Idrîs Henan
Ragihandin û lihevkirina neteweyî du stûnên bingehîn ên girêdayî hev in ku ragihandina bi bandor pireke yekirina vizyonên cuda û hişmendiya giştî li dora prensîbên bingehîn û dozên çarenûsî bi gewde dike. Lihevkirina neteweyî jî; çarçoveya bawerî, pabendiya bi perpirsiyariyên civakî ji ragihandinê re dabîn dike.
Di vê serdema nû de, ragihandin ne tenê amûreke veguhestin û pêşkêşkirina nûçeyan e, lê belê hêza bi bandor a şikidana hişmendiya kolektîf, avakirina raya giştî û rêvebirina rewşa siyasî, çandî û civakî di nav neteweyan de ye. Li vir girîngiya Çapemeniya Exlaqî xwe dide der ku tenê aliyê wê yê meslekî têrê nake mirov qala wê bike. Wê derbas dike û digihêje nirxên netewperwer, mirovî, piştgiriya dozên dadmen ên civakê û parastina yekîtiya gel û wijdanê hevbeş.
Çapemeniya bi sinc berî ku bibe pîşeyek, karsaziyek an jî platformek berjewendiyên kesane, berpirsiyariyek neteweyî ye. Gotin timî ne bêalîbûn e û bêdengiya li ser hin mijaran, dijatiya ji cewherê rastiyê re ye. Yanê; hinceta bêalîbûnê di dozên çarenûsî de dikare bibe revek exlaqî ya ji erk û berpirsiyariyên neteweyî û mirovî re.
Bêalîbûna rastîn nayê wê manê ku mirov di navbera rast û şaş de yek gav be. Ne jî serdest û bindetan yeksan bike. Çênabe êş û azarên gelan weke madeyên sar ên ragihandinê bibîne. Berovajî vê; bêalîbûna pîşeyî ew e ku; paralelî parastina pîvanên exlaqî û mirovî bi duristî vegotina rastiyê ye. Lê dema ku “bêalîbûn” bibe bergeke qezenca kesane, yan ji bo hinek hesabên oportonîzmê bêhelwestî be, wê çaxê ti maneya pîşeyî û exlaqî ya ragihandinê namîne.
Ji ber vê jî rista kûr a di navbera ragihandin û wijdan de weke têkîliyeke mirovbûyînê xwe dide der. Wijdan ne tenê sloganek were berzkirin e, lê belê hest û berpirsiyariya li beramberî gel, welat û dîrokê ye. Rojnamevanê xwedî wijdan, êş, azar û hêviyên gelê xwe hîs dike, pozisyona çavdêriyê red dike û xwe parçeyekî wê tabloyê dibîne. Gotarên nefret û cudaxwaziyê hezim nake, yekîtiya wijdanî ava dike û bi rola bingehîn a parastina tevna civakî radibe.
Ji xwe di bingeha wê zanîna wijdanî de ferqa navbera cudatiyên ramanî û dûrketina ji rêgez û prensîbên exlaqî û pîşeyî heye. Ango; mirov nikare ketinên exlaqî weke “nerîn” bigire dest. Tevî ku hewldan hene pênaseyek wisa lê bar bikin, lê di cewherê xwe de qulbandina rastiyan û di bin slogana azadiya ramanê de, çewsandina êşa civakê ye.
Rojnamegeriya bi sinc pêdiviyek neteweyî ne lûkseke ramanî ye. Sengera yekemîn a parastina hişmendî, nirx û yekîtiya civakê ye. Welat bi qelemên kirêgirtî û bêalîbûna derew ava nabe, lê belê bi çapemeniya xwedî wijdanê zindî û durist, baweriya bi heqîqetê û bi helwestên neteweyî ava dibe. Lê dema bibe amûreke siyasetê, cewherê xwe ji dest dide û xiyanetê li heqîqetê dike. Wê çaxê jî ti ferqa wê û çi aliyê sîtemkariyê rewa dike û hişmendiya civakê berovajî dike namîne. Ew jî ketina wijdanî ya şert û mercên exlaqî û netewperweriyê ye. Nerîna te ya siyasî çi dibe bila bibe, helwesta te ji rêveberiya heyî çi dibe bila bibe, tu ji kîjan saziya ragihandinê re kar dikî bike, lê divê li ser heqîqetê bazaran nekî û nebî amûrekî serdestiyê.






