Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zilamê duyemîn’ê DAIŞ’ê Ebû Bîlal bi operasyonekê hat kuştin

20/05/2026
in CîHAN
A A
Zilamê duyemîn’ê DAIŞ’ê Ebû Bîlal bi operasyonekê hat kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

‘Zilamê duyemîn’ di nava DAIŞ’ê de Ebû Bîlal El Mînokî di operasyonekê de hat kuştin. Serokê DYA Trump got, “Bi kuştina wî re dê êrişên DAIŞ’ê li seranserê cîhanê qels bibin”.

Roja Şemiyê di 16’ê Gulana 2026’an de, Serokê Amerîkayê Donald Trump kuştina Ebû Bilal El Mînokî, ku wî ew wekî ‘Zilamê duyemîn ê çeteyên DAIŞ’ê li seranserê cîhanê bi nav kir, di operasyoneke hevbeş a di navbera hêzên Amerîkî û Nîjeryayê de ku roja Înê, 15’ê Gulana 2026’an de pêk hat, ragihand. Trump operasyon wekî operasyoneke ku bi baldarî hatiye plankirî û pir aloz bi nav kir.

Her çend cihê rastîn ê êrişê nehat eşkerekirin jî, lê rayedarên Nîjeryayê paşê diyar kirin ku operasyon li Hewza Gola Çadê, herêmek ku demeke dirêj wekî baregehek ji bo komên çekdar û terorîstan yên ku li seranserê Nîjerya û welatên cîran tevdigerin, hatiye kirin.

Ev operasyona ya herî nû di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Nîjeryayê de ye, ji dema ku hevkariya wan a ewlehiyê di sala borî de dest pê kir, piştî îdiaya Trump ku di krîza ewlehiyê ya Nîjeryayê de Xiristiyan dibin hedef herwiha gefên wî yên destwerdana leşkerî ya Amerîkayê.

Di sala 2018’an de, navê Ebû Bilal El Mînokî, serçeteyê DAIŞ’ê li Afrîqaya Rojava, derket holê. Derketina navê wî piştî bidarvekirina Maman Nûr hat, ji wê demê de ve ji serçeteyeî herêmî bû zilamê duyemîn ê rêxistinê li seranserî cîhanê.

Piştî ku Ebû Bilal serokatiya rêxistinê girt ser xwe, bi dehan ji çekdarên ku li Rojhilata Navîn perwerde dîtibûn, tevlî rêxistinê li rojavayê Afrîqayê kirin. Ev gavek bû sedema cudahiyekê di cewher û asta operasyonên terorîstî yên rêxistinê de.

Di rojên beriya kuştina wî de, Ebû Bilal operasyonên xwe ji herêma Benî Şêx a eyaleta Borno li rojhilatê Nîjeryayê dimeşand, ku di mehên dawî de bibû cihê operasyonên DAIŞ’ê.

Zêdebûna oprasyonên terorê

Bi radestkirina Ebû Bilal ji bo birêvebirina DAIŞ’ê li Rojavayê Afrîqayê, çalakiyên terorê li herêma Peravê û Gola Çadê bi awayekî balkêş zêde bû.

Li gorî Texmînên Terorîzma Cîhanî ya 2023’an, serokatiya DAIŞ’ê ji aliyê Ebû Bilal ve li Afrîqaya Rojava bi zêdebûna ji sedî 2 hezar di hejmara qurbaniyên êrişên terorê de li herêma Peravê re hevdem bû.

Li gorî Texmînan, ji deh welatên ku herî zêde ji terorrê bandor bûne, pênc li herêma Peravê ne. Ev herêm ji sedî 19 êrişên terorê yên cîhanî û ji nîvê zêdetir qurbaniyên girêdayî terorê li seranserê cîhanê pêk tîne.

Li gorî Databasa Cihê Şerên Çekdarî û Bûyeran (ACLED), di sala 2025’an de Nîjeryayê zêdebûna herî mezin a qurbaniyên terorîzmê li cîhanê tomar kir, ku ev hejmar ji 513 kuştinan gihaştiye 750 kuştinan û ji sedî 46 zêde kir.

Çarêka yekem a 2026’an di nava 10 salan de ya herî kujer bû, di çarçoveya zêdebûna êrişan bi rêjeya ji sedî 25.

Ebû Bîlal çawa kar dikir?

Di heft salên borî de, Ebû Bîlal karîbû avahiya operasyonî ya rêxistinê li Rojavayê Afrîqayê xurt bike û şiyanên wê yên meydanî zêde bike.

Ebû Bîlal hewil da ku hêmanên biyanî yên xwedî tecrûbeyên şer a berfireh ji Rojhilata Navîn û deverên din ên di bin kontrola komên cîhadîst de tevlî xwe bike, van hêmanan karîbûn di hawîrdora pevçûnê de taktîkên nû pêş bixin.

Di heman demê de Ebû Bîlal taktîkên nû di operasyonên DAIŞ’ê de destnîşan kir, di nav de berfirehkirina êrişên danê şevê li ser avahiyên leşkerî, destpêkirina êrişên hevrêzkirî, bicihkirina dronên çekdarî ji bo çavdêrî û êrişê, ji bilî karanîna teqemeniyên destçêkirî û baştirkirina ragihandina meydanî û hevrêziya lojîstîkî.

Derketina holê ya dronên çekdarî di pevçûnan de ji bo plankerên ewlehiyê yên li welatên herêmê cihê fikarê bû. Di demên dawî de, Ebû Bîlal ji bo ku seçete neyên hedefgirtin, taktîka bikaranîna yekîneyên veguhêz bi kar aniye.

Herwiha danasîna sîstemên teknolojîk jî zêde kir, ku ev yek jî hewldanên hikûmetan ji bo qelskirina şiyanên şer ên komên terorîst asteng dike, ku bi saya teknolojiyê ew karîbûn bandora xwe berfireh bikin û li hember êrişên hêzên hikûmetê li ber xwe bidin.

Trump kuştina ‘Zilamê duyemîn’ ê DAIŞ’ê ragihand

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) got, ‘Zilamê duyemîn’ ê çeteyên DAIŞ’ê li cîhanê Ebû Bilal El Mînokî di operasyoneke hevbeş a Amerîka û Nîjeryayê de hat kuştin.

Trump anî ziman ku operasyon piştî şopandina tevgerên El Mînokî li Afrîqayê pêk hat û got, bi kuştina wî re dê operasyonên DAIŞ’ê li seranserê cîhanê qels bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.