Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê rojê min roj nedît û ez bi windabûnê re bûm yek

20/05/2026
in Serbest
A A
Wê rojê min roj nedît û ez bi windabûnê re bûm yek
Share on FacebookShare on Twitter

Cûdî Îbrahîm

Ez ne weke her rojê ji wê xewê şiyar bûm, di dilê min de bi hezaran tofan, ez dihejandim. Çavê min li riya birayê min bû, dilê min bi şewat bû, weke volkanekê bû, hin caran ez di bin betaniyê û serê min li ser balîfê, ez ji xwe ra digriyam û tenê digriyam. Heta berbanga sibehê, hîskîniya min stêrkên şevê jê şerim dikirin. Heyv tune bû. min li dora xwe tiştekî ku ez hêviya xwe pê girê bidim tune bû. Navê min Emel bû ango bi Kurdî Hêvî bû. lê bedena min ya li erdê û hêsrên min yê ji baranekê jî zêdetir, qet hêvî jî nedida dilê min. temenê min jî 11 salî bû, lê ez bi hezaran salî bûm di wê demê da. Jiyana min ya bi qasî peyxemberekî dirêj bû.

Di wê berbangê da ez li gundê xwe bi zarokan ra jî derneketim lîstikê, hew di nava qurzîka hindir da û li benda birayê xwe bûm. Min dizanî bû ku dê min tenê bihêle. Ez difetisim  ji kerba ra. Cara dawî jî min birayê xwe nedît û dilê min pêra tevizî û min got tiştek pêy hatiye. Çar mehan, lê bi qasî çar serdeman ez li bendê bûm û ez her rojê jî digriyam.

Her rojê ez derdiketim û min sebra xwe bi berhevkirina gulan dianî. Lê min di her gulekê da hêsrên xwe jî dibarandin û bi dev diketim erdê. Hindirê min da her tişt wêran bûye, qey komkujiya geliyê Dêrsimê û Helebçayê lê hatiye, her tişt wêran e. Min digot qey birayê min êsîr e, lê min nizanî bû ku dê feleka xayîn ji bo ku min li ber dîwar bihêle, dê wiha bike û min tenê bihêl e. Min nizanî bû ku birayê min li ser axa sar û erdê qerimî bêy giyane. Ew li erdê ye, destê wî, rûyê wî, lingên wî, dêmên wî, cilên wî, çavên wî, lêvên wî, li erdê ye. Ez a reben jî dûrim ku li ser bedena wî ji xwe ra lorîkan bêjim û bigrîm. Min hîs dikirin hin caran ku canê xwe serma girtiye, li şûna wî min betaniyeke zêde dikir ser xwe.

Ew jî li ser wê axê, bi canê xwe yê tevizî, bi rûyê wî yê ku êdî naşibe dêmên wî yên kevin. Min her ew xeyal dikir, destê wî li ser axê, rojê dabû bedena wî, canê wî bi rojê gerim dikir û bi şevê jî sar dikir, porê wî weke berê bû, weke ku nû şeh kiribe, çavê min li her derê wî bû, ez digriyam û dişewitiyam. Min hin caran devê xwe dikir wî balîfî û ji bo ku giriyê min dernekeve û dayîka min ya dilşikestî jî bi giriyê min nehise, min bi bêdengî hêsir dibrandin. Hin caran min û dayîka xwe jî bi wê şewatê em bi hev ra digriyan. Serê min li ser çonga wê, destê wê li nava porê min. Hêsirên wê li rûyê min diketin û hêsrên min jî li ser lingên wê û bi canê wê da diçû. Kerba me, ewir, ezman, stêrk û heyv derbas dikir.

Ji wê şeva ku ez ê jêra bêjim şeva bêy deng, bêy hest, bêy can, bêy heyv û stêrk, heta ez dikarim bêjim jî bêy min. ez bi tenê. Kezeba min weke dîwarekî ku sed sal lê çûbe û tenê hin ax û kevir lêbe, deriyê wê yê zengarî ku dayîkekê bi hêviyekê ew derî lê danîbe lê piştî wê bahoza ku ne dîwar û ne jî derî lê mabe, ew hilweşandibe. Tûrikê wê li pişta wê û ew ber bi cihekî nediyar ve, weke min bêy hêvî be û li wan deran bi tena xwe bigere û pejna her kesî jî jê pirs bike.

