Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hişmendî û yekîtî rêya parastina ji Şerê Taybet e

24/05/2026
in ROJEV
A A
Hişmendî û yekîtî rêya parastina ji Şerê Taybet e
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Şerê Taybet di roja îro de bi rêya medyayê, torên civakî û propagandayê zêdetir tê bikaranîn. Belavkirina derewan, tirs û bêhêvîtî di nav civakê de pêk tîne, mirovan ji çand, ziman û nirxên wan dûr dixe. Hêzên sermeyedar û dewletên desthilatdar bi van rêbazan raya giştî kontrol dikin. Gelê Kurd jî di hedefa vê şerî de ye, lê hişmendî û yekîtî rêya parastinê ne.

Şerê Tayber yek ji şerên kevnar e yê dîrokê ye ku di roja îro de rêbazê xwe nû dike. Ev şer ji aliyên dewlet, desthilatdar, bi taybet dewletên sermeyadar ve tê meşandin. Di roja îro de jî pêşengiya Şerê Taybet kapîtalîzm e, ger em bêjin erê an na jî, kapîtalîzmê jehra xwe berdaye nava hemû tiştên li ser rûyê erdê.

Şerê Taybet çi ye û rêbazên wê çi ne?

Şerê taybet ew amûra serdestiyê ye ku armanc dike civakê ji hundir ve hilweşîne, exlaqê wan xirab bike û wan bike koleyê xwe. Rêbazên wê yên sereke ev in: Şerê Derûnî, belavkirina tirs, bêhêvîtî û bêbaweriya di nav gel de.

Bêçandîkirin (Asîmîlasyon): Hewldana jêbirina ziman, çand û dîroka civakê.

Xirabkirina exlaqê civakî: Bikaranîna madeyên hişbir, fihûş û teşwîqkirina jiyana bêexlaqî ji bo lawazkirina civakê.

Parçekirin: Afirandina nakokiyan di navbera malbat, eşîr û komên civakê de.

Propaganda reş: Belavkirina agahiyên derew li ser têkoşeran a kesên navdar, ji bo reşkirina wan.

Şerê Taybet li ser şêwazê jiyana mirovan serdest bûye

Şerê Taybet, şerê psîkolojîk, nerm, agahdariyê, şuştina mêjî û şerê bêxwîn ye, ev hemû li dora ramana bingehîn a form û rêbaza operasyonên ku derûniya mirovan hedef digirin, dizivirin. Hêzên ku amûrên van operasyonan ne, şêwazek taybetî ya tevgerê ferz dikin ku xizmeta berjewendî û rojevên wan ên îdeolojîk, siyasî û bazirganî dike. Lêkolînek kûrtir a diyardeya Şerê Taybet, nemaze amûrên wê, eşkere dike ku ew bi awayekî tirsnak li ser şêwazên jiyana me serdest bûne. Redkirina adet, kevneşopî û mîrata dîrokî, exlaqî û civakî, teqlîdkirina yên din û teslîmbûna ji bo modelên biyanî re, êdî ne erkên şerê kevneşopî ne. Bi rêya van beşan, armanca me ew e ku rêbazên vî şerî û sepandinên wî yên pratîkî eşkere bikin, da ku em wan fêm bikin, ji wan haydar bin, mekanîzmayên xwe yên parastinê xurt bikin û bandora wan li ser jiyana xwe, kêm bikin.

Şerê Taybet

Şerê Taybet hemû operasyonên medyayê, psîkolojîk û îstîxbaratê, ji bilî yên aborî û siyasî, vedihewîne. Ew ji têgehên kevneşopî yên bandorkirina li ser derûniya mirovan berfirehtir û xeternaktir e. Dewlet berê xwe didin bikaranîna teknîkên Şerê Taybet, ji ber bawer dikin ku ew rêbazê bidestxistina serkeftinek siyasî û heta serkeftinek leşkerî ye jî.

Derketina wê

Her çend rêbazên wê di serdemên nûjen de hatibin guhertin jî, dîroka şerê taybet pir kevn e. Ew bi avakirina dewletên yekem ên çînî re dest pê kiriye. Ev şer her tim li hemberî jin û civakê hatiye meşandin. Herwiha her çend Şerê Taybet di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de derket holê û di nîvê duyemîn ê sedsala 20’an de di Şerê Sar de bi berfirehî hate bikaranîn jî, lê karanîn û pratîkên wê demek dirêj beriya wê ne.

Pêdiviyên Şerê Taybet:

Ji bo Şerê Taybet amûr û rêbazên taybetî hewce dikin, herwiha ew li gorî erkên xwe yên hatine destnîşankirin, hatiye çêkirin. Ew bi hêzên sereke yên ku şer an pevçûnê dimeşînin re paralel tevdigere, heman armanc an hedefê xizmet dikin, bi karanîna amûr û rêbazên ku li dijî pîvan û rêzikên exlaqî yên ji hêla mirovahiyê ve hatine danîn, nakok in. Mînak Şerê Taybet qanûn û rêzikên mirovan paşguh dike.

Çi Şerê Taybet (nerm) ji şerê leşkerî yê (germ) cuda dike?

