Hêvî Keleş/ Qamişlo
Deqandina sembolan li ser laş yek ji kevneşpiyên beribçav ê çanda jinên Kurd e, ew bi nasname û mîrateya gelêrî ve girêdayî ye û wekî amûreke xweşikbûnê dihat bikaranîn.
Deqandina li ser laş di folklora civaka Kurdî de, bi taybetî di nav jinan de ku ew wekî şêweyek xemilandinê û ji bo îfadekirina nasnameya xwe ya çandî û civakî bi kar dianîn, beşek girîng bû. Berê, ev kevneşopî di nav dayikên dihat pratîkkirin, ku xal an sembol li ser şeklên heyv, roj, stêrk, an sembolên din bi wateyên taybet dihatin xêzkirin. Her çend ev adet bi pêşketina şêwazên jiyana nûjen re hêdî hêdî winda bûbe jî, ew di bîra gelêrî de wekî sembolek mîrata jinên kevnar dimîne.
Jinên Kurd û parastina mîratê
Jinên Kurd bi dehan salan e ku deqandina li ser laş dizanin. Ew bi karanîna amûrên pêwîst û materyalên kevneşopî yên wekî mûrek an komirê ku bi madeyên xwezayî re tevlihev bûye, li ser çene, eniyê, an jî nêzîkî lêvan dihat deqandin. Ev adet li gund û deverên gundewarî belav bû, li wir ew wekî beşek ji bedewiya jinên Kurd û nîşanek cudahiyê ya bi adetên civakî yên mîras ve girêdayî dihat hesibandin. Hin gotûbêj destnîşan dikin ku keçan ev deq di temenê ciwaniyê de, pir caran di dema bûyerên civakî de an piştî zewacê, wekî beşek ji rêûresmên kevneşopî yên ku ji hêla jinan ve di civaka Kurd de têne kirin, wergirtine.
Deqandin ne tenê xemilandinek demkî bû, ew xwedî gelek wateyan bû ku li gorî herêm, malbat û adetên herêmî diguherin. Li hin deveran, ew wekî sembola bedewî û inûsetê dihat hesibandin, lê li civakên din, ew bi parastina ji çavnebariyê an jî wekî nîşanek gihîştin û rewşa civakî ve girêdayî bû. Jinan deqandinê wekî beşek ji kesayetî û nasnameya xwe ya çandî didîtin, girêdana xwe bi kokên xwe û kevneşopiyên xwe yên kevnar re diyar dikirin. Deqandina gelêrî di nav jinên Kurd de bi stran û çîrokên kevneşopî ve girêdayî bûn ku bedewiya gundewarî û jiyana sade pîroz dikirin û wan dikirin beşek yekgirtî ya bîra çandî ya civakê.
Jinan di veguhestina vê adetê ji nifşekî bo nifşekî din de roleke bingehîn lîstin. Dapîr û dayik ji keçên ciwan re çîrokên li ser deqandin û girîngiya wan digotin, hewl didan ku kevneşopiyên gelêrî yên kevnar biparêzin. Deqandina dembolên reş aliyek ji jiyana civakî ya jinên Kurd di demên berê de nîşan dide, ku jinan kevneşopiyên gelêrî wekî beşek ji nasnameya xwe ya çandî diparastin.
Pêvajoya deqandinê gelek caran li malan an kombûnên taybet ên jinan dihat kirin, ku jinek xwedî ezmûn derziyek destan û boyaxên xwezayî bikar dianî da ku xala reş li ser çerm xêz bike. Tevî êşa ku keçan di dema tatoyan de hîs dikirin, gelek kesan ew wekî pratîkek xwezayî dihesibandin ku bedewî û pabendbûna bi adetên civakî nîşan dide. Ev rêûresm carinan bi stranên gelêrî û sohbetên jinan re dihatin ku atmosfera jiyana kevneşopî li gundên Kurdan nîşan didan û didan deqandin aliyekî civakî ku ji xemilandina sade derbas dibû.
Kêmbûna wê di serdemên nûjen de
Deqandin di dehsalên dawî de ji ber guhertina têgînên bedewiyê, belavbûna madeyên bedewiyê yên nûjen û zêdebûna hişmendiya perwerde û tenduristiyê, bi awayekî eşkere kêm bûye. Bandora medyayê û vebûna çandî jî di guhertina têgihîştina nifşê ciwan a li ser deqandinê kevneşopî de beşdar bûye û gelek ciwan niha wan wekî adetên kevnar dibînin ku êdî bi jiyana nûjen re li hev nakin. Digel vê yekê, hin jinên pîr hîn jî deqandinê xwe yên kevin diparêzin, wan wekî beşek ji bîranînên xwe yên kesane û mîrata çandî dibînin.
Deqandin aliyekî nasnameya jinên Kurd temsîl dike, ezmûnên jinan di civaka kevneşopî de û têkiliya wan bi adetên ku jiyana wan a rojane şekil dane nîşan dide. Ev sembolên sade xwedî nirxek dîrokî ya girîng in, ji ber ku ew aliyên jiyana jinan di demên berê de belge dikin û xwezaya civakê û têkiliyên civakî yên ku di wê demê de serdest bûn eşkere dikin. Parastina bîranîna vê mîratê ne hewce ye ku vegere pratîka wê, lê belê balê dikişîne ser belgekirina wê wekî beşek ji dîrok û çanda gelêrî ya jinên Kurd.
Hebûnek di bîr û hunera gelêrî de
Deqandina sembolên reş hîn jî di hin wêneyên kevin, berhemên hunerî û fîlmên mîratî de xuya dike ku civaka Kurd a berê nîşan didin, ku ew wekî sembolek dîtbarî ya ku jina gundî ya kevneşopî temsîl dike kar dike. Ev sembolên gelêrî beşek ji dîroka civakî ya herêmê pêk tînin û ji nifşên nû re şansek pêşkêş dikin ku jiyana jinan di serdemên berê de fam bikin. Deqandina sembolên reş yek ji sembolên kevneşopî ye ku bi jinên Kurd û çanda wan a gelêrî ve girêdayî ye û di salan de wateyên estetîk û civakî yên cihêreng hilgirtiye. Tevî kêmbûna belavbûna wê ya îro jî, ew hîn jî beşek ji bîra kolektîf a civaka Kurd û mîrata jinan temsîl dike û sadehiya jiyana kevneşopî û kûrahiya adetên ku ji nifşekî ve têne veguhastin nîşan dide.






