Hemza Sêvo/ Qamişlo
Ji destpêka êrişên DYA-Israîl li ser Îran, siyaseta biçekirina sivîlan û bi taybet zarokan ji hêla rêjîma Îranê ve tê ferzkirin. Bi vî rengî Îran zarokan dûrî zanîn û perwerdeyê dixe û ji bo berjewendiyên xwe yên Istratejîk zarokan fêrî çekan dike.
Hewesa şer û seferberiyê ji mêjû heya hemdemiyê li Îran
Li her welatekî dema ku xeteriya şer û pevçûnan nêz dibe, daholên şer lêdidin, rewş tê guhertin, heldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi riya diyalog, aramî, ragirtin û xebata dîplomatîk têne kirin. Li hêlekê rewşa çavdêriya ewlehî xurt dibe, hem piştgiriya gel ji bo bilindkirina moralê hêza leşkerî û ewlehiyê derdikeve pêş, li hêla din jî hikumet, sazî, siyasetmedar û partiyên siyasî bi rola xwe ya sereke radibin. Biçekkirina sivîlan li Îranê ne tenê analîzeke teorîk e, lê rastiyeke ku bi belgeyan û li pêşberî her kesî tê jiyîn. Raporên ji hundirê Îranê di mehên dawî de eşkere dikin ku aloziyên ewlehî û leşkerî zêde dibin, di warê berfirehbûna pevçûnên herêmî de û guhertina qadên şer ber bi hundirê Îranê, Îran gelekî bi tirs e. Îran di rewşeke wiha de ku wêne, dîmen û axaftin belgekirî ne seferberiya civakî ya berfireh li Îranê rûdide, di nav de jin û hemû qatên civakê cihê xwe digrin. Lê pirsgirêka herî xeternak ji vê rewşê ne çek bi xwe ye, lê îdeolojiya li pişt wê ye. Dema ku dewlet digihîjin xalekê ku ew hewce dibînin tevahiya civaka xwe veguherînin xeteke parastinê, ev tê vê wateyê ku tirs bûye beşeke bingehîn ya ruhê dewletê. Sivîl êdî ne tenê welatiyek e ku jiyana xwe ya rojane dijî, lê di nava xwe de mîna leşkerekî ye ku dibe tevlî şerekî bibe. Îran bi dehê salan di bin mantiqê dewletek dorpêçkirî de jiyaye. Ji Şoreşa Îslamî û bi şûn de piraniya gotara fermî ya dewletê li ser fikra gefên derveyî, komployan û rewşek domdar a amadebûna ji bo şeran hatiye avakirin. Lê salên dawî ev atmosfer zêde bûye, nemaze bi zêdebûna rageşiya bi Îsraîl û Dewletên Yekbûyî re, hem jî zêdebûna hejmara êrîş, grev û xwepêşandanên li Îranê.
Hewesa ku civakê di metirsiyê de dihêle
Rêjîma Îranê bi zanebûn şerekî taybet li ser civakê bi kar tîne, dihêle nav vê aloziyê de, jin û zarok bi awayekî tirsnak bi rewşa siyasî û ewlehiyê ve bên girêdan. Zêdeyî 6 mehan e ku li Îranê xwepêşandan rû didin, gelên Îran û Rojhilatê Krudistanê ji bilî Raperîna Jin Jiyan Azadî ya ku temenê wê bûye 4 sal. Raporên rêxistinên mafên mirovan asta zêdebûna hedefgirtina jinan di dema xwepêşandan de belge kirine, li hêla din hejmareke girîng a jin û zarokan di pevçûn û êrîşên dawî de hatine kuştin, belge kirine. Jinên Îranî di salên dawî de bûne sembolek dualî, ji aliyekî ve, ew sembola berxwedan û nerazîbûnê ne, wekî ku di doza Jîna Emînî de tê dîtin, ji aliyê din ve ew bûne yek ji komên herî tepeserkirî û bindest di civaka Îranê de. Ji ber vê yekê tevlîkirina jinan di seferberiyê de ne her gav wekî hêzek rastîn xuya dike, lê belê civakê her tim di hewesa rewşeke awarte de dihêle.
Zarok jî dibin qurbaniya biçekkirin û qada şer
Di 26’ê Adara 2026’an de, berpirsekî ji Lîwaya 27emîn a Mihemed Resûl Allah a Pasedaran li Tehranê diyar kir ku pêngava wergirtina sivîlan a bi navê Parêzvanên Welat ji bo Îranê, temenê herî kêm ji bo wergirtina leşkeran, ji kesên 12 salî û bi jor de destnîşan kir. Di nav hezaran êrîşên Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê de li seranserî Îranê zarokên li navendên leşkerî dê di xetereya kuştin û birîndarbûnê de man.
Zarok êdî di atmosferekî wiha de jiyan dikin. Dema ku nifşek bi mûşekan, gotinên leşkerî û tirsa şer û hilweşînê mezin dibe, dewlet ne hewce ye ku rasterast çekan li wan belav bike, ji ber ku hişmendiya wan bi xwe dibe çekekî psîkolojîk.
