema çînayetê yan jî desthilatdarî derbasî dîrokê bû, têgîna navendî derkete holê. Sîstema navendî riyên pevçûn û şeran ava kir, berjewendî li pêş derxist ku encamên wê bi roja me ya îro herî zêde di Rojhilata Navîn û dewletên heyî re xuyayî dibe. Her çiqasî temenê navendîbûnê dirêj dibe, ewqasî kirîz kurtir dibin, şerên nû ava dibin û nakokî berdewam dibin. Lê di her dem û gavê de çareserî ya bidawîbûna hemû pirsgirêkan di demokrasiyê de, peyda dibe. Lê bi hewldanên dûrxistina demokrasiyê li ser mirovan, çareseriyên rastîn peyda nabin. Di dema niha de jî desthilatdar bi hemû hewldanan sîstema navendîbûnê diparêzin û rê nadin sîstemeke demokratîk li pêş bike. Mînaka wê ya herî zêde têkoşîna Kurdan a ji bo demokrasiyê ku li hemberî wê dewletên hegemon ên navendî dibin kelem. Avabûna Partiyên Karkerên Kurdistanê PKK’ê, lidarxistina şoreşên Kurdan, bi taybet Şoreşa Rojava, li ser sîstema demokratîk e. Lê her kes dibîne, zêdeyî 50 salan şer li hemberî PKK’ê tê kirin, da ku ne tenê weke tevger, lê weke hizir jî tune bibe, ji ber hizrekî demokraîtke dihewîne. Herwiha plana têkçûna Şoreşa Rojava ku ew jî heman hizrê vedihewîne “pêkanîna demokrasiyê” tên kirin û gelek plan hatin meşandin jî, lê bi armanc nebûn. Ji ber koka tevger û şoreşê civak bi xwe ne.

Derbarê siyaseta navendî û siyaseta demokratîk, bi taybetî bikaranîna siyaseta navnedî li ser Kurdan li Sûriyê, endama Ofîsa Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Îlham Mihemed û Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Keno ji Rojnameya me re axivîn.

‘Dema demokrasî tune be, pirsgirêk kurtir dibin’

Îlham Mihemed diyar kir ku di destpêka dîrokê de civak bi rengekî demokratîk dijiya û wiha got: “Derbarê siyasetên heyî de, mirov dixwaze hinekî ji dîrokê ve bîne ziman. Dema em behsa civakê dikin, civak bi xwezayî û bi rengekî demokratîk bi hev re dijiya, heta demekê pirsgirêkên civakê tune bû. Lê dema ku desthilatdarî an jî desthilatdariyên herêmî dest pê kirin, ew siyaseta demokratîk hêdî hêdî winda bû û li şûna wê siyasetek navendî derket holê. Ev siyaseta navendî serweriya xwe li ser civakê ava kir û armancên xwe pêşxist; wekî aliyên siyasî, aborî, civakî û hwd…. Desthilatdarî jî her tim dixwaze serwerî û kontrola xwe li ser civakê bi hêz bike, civak dike kole û siyaseta koletiyê li ser civakê dimeşîne. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkên civakê dest pê dikin. Li ser vê yekê em dikarin bêjin ku dema demokrasî tune be, pirsgirêk bingehîn û firehtir dibin. Di serî de jî, dema ku rola jinê têk diçe û paşguh dibe, demokrasî nikare bi awayekî rast pêk were. Ji ber ku demokrasî bi yek alî çênabe, ew bi her du aliyan û bi tevahiya pêkhateya civakê pêk tê, rola jinê jî ya bingehîne. Heta peyva “demokrasî” jî gelek caran ji aliyê navendîbûn û zihniyeta çînayetiyê ve tê bikaranîn, da ku hemû beşên civakê bixin bin xizmeta xwe de û desthilatdariya xwe li ser wê bi bidomînin. Ev sîstem bi hezarên salan e ku tê meşandin, lewma pirsgirêkên civakê her ku diçe kurtir û zêdetir dibin û nayên çareserkirin. Ji ber ku her tim nakokî û pevçûn di navbera civak û navendîbûnê de heye.  Ew pevçûn ji bo bilindkirina deng û rola civakê li hemberî dewletên navendî ye, yên ku civakê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Xeta berxwedanê û xeta navendîbûnê bi berdewamî di nava pevçûnê de ne û ev pevçûn heta roja îro jî berdewam e.”

‘Şoreşên gelan li hemberî navendîbûnê, dê berdewam bin’

Îlham Mihemed eşkere kir ku heya demokrasî pêk neyê wê şoreşên gelan berdewam bin û wiha pê de çû: “Şoreşên ku hatin lidarxistin û olên ku derketin, ji bo sererastkirinê nebûn çareserî. Her çiqas zanyar û feylesûf derketin û gelek teorî ji bo çareserkirinê hatin avakirin, dîsa jî ne têrker bûn û nikarîn bibin çareseriya rastîn. Ji ber şerên ku derketin hewl didan hişmendiya xwe li ser civakê bimeşînin. Wek şerê cîhanê yê yekem, duyem û niha jî yê sêyemîn ku tê meşandin, her tim xwestine civakê parçe bikin û bixînin bin xizmeta xwe de, da ku armancên xwe pêk bînin. Armanca wan jî birêvebirina giştî ya civakê û binpêkirina wê ye. Di aliyê din de jî, şoreşên ku hatine lidarxistin, ji bingehê civakê derketine, da ku reng û dengê civakê bilind bikin û li dijî vê koletiya ku li ser gel û civakê tê meşandin rawestin. Ew li hemberî desthilatdariyên mezin, bi taybetî li dijî navendîbûnê, derdikevin. Heya ku demokrasî pêk neyê û bi rastî neyê meşandin, ev şoreş dê berdewam bin.”

