Gulîstan Xalid
Şerê ku bi salan di Sûriyeyê de dom kir, di encama wê de ne tenê bajar hatin wêran kirin, lê di heman demê de têgihîştinên kevin ên dewlet, têkiliyên civakî û modelên klasîk ên desthilatdariyê li Rojhilata Navîn jî xiste bin pirsyareke kûr. Îro, dema ku nîqaşên li ser “Sûriyeyeke nû” piştî şer diqewimin, yek ji pirsên herî bingehîn bêbersiv dimîne: Gelo Sûriye bi rastî jî êdî hevjiyana demokratîk ava dike, an jî ew ê bi gotinên nû zîhniyeta kevn a dewleta neteweyî ji nû ve hilberîne?
Di navenda vê pirsgirêkê de Kurd û bi taybetî modela rêveberiyê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê hene. Ji aliyekî ve, gotinên “entegrasyonê” tên gotin, lê ji aliyê din ve, hewl tê dayîn ku zîhniyeteke dewleteke navendî ji nû ve were avakirin. Tam jî li wir nakokiya bingehîn derdikeve holê: Gelo tiştê ku tê nîqaşkirin bi rastî entegrasyona demokratîk e, an jî asîmîlekirina nasnameyên cûda di nava navendê de ye? Geşedanên dawî yên li Sûriyeyê nîşan didin ku ev ne tenê pirsgirêkek siyasî ye, lê di heman demê de pirsgirêkeke hişmendî û dîrokî ye jî.
Gereke baş bê zanîn ku aloziyên 15 salên derbasbûyî, û krîza dewletê li Sûriyeyê ne tenê leşkerî bû. Tevgerên gelêrî yên ku li Sûriyeyê dest pê kirin ne tenê li dijî krîzên aborî an pirsgirêkên ewlehiyê bûn. Ew her wiha nerazîbûnek li dijî nasnameyên ku bi dehsalan hatibûn înkarkirin, îradeya civakî ya ku hatibû tepeserkirin û îdeolojiyek dewletî ya yekreng bûn. Bi taybetî ji bo Kurdan, pirsgirêk ne tenê li ser mafên çandî bû. Ji ber ku bi salan, Kurd ji hemwelatîbûnê bêpar man, zimanê wan qedexe bû, ew ji hêla siyasî ve hatin paşguhkirin û bi awayekî sîstematîk derveyî wê hatin hiştin.
Dibe ku hikûmeta nû îro zimanê xwe guhertibe, lê pirsa rastî ev e ku gelo zihniyeta wê guheriye. Ji ber ku li Rojhilata Navîn gelek caran vegotinên “serdema nû” hatine pêş, lê zihniyeta dewleta kevn bi awayên cûda vegeriyaye. Avahiya navendî hatiye parastin, tenê têgîn guheriye. Ger îro, di bin navê entegrasyonê de li Sûriyeyê, armanc ew be ku hemû cudahî di navendekê de werine helandin be, ev ne çareseriyek demokratîk e; ev tê wateya ji nû ve hilberandina krîza kevn e.
Ger ku dewlet xwedî hişmendiya berê be, kurd ne kurdên berê ne. ne li Rojava ne jî li tu parçeyeke din kurd bê bijartek û bê rêxistinbûyîn nînin. Ger ku îro li her derê kurd piştî têkoşîna bi salan dibêjin em amedene bi dewletê re entegre bibin, ev bi baweriya avakirina pêşerojeke nû ve dibêjin û ji bo wê gav davêjin. Kurdê ku ji mirinê natirse ji bo jiyana azad bi baweriya ku ne bi şer, bi Entegresyona Demokratîk ve jî dikare bighêje vê ermancê, nêzîk dibe. Îja kurd bi çavkoriyekê vê nakin, bi nasîn û zanîna ku Entegrasyona Demokratîk çi ye, tevdigerin…. Dom dike