Zagonên navdewletî çawa li vê diyardeyê dinere
Navbera neteweyek ku gelê xwe diparêze û neteweyek ku gelê wê her tim hewce dibîne ku ji bo wê xwe feda bike cudabûneke mezin heye. Welatên ku ji bo demên dirêj di nav zihniyeta dorpêçkirinê de dijîn, pir caran hêdî hêdî civak di wê dewletê de vediguhere civakeke tirsonek. Pirsgirêk ev e ku Îran îro ne tenê di bin zextên hêzên derveyî de dijî, lê bi westandina kûr a navxweyî re jî rû bi rû dimîne. Aboriya Îranê êşê dikişîne, xwepêşandan pir caran tên lidarxistin û civaka Îranê di navbera kesên ku tepeserkirinê wekî pêwîstiyekê ji bo parastina welêt dibînin, herwiha kesên dibînin ku biçekirina civakê tenê dê bibe sedema fetisîna sivîlan û berdewamkirina kirîza heyî .Dema ku dewlet dest bi axaftina bi jin û zarokan re bi zimanê şer, xeteriyê dike, ew êdî ne tenê siyaseteke ji bo ewlehiya xwe ye, lê aramiyê ji dilê civakê didize û her tim di nav ruhê civakê de xeteriyê ava dike. Civakên ku ewqasî bi ramana şerekî nêzîk dijîn, hêdî hêdî şiyana xwe ya jiyana normal winda dikin. Di dawiyê de, pirsa rast ne ew e ku gelo Îran divê gelê xwe bi çek bike, lê wê çi bi serê civakekê were ku bi salan hîs dike ku şer dikare di her kêliyê de bigihîje ber deriyê mal, kolan û zarokên wan? Êşa herî mezin bi vî rengî dest pê dike, dema ku tirs bi xwe dibe şêwazekî jiyana rojane. Rêveberê Beşa Mafê Zarokan di Human Rights Watch de Bêl Fan Isfld da zanîn ku tu hewcedarî û buhane tunene ji pêngava leşkerî ya çekdarkirina zarokan re ya ku Îran bi kar tîne, bi vî rengî zarok dibin hedefa vê pêngavê, bi taybet zarokên ku temenê wan 12 sal in. Bi kurtasî rêjîma Îranê amade ye ku jiyana zarokan bixe xeteriyê da ku hêzeke mezintir bi dest bixe. Di rapora xwe ya yekem de Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî Îranê bi bîr anî ku qanûnên Îranê tekez dikin ku temenê herî kêm ji bo tevlîbûna hêzên çekdar bi mebesta wergirtina perwerdehiya leşkerî 16 sal e û temenê herî kêm ji bo tevlîbûna hêzên polîsê 17 sal e. Herwiha Konseya Ewlehiyê ya NY’ê bi tundî tevlîbûna zarokan bo qada leşkerî şermezar kir û mekanîzmayek hişyariyê ji hêla sekreterê Giştî yê konseyê ve saz kir. Ev mekanîzm leşkerkirina wisa wekî binpêkirinek mezin li dijî zarokan dibîne. Peymana Mafên Zarokan leşkerkirina zarokên di bin temenê 15 salî de qedexe dike. Protokola Vebijêrk a peymanê ku Îranê îmze kiriye, lê Îranê protokola ku temenê herî kêm ji bo beşdarbûna rasterast di şer de 18 salî destnîşan dike, nepejirandiye. Îran tevî ku bi zagona navneteweyî ve girêdayî ye ya ku leşkerkirina zarokên di bin 15 salî de wekî sûcê şer dibîne, lê dîsa vê zagonê bin pê dike.
Armancên Îranê ji vê siyasetê û derencamên wê
Sedema sereke ya ku rêjîma Îran sivîl û bi taybet zarokan dike beşek ji amadekariyên şer, ne tenê gefên derveyîn in, lê herî zêde krîza navxweyî û tirsa dewletê ji siberoja xwe heye. Dema ku aborî lawaz dibe, xwepêşandan zêde dibin û baweriya gel bi rêjîmê kêmtir dibe, dewlet dixwaze bi afirandina hestekî xetera neteweyî civakê li dor xwe kom bike. Ji ber vê yekê biçekkirina sivîlan û tevlîkirina zarokan di nav projeyên leşkerî de ji bo rêjîmê ne tenê pêdiviyeke, lê rêbazekî siyasî ye ku civakê bi tirs û hestê şer kontrol bike. Rêjîm dixwaze nifşên nû ji zaroktiya xwe ve bi zimanê şer, fedakarî û parastina welat mezin bibin, da ku her kes xwe ji bo şerê siberojê amade bibîne. Ev rewş bi taybetî ji bo zarokan pir xeternak e, ji dêvla ku zarok rahêjin pênûsê, rêjîma Îranê çek dide wan. Dema ku zarok her roj gotinên mûşekan, êrîşan, şehîdbûnê û xeteriyê dibihîzin, ew hêdî hêdî bi tirs mezin dibin. Jin û zarok bi taybetî dibin qurbaniya vê siyasetê, ji ber ku rêjîm hem wan wekî sembola fedakariyê nîşan dide û hem jî wan di xetera rastîn a şer de dihêle. Eger ev zihniyeta leşkerî li Îran berdewam bike, di siberojê de dê civak hêdî hêdî ji jiyana sivîl dûr bikeve û nifşek mezin bibe ku şer ji bo wan bûye parçeyek normal ê jiyanê. Ev jî dikare bibe sedema zêdebûna aloziyên navxweyî, kêmbûna baweriya civakî û rûdana kirîzeke kûrtir a psîkolojîk û civakî û wê bi salan bidome.






