Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji ber barana zêde zeviyên kemûnê zerarên mezin dîtin

20/05/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Ji ber barana zêde zeviyên kemûnê zerarên mezin dîtin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Cotkarê bi navê Ebdulhelîm Reşik ku berhema kemûnê çandiye diyar kir ku ji ber barana zêde û piştre gerhmahî, di nav zeviyên kemûnê de nexweşî belav bûn û got, “Zeviyên kemûnê zerarên pir mezin dîtin.”

Di nava berhemên çandiniyê yên bêhnxweş û dermanan de çandina berhema kemûnê pirojeyeke pir xeter û hesas e. Serkeftina wê jî bi rewşên avhewayî girêdayî ye. Barana zêde ya ku îsal bariya hêviya cotkaran ji nû ve çêkir, lê ji ber germbûn û şilbûna zêde ya ku piştî baranê rû da, hişt ku gelek neweşî di nava piraniya zeviyên cotkaran de derkeve.

Îsal zeviyên berhemên derman û bêhnxweş li hemberî zehmetiyên mezin rû bi rû man, tevî demsala bi barane jî, lê hin zehmetî derketin holê, wekî derketina nexweşiyên ji ber şilbûna zêde û germahiya kêm, bi taybetî li hin zeviyên kemûnê, lewma guherînên avhewayê bû sedema rîskê ya domdar, ku di salên berê de ji bo cotkaran bûye sedema windahiyan, bi taybet bi destpêkirina bahozên teyrokê re, ku li hin deveran, bi taybetî li Amûdê û Derbasiyê, zirar da berhemên kemûnê.

Li gorî agahiyên ku ji Komîteya Aborî, Çandinî û Ajaldariyê ya Cizîrê hatine wergirtin, qada avdanê ya ji bo çandina berhemên dermanî û bêhnxweş li herêma Cizîrê ji bo demsala çandiniyê ya 2025/2026`an gihaştiye nêzîkî 87 hezar û 96 donim.

Qûnaxên çandina kemûnê

Çandina Kemûnê bi çend qûnaxên hesas derbas dibe, ku ji proseya tovkirinê destpê dike, çi di destpêka Sibatê de ji bo berhemên ku bi baranê têne avdan an di cotmehê de ji bo berhemên têne avdan, piştre qûnaxa “Efesh” e, ew jî paqijkirina zeviyan e, rakirina nebatên xeter an ceh û genimên ku di nava berhema Kemûnê de çêdibe, ku bandorê li ser hilberîna wê dike.

Li gorî cotkaran derdora 90 rojî ji bo mezinbûna berheman pêwîste, di vê demê de derdora 40 roj tov di bin erdê de dimîne berî ku mezin bibe, herwiha 50 rojên din hewce dike da ku ji bo çinînê amade be.

Di qûnaxa çinînê de, berhem bi destan tê çinîn, piştre tê hiştin da ku hişk bibe berî ku bi alavên taybetî dabeşkirinê bên ji hev veqetandin, ev prose ked û demeke dirjê divê, lê di heman demê de ji bo parastina kalîteya zeviyan pêwîste.

Gelek cotkar li erdên ku bi salan nehatiye çandin, Kemûnê biçînin da ku ji nexweşiyan dûr bikevin û hilberîneke bilindtir misoger bikin.

Cotkarên kemûnê bi windahiyekê rû bi rû mane

Li gundê Topo yê girêdayî bajarê Amûdê, cotkarê bi navê Ebdulhelîm Reşik îsal 130 donim berheman Kemûnê çandiye, ji me re behsa zehmetiyên ku tê re derbas bûn û demsala Kemûna Îsal kir û wiha anî ziman: “Tevî baran baş a îsal ku bariya, lê çandinî ne bi awayekî baş e. Di destpêka çandina berhema Kemûnê de, ji ber baranê me nikarîbû biçînin, ji ber vê yekê em dereng man da me Kemûna xwe çand herwiha Kemûn jî dereng ma heya ku mezin bû. Ji ber barîna teyrokan gelek zirar gihaşt zeviyên me, cara yekemîn dema ku teyrok bariya bi rêjeya ji sedî 75 zirar gihat berhemê, piştre me derman kir lê bi barîna teyroka cara dûyemîn zeviyên min ji holê rakir, yê mabû jî winda bû ji ber guhertina avhewayê. Niha jî ez li bendê deraseyanim da ku erd bê ajotin. Yê ku Kemûna wî hebe ji niha û 10 rojên din eger rewşa avhewayê dîsa neyê guhertin wê cotkarên ku erdên wan zirar neghaştinê dest bi çînîê bikin.”

Ebdulhelîm Reşik tekez kir ku çandiniya îsal bi zehmetî derbas bû ne tenê ji bo Kemûnê lê hemû berhemên çandiniyê yên din jî.

Zehmetiyên cotkaran  

Cotkar Ebdulhelîm Reşik behsa zehmetiyên ku di warê çandiniyê de derdikeve û wiha got: “Gubre li gorî sala borî buha bû her tonek ji 750 heya 800 dolarî bû, sala çûyî bi 400 heya 450 dolarî bû, baran pir bû û hewceya zeviyan bi semadê hebû, lê ji ber buhabûnê gelek cotkar îmkanên wan tune bû ku bikrin û zeviyên xwe semad bikin, cûreyên semadê hebûm Çînî, Îrarî, Rûsî û ya Sûrî jî hebû lê hemû buha bûn. Mazota ji bo derasyan nehatibû diyar kirin û nedihat peyda kirin, heya niha rêvebriya sotemeniyê carekê tenê mazot belav kiriye. Ji xwe mazota terektoran ev du salin mazot nayê dayîn ji bo wan. Bi awayekî giştî wekî ku em dibînin piştgî ji bo çandiniyê tune ye, em bi hêvî ku li ser vê yekê bê sekinandin”

Nexweşiyên ku di nava zeviyan de derket

Li gorî Ebdulhelîm Reşik gelek nexweşî di nava zeveiyan derket, û wiha diyar kir: “Nexweşiya fungî ji ber şilbûn û barana zêde derket, piştre zingariya pelan derket, hin cotkaran derman kirin lê ji ber belavbûna wê cotkaran dev ji dermankirinê berdan. Di heman demê de jî kurmê pelan li gelek zeviyan derket.”

Kemûn berhemeke pir hesas û xeter e   

Kemûn berhemek e ku şert û mercên avhewayê yên baş hewce dike, ji ber vê yekê di her rewşeke guhertina avhewayê de, ew li hemberî windahiyeke mezin tê. Kemûn bi awayekî mezin bi hişkesaliyê bandor dibe, herwiha qeşa û barîna teyrokan dikare berhemê ji holê rake. Wekî din bayên bihêz di hin qonaxên mezinbûnê de jî dibin sedema kêmbûna hilberîna berhemê.

Ji ber hesasbûna Kemûnê cotkar her dem dudilî ne ka biçînin an na. ji aliyekî din ve serkeftina wê di hin demsalan vebijêrkek balkêşe, bi taybet bi kêmbûna lêçûnên wê li gorî berhemên din. Pêşeroja vê berhemê bi du faktorên sereke ve girêdayî ye: şert û mercên avhewayê yên aram û hebûna kanalên kirîn û frotinê yên bi bandor, ku dê kêmkirina xetereyan û zêdebûna şiyana aborî ji bo cotkarên misoger bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.