Lîloz Hisên/Tirbespiyê
Cotkarê bi navê Osman Xidir Salih geşbîniya xwe anî ziman li ser serkeftina demsala çandiniya îsal û hêvî kir ku demsal bi heman serkeftinê heta çinînê bidawî bibe.
Demsala çandiniya îsal bi saya barîna rêjeyeyên mezin ji baranê li gorî salên borî, hişt ku xurtkirineke balkêş di helberîna çandiniyê de çêbibe, nemaze başkirina rastiya avê û çandiniyê li hemû deverên Rojava. Di heman demê de bi awayekî zelal demsala çandiniyê ji ber barana zêde ya ji destpêka sale ve biserkeftî hate dîtin, ji bilî çandiniyên dermanî û bêhnxweş ku ji ber bahozên baran û zîpkê gelek zirar gihand zeviyên cotkaran û bû sedema windahiyeke mezin li hin deveran.
Demsal bi avhewayeke guncav derbas bû

Demsala 2026’an bi şert û mercên avhewayî yên guncav derbas bû, herwiha vê yekê bandoreke erênî li ser rastiya çadniniyê nîşan da, ji ber ku barana zêde ya ku bariya hişt ku berdariya axê baş bike û çavkaniyên avê xurt bike. Wekî din piştgiriyek mezin da beşê Sewalkariyê di rêya dabînkirina çavkaniyê avê yên têrker.
Ji xwe wekî me anî ziman, tevî van erêniyan jî gelek dever û zevî bi bahozên baran û teyrokan rû bi rû man, hişt ku hin zevî bi temamî û hin jî bi awayekî beşan zirarê bibînin, bi taybet çandiniyên dermanî û bêhnxweş wekî Kemûn û Kizbera.
Gerên çavdêriyê hatin kirin
Rêveberiya Çandiniyê ji destpêka demsala 2026’an hemû tedbîrên pêwsît ji bo serkeftina çandiniyê girt, lewma gelek gerên meydanî ji bo şopandina rastiya zeviyên pêk anîn, bi taybet zeviyên genim û ceh, bi armanca keşfkirina zû li ser nexweşiyan.
Cotkar geşbîniya xwe nîşan da
Barana zêde ya îsal şilbûna axê baştir kiriye û deopkirina avê di erdê zêde kiriye, ev yek jî piştgirî daye gihandina berhemên bingehîn, ji bilî başkirina şînatiyan bi giştî.
Derbarê vê mijarê de cotkarê bi navê Osman Xidir Salih ku ji Ebû Xeşebe û niha zeviyekî li gundewarê Tirbespiyê birêve dibe ji rojnameya me re tekez kir ku rewşa çandiniya îsal pir baş e û wiha anî ziman: “Demsala 2026’an bi saya barîna baranê serkeftî bû, em hêvî dikin ku demsal bi heman serkeftinê, heta çinînê biqede.”
‘Cudahiyek pir mezin li gorî sala borî heye’
Osman Xidir Salih destnîşan kir ku li gorî sala borî cudahiyeke pir mezin di navbera her du demsalan de heye û got: “Sala borî me çar caran zevî av da lê tu encam nehat girtin û demsal binketî derbas bû, lê îsal tenê bi barîna baranê bêyî ku rêyên avdanî bikarbînin demsal pir baş e. Ji ber guhertina avhewayê me hinek astengî dîtin, lê niha rewş başe, hêviya me heya dema çinînê rewş wiha be, da ku zirar neghêje zeviyan.”
Li Rojava îsal li gorî sala borî, demsalek çandiniyê ya berbiçav derbas bûye. Barana ku bi rêjeyek mezin bariye beşdarî serkeftina hilberîna çandiniyê bû û zeviyên cotkaran parast ye.
Berfirehbûna qadên çandiniyê
Sektora çandiniyê di deverên ku çandinî lê hatiye kirin berfirehbûnek tomar kiriye, ku hejmara destûrên çandiniyê ji 23 hezar derbas bûye. Erdê avî gihaştiye nêzîkî 2 milyon û 77 hezar donimî, herwiha erdê ku bi baranê tê avdan ji 3 milyon û 250 hezar donimî derbas bûye.






