Ayşa Silêman/ Dêrik
Kongra Star a bajarê Dêrikê di derbarî kuştina jina bi navê Dîlan a li gundê Siwêdiyê li ser destê bav û birayê wê hatî kuştin daxuyaniyek da.
Kongra Star a bajarê Dêrikê li navenda Ciwanan di derbarê kuştina jina bi navê Dîlan a li gundê Siwêdiyê li ser destê bav û birayê wê hatî kuştin daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me bi hêrs û xemgîniyeke mezin bihîst ku jina ciwan a bi navê Dîlan a 18 salî li gundê Swêdiyê a girêdayê Dêrikê, ji aliyê bira û bavê xwe ve hatiye qetilkirin. Divê were zanîn ku şîdeta li dijî jinan û kuştina jinan di nav sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê de ne ku wijdanê civakê diêşînin. Ji desteserkirina jiyana Dîlanê, hedefgirtina jineke ciwan û heman demê de hedefgirtina hêviya jiyaneke azad, wekhev û ewle ye. Em wekî Kongra Star Meclîsa Jinan a Dêrikê û gelê me ya Dêrikê, careke din bi tundi zihniyeta serdest a zilaman ku jiyana jinan hedef digirin şermezar dikin. Em ê tu carî li hember normalîzekirina şîdeta li dijî jinan di malbatê de, li kolanan û di her aliyê jiyanê de bedeng nemînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bang dikin ku lêpirsînek tevahî ya hemî aliyên vê bûyerê were kirin, ku berpirsiyar li ber edaletê hesab bidin û gavên pêwîst ên civakî û qanûnî werin avêtin da ku bûyerên bi vî rengî careke din çênebin. Em ê li her derî li dijî zihniyeta zilam û li dijî her cure politikayên ser jinan bibin dengê Dilanan, em ê bibin ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan û berfirehkirina têkoşîna jinan. Em ê tu carî Dilanan ji bîr nekin.”