Şerê Taybet bi fermî nehatiye ragihandin û dikare were înkarkirin. Ji bo rewakirina xwe, hewceyî hincetên tevlihev nîne. Budceya wê ne pir mezin e. Di nav hêzên êrîşkar de tu qurbanî tune. Şerê Taybet amûrên sivîl, înternet, telefon û medyayê pir caran ji bo xwe bikar tîne. Encam biryardar û zûtir in. Hêzên êrîşkar bi rêxistinên navneteweyî re nakevin pevçûnê. Amadekariyên wan bêdeng û gav bi gav in, gelek tiştên din hene ku Şerê Taybet ji şerê leşkerî cuda dike hene.

Exlaq û madiyeta civakê bi “Şerê Taybet” ve hatiye girêdan

Şerê taybet bi karanîna hemû rêbazên madî û exlaqî, bi armanca kuştina îradeya aliyê din û afirandina rewşek bêhêvîbûn, nebûna baweriya bi xwe û bêxemî ku dibe sedema bêhêvîtiyê û hilweşîna pergala exlaqî ya civakê, ji bo bidestxistina armancên xwe, dixebite. Ango ew armanc dike ku bi israrkirina li ser belavkirina derewan, propagandayê û zêdekirina mijarên nezelalî û tevliheviya derûnî, biafirîne. Çavdêr û plankerên vî şerî jî hewl didin ku bandorê li dil û mejiyan bikin û wan li gorî berjewendiyên xwe rêve bibin.

Gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî, bi taybetî jî gelê Kurd, dikeve çarçoveya vî şerê taybet. Ji ber ku hêzên şerê taybet bi berdewamî û israr dixwazin ruhê parçebûnê û afirandina fitneyê di navbera hemû gelan de belav bikin û wan li dijî hev gur bikin. Herwiha hewl didin ku meyla nijadperest a şovenîst di giyanê gelan de biçînin û nakokiyên mezhebî, olî û etnîkî pêş bixin, da ku bigihîjin armanca xwe ya dagirkirinê.

Şerê medyayê

Wekî ku tê zanîn, medyayê roleke girîng di veguherandina mijarên girîng çi civakî, siyasî û çi aborî be jî, bo mijarên raya giştî de dilîze. Herwiha medya beşdarî çareseriyên dadperwer ên van pirsgirêkên bingehîn ên ku bandorê li civakê dikin û wan hêsan dike, dibe. Lê belê, roleke pir qirêj û kirêt jî, ji hêla dezgehên medyayê yên girêdayî rejîm û desthilatdarên serdest û yên xwedî bandor û sermayeyê ve tê lîstin jî, heye. Ev dezgehên medyayê dibin amûrên ku xizmeta rejîmê û hevalbendên wê dikin, da ku raya giştî ber bi mijarên ku ji hêla vê rejîmê ve hatine pejirandin ve bibin û wêneya wê ya kirêt spî bikin.

Tiştê ku îro tê kirin jî, mînakek vê rola kirêt e ku ji hêla hin dezgehên medyayên dijberî rastiyê ne, tê lîstin. Wekî din, ew mirovên asayî, bêalî dixapînin û wan ber bi rêyên ku ne di berjewendiya wan de ne, dibin.

Şerê psîkolojîk

Ew hewl dide ku moralê civakê têk bibe. Pêşî bi wê yekê ku baweriya gel bi xwe û dû re jî bi hêzên ku mafên wê diparêzin, xera dike. Herwiha ew bi berdewamî hewl dide ku hewldanên hêzên siyasî yên civakê parçe bike û di navbera wan de şerê navxweyî gur bike. Wekî din, ew hewl dide ku tovên gumanê di derbarê rewabûn û edaleta doza ku hêzên şoreşger hewl didin bi dest bixin de, biçîne.

Rola sereke ya şerê taybet li ser kurdan

Şerê taybet li ser Kurdan roleke stratejîk dilîze, di serî de jin û ciwanan hedef girtiye ku êrişî jinê dikin. Li kêleka wê her tim hewldanên vî şerî hebû ku gelê Kurd ji çand û zimanê wan dûr bixin, da ku nebin xwedî hişmendiyeke siyasî û hwd…Di pêvajoyên dawiyê de jî kesên rêbazên Şerê Taybet bikar tînin, bi rêya şerê derûnî, xwestin bidin nîşandan ku gelê Kurd bawer bikin, ew nikarin serbikevin. Lê her çiqasî ev rêbaz xwe pêş xistibe jî, gelê Kurd bi rêxistinbûn û perwerdeyan, êdî heya astekê ji lîstokên wisa xilas bûne.

Tedbîrên pêwîst ên derbarê şerê taybet de werin girtin

Gel di pêvajoyên pêşîlêgirtin de beşdar dibin. Îdeolojî: Divê civak û takekes xwedî hêza rewşenbîrî bin, da ku bi xirabûnên ku di civaka mirovan de çêdibin re, rûbirûyî nemînin. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst hemû rêbazên Şerê Taybet, nemaze sê rêbazên bingehîn bikar tîne. Li hemberî vê, divê mirov têkoşîna îdeolojîk a ku dikeve ser wê xurtir bike. Di heman demê de, divê mirov têgihîştinek kûr a dîrok û hêzê bi dest bixin, çand û exlaqî ya takekes û civakê pêş bixin, bi taybetî têkilî û nirxên civakî di nav civakê de geş bikin. Ya girîng divê hişmendiyek demokratîk a beşdarbûyî ku bi nirx û pîvanên pergala exlaqî ya jiyanek azad ve girêdayî, geş bikin. Li kêlek vê yekê gelek awayên din hene ku pêwîst e mirov bi rêya wan xwe ji Şerê Taybet ku bûye bela serê civakan xelas bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.