Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêjîma Îranê du ciwanên Kurd bi dar ve kirin

21/05/2026
in NÛÇE
A A
Rêjîma Îranê du ciwanên Kurd bi dar ve kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Nevenda Nûçeyan

Rêjîma Îranê du ciwanên kurd di bin tohmeta ku ‘hevkariyê bi partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê’ re dikirin bi dar ve kirin.

Rejîma Îranê di kiryarên xwe yên dermirovî de berdewam e. Hat ragihandin ku rejîmê du girtiyên siyasî yên Kurd li Mehabadê bi darve kirin. Ajansa Mîzanî ya ser bi desthilata dadweriya Îranê eşkere kir ku vê sibehê li girtîgeha Mehabadê du girtiyên bi navên Ramîn Zele û Kerîm Merufpur hatin darvekirin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku her du girtî bi tohmeta ‘hevkariya bi partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê’ hatine darvekirin.

Ramîn Zele xelkê navçeya Nexede ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê ye. Di sala 2023’yan de ji aliyê hêzên rejîmê ve bêyî destura yasayî hatibû binçavkirin. Di sala 2024’an de bi dadgehkirinek ne dadperweran de ku bêyî parêzer tê de amade bin, di nava çend deqeyek de hat dadgehkirin. Şaxa Yek ya Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê bi tometa ‘serhildan û endamtiya yek ji partiyên Kurdî yên li dijî desthilatê’ cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Her wiha Kerîm Merufpur jî xelkê Nexede, di sala 2021’an de li bajarê Serdeşt hatibû binçavkirin. Demek dirêj winda mabû û agahî jê nedihat girtin. Piştre dibin êşkenceyek giran de îfadeyên wî hatin girtin û bi heman tometa Ramîn Zele, cezayê darvekirinê, lê hat birîn.

Li gor çavdêrên siyasî, rejîma Îranê di dema qeyran û pirsgirêkên bi der ve de, darvekirinê wek amûrek sereke ya tirsandina civakê û bêdengkirina dengê neteweyên bindest bi kar tîne. Bicihanîna ji nişkan ve ya cezayên darvekirinê nîşana tirsek mezin a rejîmê ya ji serhildan û nerazîbûnên girseyî ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.