Solîn Mihemed/ Qamişlo
Yekîtiya Mamosteyên Cizîrê di bin dirûşmeya “Zimanê Kurdî Nasnameya Me Ya Siyasî Û Mafê Me Yê Destûrî Ye” li hola Mala Şîn a li bajarê Qamişlo çalakiyeke hunerî, di çarçoveya rêzeçalakiyên ku bi boneya Cejna Zimanê Kurdî tên lidarxistin, lidar xist.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku bi boneya Cejna Zimanê Kurdî dihatin lidarixtin û hîn jî berdewam in, Yekîtiya Mamosteyên Cizîrê bi dirûşmeya “Zimanê Kurdî Nasnameya Me Ya Siyasî û Mafê Me yê Destûrî e” li hola Mala Şîn a li bajarê Qamişlo çalakiyeke hunerî lidar xist. Di çalakiyê de Yekîtita Mamostetên Cizîrê, helbestvan û Koma Orkêstra ya Zarokan beşdar bûn.
Di destpêka çalakiyê de Koma Orkêstra ya Zarokan çend stranên xwe yên xweş pêşkêşî beşdariyan kirin. Piştre mamosteya Zimanê Kurdî Şama Mihemed, helbestvan Emîn Oso û Şêrzat Şero helbestên Kurdî yên li ser Cegerxwîn, evînî û yên zimanê Kurdî gotin.

Di derbarê çalakiyê de Rêveberiya Yekîriya Mamosteyên Tirbespiyê Şîlan Hacî ji Rojnameya me re axivî û wiha got: “Ez cejina zimanê Kurdî li tevahiya Kurdên cîhanê pîroz dikim. Ji xwe ev çalakiya me yek ji rêzeçalakiyên cejina zimanê Kurdî bû ku em berdewam dikin. Heya ku zimanê me di destûra Sûriyê de fermî were misogerkirin, wê rêzeçalakiyên me berdewam bin. Em bi hêvî ne ku her çar parçeyên Kurdistanê li zimanê xwe yê Kurdî xwedî derkevin, ji ber zimanê me hebûn û nasnameya me ye.”
Di dawiya çalakiyê de Yekîtiya Mamosteyên Cizîrê spasname li helbestvan û zarokên Orkêstrayê belav kirin.







