Esma Mistefa
Di serdema heyî de ku her tişt bi rêveçûn û pêşketinên modernîteyê re her wiha bi herikîna teknolojiyê re diçe, cîhan bûye cihê mijûlkirinê. Ev mijûlbûn çiqas têrker û sûdmend e, ew li gor kesên ku bingeha jiyana xwe hilbijartine ye. Ger em bixwazin xwe di aliyên jiyanî, civak, mirovî, siyasî, gerdûnî û hwd… de pêş bixin, wê ew tercîha me ya şexsî be û li gorî asta me ya hişmendî ku em çiqas dixwazin xwe ji xefka modernîteyê dûr bixînin û xwe di gola mijûlkirina valahiyan de, nefetisînine. Di serdemeke ku ev pêşketinên piralî tê de têne kirin, pergala sermeyadar a ku bi mirovahiyê dilîze, bê guman hebûna jin, ji bîr nekiriye.
Pergaleke ku di dîroka xwe de xwe li ser tunebûna rola jin û bikaranîna wê Ii gorî hebûn û berjewendiyên xwe, saz kiriye, wê helbet di rêveçûn û pêşketinên serdemî de, gav ji ev erka xwe ya dîrokî bernede. Em çima van tiştan dibêjin? Ji ber ku ger di di sedsala 21’emîn de em dibin şahidê hewildanên ji holêrakirina rola jin, pêkanîna kiryaran li ser beden û cewherê wê, ji xwendin û zanînê dûrxistin ku hîn li Efganistanê qedexekirina xwendina keçên biçûk xwe nû dike, her wiha li meydanên şer û pevçûnan dengê jin tê qutkirin û tepeserkirin, ger di cîhanê de di sala 2025’an de zêdeyî 800 û 40 milyon jin rastî şideta fîzîkî, cinsî û şideta dîjîtal hatine, wê demê hebûna Rêxistinên Parastina Mafê Mirovan li ku derê rol dilîze? Rola sazî û parastina mefê jinan di cîhanê de li ku ye? Divê em balê bikşînin ser.
Sîstem ne tenê dixwaze mafê jin ango hebûna jin weke fîzîkî ji holê rake, ji xwe nikare wiha bike ji ber ku ew berjewendiyên xwe li ser esasê hebûna wê dide meşandin. Plana modernîteya kapîtalîst, pergala sermaye û feraseta cinsperet; dixwazin rol û cewherê jinê di cîhanê de vala derxînin. Yanî hişmendiya jin, cewherê jin, fikir û tevgera bi mejiyê jinê, nirx û pîvanên jinan, ji holê rakin. Weke opjeyekê li ser rûyê erdê bihêlin ku ji hemû xwebûnên xwe mucerred be yanî xwerû be, wiha dixwazin karekterekî jin di cîhanê de bidin avakirin.
Ev ne tenê hişmendiyeke ku di hin welatan de tê kirin, lê belê ev zihniyeteke sîstamatêk e û di giştî şaneyên pergalê û zihniyeta dewletê de, xwebirêxistin kiriye û tê mezinkirin. Ji bo pêkanîna vê yekê, ji destê hêzên cîhanê di aliyê bîrdozî de çi tê kirin, dikin. Avakirina jineke ne ayidî xwe, armanca wan a yekem e. Li gorî vê yekê tevgerandin, plan û hişê xwe ya bi deh salan li pêş e, dixebitînin. Pergal hewla (Em ê çawa jineke ku xwe nas neke! ava bikin û îqna bikin) dike.
Li derdora hêz û îradeya jinê di her alî de şerekî zirav û înce tê meşandin. Ji sîstemên perwerdehiyê yên dibistan û zanîngehan bigre heyanî zagon û yasayên jin di destûr û dewletan de. Bi her awayî hewla qelskirina jin tê kirin. Em jî di ferqa vê yekê de ne.
Ji bo ku jin girîngiya xwe nas bike, divê dîroka xwe lêkolên bike û rastiya xwe di pelên dîrokê de bibîne, ne di çavên pergala heyî de. Ji ber ku piratîka ku pergal niha dimeşîne ew jî vedigere beriya hezar salên ku yekemîn gavên xapandinê li ser jin hatine pêk anîn, tê. Ger em îro ketine ferqa wê, divê jin ji antîasîmîlasyonê xwe biparêzin. Cewherê xwe vala dernexin, vegerin rastiya xwe û li hember van piratîk û zihniyetên sîstamatîk têkoşîn bikin.
Gelo di cîhaneke ku ewqas tê de siyaset, polîtîk, pratîk û plan li ser jin tên meşandin, wê demê rêxistinên parastina mafê jin yên ku di seranserî cîhanê de hatine avakirin, rola wan li ku ye û çi dikin? Çima di serdema heyî de nikarin hişmendiya jin li hember van rastiyan pêş bixînin û planên sîstemê vala derxînin. Ma parastina mafê jin, tenê tesbîtkirina kiriyaran û derxistina bîrancoyan e? Tenê di blatform û civînên navneyewî de, ewqas jin li herêmên şer û pevçûn hatine kuştin û revandin. Eqwas jin bûne qurbaniyên tundûtûjiyê û hwd..?
