Ayşa Silêman/ Dêrik
Endamê Komîteya Hilbijartinana ya Meclisa Gel a Sûriyê ya herêma Dêrikê Ebdulhekîm Ismaîl diyar kir dîroka destpêkirina hilbijartina hîn jî ne diyare û ew hemû hewildanên xwe dikin ku bê derngmayîn karê xwe bidawî bikin.
Meclisa Gel a Sûriyê, dezgeha qanûndanînê ye, lê dema rêjîma Baas li ser desthilatdariyê bû pir caran tenê wekî meclîsa çepikan dihat binavkirin, ku rola wê tenê ji bo pêkanîna peyamên serokê Sûriyê bû. Hilbijartin bi rêya hin navendên girêdayî rêjîmê dihatin kirin ku rola gel têde nebû, herwiha ji sedî 75 kursî ji rêjîma Baas û hevlbendên wê re bûn, kursiyên din jî ji cîgirên serbixwe re bûn.
Di dawiya sala 2024‘an de, bi guhertinên siyasî yên ku li Sûriyeyê rûdayîn, rejîma Baasê hate hilweşandin û hikumeta demkî hat ser desthilatê, bi van guhertinan re Meclîsa Gel jî hate hilweşandin. Di 29’ê Çileya 2025‘an de, piştî pejirandina “Deklarasyona Destûrî” wekî destûrek demkî, Konseya Qanûndanînê ya Demkî ya bi navê wê hate damezrandin
Lîsteya dawî ya komîteyên li parêzgeha Hesekê wiha ye:
Navçeya Hesekê: Subhî Şewqî Ehmed, Ebdul Hafiz Ehmed El-Xelef, Ebdulrezaq Ehwic El-Elî, Mihemed Xidir El-Yûsif, Remezan Seîd Fetah, Ruba Ebdul Mesîh Şemûn, Zubêr Hesen Serhan.
Navçeya Dêrikê: Ebdul Ehad Ebdî, Elî Himêd El-Kirêdî, Xalid Îbrahîm Salih, Rojîn Ebdulezîz Ehmed, Fexredîn Xelîl Hacî, Ebdulhekîm Mela Omer Îsmaîl.
Navçeya Qamişlo: Enes Hammad El-Cenan, Haris Mutlaq El-Belaybil, Qeryaqos Kuriya, Barî Şukrî Cumaa, Cewahir Îbrahîm Osman, Ridwan Xelîl El-Hesen, Beşîr Newaf Silêman, Hisên Mihemed El-Raad, Hesen Elî Mehmûd, Rêber Sebxa.
Di derbarî rêveçûna amadekariyan ji bo hilbijartinan Endamê komîteya hilbijartinan a herêma Dêrikê ya meclisa gal a Sûriyê Ebdulhekîm Ismaîl ji Rojnameya me re axivî.

Ji bo hilbijartinan amadekarî tên kirin
Ebdulhekîm Ismaîl di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji bo birêvebirina hilbijartinan me destpêkê civînek li ser onlayîn bi komîteya bilind a Şamê re çêkir ku giştî endamên parêzgeha Hesekê têde hazir bûn. Di heman demê de bi riya tlf em pêwendiyan pêk tînin û me civînek fîzîkî li gundê Tilkoçer jî li dar xist û em berdewam dikin bi vî rengî heya ku ev hilbijartin bi ser bikevin. Destpêkê me baş rêziknameya van hilijartinan xwend, ji sedî 7 kesê berbijêr divê bawernameya zanîngehê pêre hebe û sedî 30 rûspiyên civakê ne lê pêwîste ew jî xwedî bawernameyên amadehî bin û sedî 20 pêwîste jin bin. Her berbijêrek lîsteyekî dadigre li ser cih û agahiyên wî yê şexsî. Herwiha komîteya bilind a hilbijartina ya bajar û bajarokên ê herêma Dêrik, Girkê Legê, Tilkoçer û Çilaxa me hemû nivîsandine ku her yek ji wan çend endam pêwîst dikin. Ji herêma Dêrikê re 100 berbijêrk û 15 berdestîk divê û ev wê di nav xwe du kesan hilbijêre ji bo perlemantoyê.”
Ji bo berbijêrbûnê pêwîste mercan pêk bîne
Endamê komîteya hilbijartinan a herêma Dêrikê ya meclisa gal a Sûriyê Ebdulhekîm Ismaîl axaftinên xwe wiha qedand: “Li gor pêşbîniyan wê du navendên hilbijartinan hebin dibe ku Dêrik û Tilkoçer be. Dîroka destpêkirina hilbijartina hîn ne diyare em hemû hewildanên xwe dikin ku bi awayekî zû karê xwe bidawî bikin. Li gor hin mercan kesek dikare deng jî bide û xwe jî bide pêş, mercên wan jî ev in; pêwîste nasnameya Sûrî pêre hebe, divê 5 salan li cihê ku lê xwe dabe pêş, pêwîste temen 25 salî û jor de be, xwediyê reftarekî baş be, piştî 2011‘an nebûbê endamê Perlemanê Sûrî û nebûbê berbijêr jî, ne alîgirê rêjîma Bass jî be, ne ji qada leşkerî û hewalgerî be jî, pêwîste ne ji komîteyên şaxî, bilind û nirxandina hilbijartinan jî be, ne wezîr ne jî cîgir ne jî parêzger jî be û bawer be bi destûra Sûrî heger ev hemû merc pêk hatin ji mafê wa ye ku xwe berbijêre û dengê xwe jî bide.”