Ez jî wiha bûm. Birayê min li wî erdî sar bejna wî ya weke Kurdistanê êşiyayî û li ser erda cîhanê razayî ye. Bi wê rojê ra bavê min biryar da ku biçe Hesekê da ku ez jî nas bikim bê birayê min çi pê hatiye, dilê bavê min jî hinekî rihet bibe û giriyê dayîka min jî kêm bibe. Lê Ez? Ez ê çawa bikim. Çavê min li riyê bû. çavê min li demijmêra  bû, çavê min li her derê bû.

Dem ber bi rojava bû, bejina rojê êdî diçû û dê dîsa jî tarîtî bikeve erdê. Ez li ber deriyê malê rûniştîbûm. Ji nişka ve tilefona mala me lêda. Dema ku deng ji wê odeya mala me derket û dest bi hawarê hat kirin. ez bi çong ketim erdê. Lingên min min ranedkirin ku ez ber bi wê odeyê va biçim. Di navbera min û wê odeyê da ew derî û dîwar bû. lê deng dihate min ku çibûye. Min hîna jî nizanîbû ku Şehîde an jî Esîre.

Min ji xwe re digot ku dibe esîr be û ew deng hawara kêfxweşiyê be. Min dîsa hêviyê xwe qut nekir, ez bi lingên xwe rabûm û min destê xwe avêt wî derî û min dît malbata min digrîn. Li mala me ji bo Birayê min  şahî bû. Lê şahiya çi? Li der dora mala me bi sedan erebe hatin seknandin û bi hev ra bang dikirin û digotin `Şehîd Namire` a wê demê ez bi dev ketim erdê û min dest bi girî kir. Kanî jî ne wiha ye. Hawara min ezmanê li jor diqelişand. Her kesî li çavên min dinerî û ez digriyam. Birayê min şehîd e.

Di wê rojê da ez bi dev ketim erdê, devê min tijî ax bû û ez jî weke biryaê xwe li wî erdê sar min pal da. Dema ku min çavê xwe vekir rojek jî li ser min re çibû. Di destê min yê bi çûk de sîrom û derzî û min li dora xwe niherî. Min dît ez bi tenê me û min ew tenêtî ji xwe re weke fersendekê dît û weke dayîkeke dilşewat bi çend hêstiran ez giriyam. Hatin ez birim. Ez birim cihekî din. Min dît malbata min giştî hawara wan li ser wê tabûtê tê, ez sekinîm û hemşîretî li dora min bûm sîroma min rakiribûn. Gelo dikarin barê di dilê min da jî rakin. Ez wiha sekinî bûm û matmayî bûm.

Ez bi çend gavan meşiyam û min dît ew tabût rakirin û birin odeya xemilandinê. Ez û malbata xwe jî ketin wê odeyê. Li ser birayê min vekirin. Ez çûm ser tabûtê. Hawarê ev birayê min e. Min got tu çawanî Berxo. Navê wî Berxo bû, Berxo yekem care ku bersiva min nade. Min serî xwe danî ser serê wî, hêsrên min rûyê wî şil kir. Min ew rûyê wî maç kir û jêre got `Cihê te bi gasî vê gerdûnê fereh be` û min xatir jê xwest. Weke berê bû. natibû guhertin pir. Hinekî dêmên wî hatine guhertin. Bi kenekî li ser rûyê wî. Min xatir jê xwest.

Ez li merasîma şehîdan bûm û di herdû destê min da jî ew sîrom. Min bi êşa wê hîs nedikir weke êşa birayê xwe. Ez nediêşiyam. Wiha mabûm matmayî, min li wêneyê wî dinerî û piştî merasîm jî bi dawî bû. min bi destên xwe ax bir ser tabûta birayê xwe û dûra li goristana şehîd Dicle min dilê xwe xiste bin axê û ez çûm……

Ev çîrok bi devê Emel ya 11 salî ye bi bendewarî bû li benda birayê xwe. Min çîroka wê di roja merasîma birayê wê Berxo de ji devê wê bihîst û ez jî pêre hinekî giriyam. Lê ji min re jî got ew ji bo azadiya me Şehîd bûye. Min ew hembêz kir. Çîrokeke zarokeke bi êş ya ji Kobanê. Li benda birayê xwe bû. Lê birayê wê bi şêwazekî ku ne di xeyalê wê de bû hatibû. Emel navekî ku dê her bi min re jiyan bike, dê êşa wê jî di mejiyê min dernekeve.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.