‘Desthilatdaran peyva demokrasî ji wateya wê derxistine û li gorî xwe bikar tînin’

Îlham Mihemed peyva demokrasiyê wiha rave kir: “Dema em behsa demokrasiyê dikin, ew ne tenê peyvek e, lê wateya wekhevî û yekrêziya civakê dide û hevsengiya civakê pêk tîne. Lê sîstemên ku derketine, ev peyv ji wateya wê derxistine û li gorî berjewendiyên xwe wê bikar tînin. Demokrasiya rast, ew nenavendîbûna ku di nava civakê de tê meşandin e ku dikare pirsgirêkên civakê ji bingehîn ve çareser bike. Lewra, heya ku nenavendî neyê meşandin, çareseriyên rast ji bo pirsgirêkên civakê nayên dîtin û hevsengî di nava civakê de pêk nayê.”

‘Gelê Kurd ne hizkiriyê desthilatdariyê ne, hizkiriyê demokrasiyê ne’

Îlham Mihemed tekez kir ku gele êdî nema qebûl dike ku dengê wan bê çewisandin û wiha anî ziman: “Di zêdeyî 12 salên Şoreşa Rojava û Şoreşa Sûriyê de, fersendek zêrîn ji civakê re, bi taybetî ji gelê Kurd re, hatibû çêkirin. Ji ber ku gelê Kurd nebûye navendî û ew hezkiriyê demokratiyet û nenavendîbûn e, her tim jî nexwastiye desthilatdariyê bike û vê desthilatdariyê li ser civakê bimeşîne, li asta wekheviya civakê rawestiye. Ji ber vê yekê, dema em dibêjin şoreş hat lidarxistin, ev fersendeke zêrîn bû ku ne tenê ji gelê Kurd re, lê ji hemû gelan re hat. Berdewamkirina şoreşê heta niha jî ji ber wê ye; ku rola gel her tim paşguhkirî bû, lê gel îro gihiştiye astekê ku nema qebûl dike dengê wan bê çewsandin û paşguhkirin. Êdî pêwîst e dengê gel di hemû qadan de bê bihîstin û bê dîtin. Lewra heta niha pevçûn berdewam dikin, ji ber ku dewlet radibin û dixwazin nakokiyên di navbera desthilatdariyê û gel de berdewam bimînin, da ku armancên xwe pêk bînin û serweriya xwe hîn bêtir li ser civakê saz bikin.”

‘Li hemberî navendîbûnê, dengê civakê bilind dibe’

Îlham Mihemed axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ezmûna Rojava ya sîstema demokrasiyê, ji bo giştî pevçûnan çareserî bû. Lê ji ber ku ne di berjewendiya desthilatdaran de bû, êriş li ser hatin, xwestin wê ji kokê rakin û binpê bikin, ji ber ku sîstema demokratîk di xizmeta gel de bû, ne di xizmeta desthilatdaran de. Mînakê wê jî me li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dît, heta bi herêmên ji DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin û herêm bi giştî, xwestin têk bibin. Lê civak wê li ser şopa şehîdan dengê xwe bilind bike û li hemberî navendîbûnê bisekine. Civak wê bibêje: “Ez heme” û paşguhkirinê qebûl nake, ji ber ku çareserî hemû di sîstema demokrasiyê de ye, sîstemek ku rolê jinan, ciwanan, civakê, olan û hwd… hemû di nav de hebin.”

‘Pêwîst e em pirsgirêkên xwe beyî zextên hêzên navendî çareser bikin’

Kovan Keno da diyarkirin ku gelê Kurd ji sîstema navendî êşeke mezin dîtine û wiha got: “Di dema Baasê de, gelê Sûriyê bi giştî rastî siyaseteke herî nexweş hat, ji ber sîstema wê li ser qirkirin, kuştin û windakirina mafan ava bibû. Em gelê Kurd jî ji hemû pêkhateyên ku îro li Sûriyê dijîn, ji her kesî bêtir me êş kişandin. Em li ser axa xwe ya dîrokî bûn, lê bê maf û bê nasname bûn. Guhertinên demografîk li ser cih û warên Kurdan hatin kirin. Di demekê de li Qamişlo, 7 xortên Kurd silogana “Bijî biratiya Kurd û Ereb” hildan, yek ji wan birayê min Ekrem Keno bû. Ew silogan nehat qebûlkirin û ew 7 xort   zêdeyî salek û sê mehan di zindanê de hatin hiştin. Ji ber ku di wê demê de siyaseteke navendî ya xwe disport “Yek alî, yek desthilatdar û yekrengî” hebû. Bi vî rengî zilim li ser hemû Sûriyê dihat kirin, lê bi taybetî li ser gelê Kurd. Piştî rûxandina wê rejîmê, em wekî Kurd dixwazin ku hemû pêkhate bi hev re alîkar bin, da ku Sûriyeke demokratîk, nenavendî û pirrengî were avakirin, Sûriyeke ku mafê hemû kesan tê de were parastin û bicihkirin. Siyaseta demokratîk ew e ku wekhevî û biratiyê pêk tîne. Ger ne bi vî rengî be, bi rastî jî krîz qet bi dawî nabe. Em dixwazin gelên Sûriyê, bi taybetî hêzên Kurdî, Erebî û hemû pêkhateyên din, bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin, bêyî ku bandor an zexta hêzên biyanî li ser wan hebe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.