Helbet ev tenê ne erka wan e, lê belê ger ev tevger bi destê hêzên pergalê hatibin avakirin û ev jin li ser zihniyeta wan hatibin perwerdekirin, wê demê wê encam jî ne têrker be. Di asta yekemîn de em ê li gor hiş û siyaseta van hişmendiyan tevnegerin, divê rêxistinên parastina mafên jin di asta navneteweyî de, heydarê Şerê Taybet be.
Bikaranîna jin di hemû aliyên jiyanê de bêyî ku weke kiryarek bê dîtin, sûc e. Berpirsyarê vê sûcê jî rêxistinên navneteweyî yên jin in ku bêdeng in. Erka rêxistinên mafên jin, tevgerên jin û feminist, ne ku li dijî bedena mêr şer bikin e û kiryarên li ser jin eşkere bikin e, erka wan xwendina mejiyê dewletê, jiholêrakirina feraseta bikaranîna jin û bidawîanîna van pilanên zirav e.
Divê em viya bizanibin, tevgerên parastina mafên jin di cîhanê de bi giştî rola wan qels e û bi erkên xwe yên bingehîn ranabin. Li hember wê gelek rêxistin û tevgerên parastina jin hene ku dizanin erk û misyona wan çi ne. Ji wan tevgeran jî; Rêxistin û tevgerên jin yên ku di bin siya Tevgera Azadiya Kurdistan de hatine avakirin. Feylesofê demê Rêber Abdullah Ocalan di nirxandin û diyarkirina erka jin di cîhanê de, bi hezaran nivîs û pirtûk raxistine ber destên me. Dîroka jin a ku hatiye lêkolînkirin, ne lêkolîneke ji rêzê ye, ev lêkolîn û tesbîtên dîrokî ne ku tenê ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatine kirin.
Bikaranîna jin di hemû aliyên jiyanê de bêyî ku weke kiryarek bê dîtin, sûc e. Berpirsyarê vê sûcê jî rêxistinên navneteweyî yên jin in ku bêdeng in. Rêxistin û tevgerên jin yên navneteweyî, da ku bi hişê zilamperest tevnegerin, divê rastiya xwe di asta yekemîn de nas bikin û rastiya pergalê bizanibin.
Me xwest di vê analîza xwe de balê bikşînin ser rastî, siyaset û planên ku li ser jin di cîhanê de têne meşandin, bi taybet rollîstina rêxistin û tevgerên jin li hember van nêzîkatiyan çi ye? Her wiha di dawiyê de me xwest em pêlên ku tevgerên jin tê de hatine avakirin bînin ser ziman.
Tevgerên jin yên cîhanê
Tevgerên femînîst rêzeçalakiyên civakî, siyasî û aborî ne ku armanca wan wekheviya zayendî pêk bînin, her wiha cudakarî û tundûtûjiya li dijî jinan di hemû waran de ji holê rakin. Ew bi rêya çar pêlên sereke pêşketiye ku bi daxwaza mafên dengdanê di sedsala 19’an de dest pê kiriye û bi karanîna medyaya dîjîtal ji bo hêzkirina jin û şerê li dijî tundûtûjiyê gihîştiye lûtkeyê.
Dîrok û taybetmendiyên sereke yên tevgerên femînîst:
- Pêla yekem (dawiya sedsala 18’an – destpêka sedsala 20’an): Balkişand ser mafên yasayî û siyasî, bi taybetî mafê dengdanê û hemwelatîbûnê.
- Pêla duyem (salên 1960-1980): Balkişand ser azadiya jinan, wekheviya li cihê kar, mafên zayînê û şîdeta navmalî.
- Pêla sêyem (salên 1990’an): Tekezî li ser pirrengî, yekparçeyiyê (yekperçeyiya zayendî bi nijad û çînê re), û takekesiyê kir.
- Pêla çaremîn (niha): Teknolojiyê û medyaya dîjîtal bikar tîne, da ku jinan bihêz bike û li dijî tacîz û şîdeta li ser bingeha zayendî şer bike.
Cûrbecûrîya tevger û meylên femînîst ên herêmî:
Femînîzma lîberal: Bi rêya reformên qanûnî balê dikişîne ser wekheviyê.
Femînîzma radîkal: Hewl dide ku tevahiya avahiya civaka baviksalar biguherîne.
Femînîzma Îslamî: Di salên 1990’î de derketiye holê û armanc dike ku edaletê ji bo jinan bike, her wiha edalet û wekheviyê li ser bingeha referansek Îslamî û xwendinên nûkirî yên Quran û Sunnetê bicîh bîne.
Femînîzm li herêma Ereban: Tevgerên nû ne ku di çarçoveya nakokî û şoreşan de çalakiyên xwe ji bo pêşxistina mafên mirovan û siyasî zêde kirine.






