Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Civakbûna li dora nirxên xwe bibe xeleka zincîrê, dikare bidome.

20/05/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Ehmed Hesen

Weke çawa afirîneriyên xwedayî di nava cîhanê de weke pîroziyên bi nirx tên dîtin û hurmet û parastina wan tê kirin, nirxên civakê jî bi heman ferasetê xwedî qîmt in. Ev nirx hema bi xwe nebûne nirxên giranbiha, lê belê di encama bedeldayîn û keda hezar salan a civakan de wisa lê hatine ku bibin xwedî pîroziyek, di serî de ji afirîneriyên destpêkê yên civaka xwezayî bigire heta 103‪ meyên jinê yên ku ji aliyê zilamê baviksalar ve hatine dizîn, dîsa ji çêkirina amûrên destan bigire heta danîna kevirê yekem ê şaristaniya civakî heta avahiya roja me ya îro ku kêlî bi kêlî mezin dibe, hemû jî di encama parastina nirxên civakî yên madî û manewî de derketine holê. Norm: Ji rêgezên çandî yên bi riya pergala perû û ciza kirinê derdikevin û bandorê li ser lebatên kesan dikin re tê gotin. Nirx, xwediyê hêza ‘dayîn kirinê’ ne. Nirx, mekanîzma kontrolkirina nirxan in. Nirx, şiklê jiyana endamên civakê bi lebatên çandî diyar dike. Kes, bi saya serê van nirxên civakî yên tixwîbê mebest û lebatên mirovan diyar dikin, dikare di derbarê lebatên kesên din yên endamê civakê ne texmîn bike. Yanê di kîjan rewşê de kesek wê çawe bilive, mirov li gor nirxan dikare texmîn bike. Bi saya serê van nirxên civakî mirov weke civakekê bi hevre dijîn. Mînak têkiliyên malbatê, dayîn û standina di nava gundî û cîranan de, keft û lefta civakê ya ji bo hilberîniyê û hwd li gor nirxên civakî pêk tê. Ev hebûna cîhanî jî ne di encama kedxwariyê de pêk hat, lê belê berhema keda milyon salan a mirovan e ku dane ser hev û heta roja me ya îro hatine.

Civak, li gor pêdiviyên civakê yên bingehîn, pergala normên civakî ji xwe re ava dike. Navê vê pergalê ji ‘sazîbûn’e. Mînak ol, perwerdehî, malbat û hwd. Her saziyekê ji di nava demê de nirx û normê xwe çêdike û civak li dora van nirx û norman kom dibe. Kes, şiklê jiyana xwe, hest û liven xwe, têkilî û dayîn û standinên xwe, li gor nirx û normên civaka kû ew di navde dijîne li hevtîne.

Di dirêjahîya dîrokê de bi qasî ku sermaye û dewletdarî bi hemû qonaxên xwe li ser piyên koleyan ava bûbe, ewqas jî jiyan û berhemên ku niha di destên me de encama keda mezin a civakan e. Dîsa li vir gotina ku dibêje “ji nebûnê hebûn, ji tarîtiyê ronahî afirîn” muhra xwe li vê dîroka pîroz a civakî dide. Tiştên ku îro bi hêsanî tên afirandin û bikaranîn ji teknolojiyê bigire heta avakirina bajar û asîmanxaneyan hemû jî encama zayîna zanebûna civakên di dîrokê de cih girtine ye. Di roja îro de çendîn em behsa pêşketinên rûdidin bikin jî, em ê nikaribin hevrûkirineke rast di navbera çêkera civakî ya ji beriya 8 hezar sal û çêkera civaka roja îro de bikin, ji ber ku berê her tişt bi keda mejî û destan diqedî, niha bi keda teknolojiya û lezbûna wê diqede, li vir ez nabêjim teknolojiya jî ne berhema mirov e, lê belê ji mirov re bi qasî ku rê li ber hêsanbûnê vekir, ewqas jî derî li afirîneriya mejî girt, divê li şûna wê dîsa hêza afirêneriya mejiyê civakî xwe bidaya pêş. Ji ber ku ev nebû, afirêneriya xwezayî bû milkê cîhana hişê çêkirî û hêdî hêdî ji bin serweriya mirov derdikeve. Her nirxeke ku bi keda civakê bê qezenckirin û bikaranîn ewqas dikare di pêşeroja wê civakê de ronîdar bibe. Weke encam hêza civakî bi qasî ku xwedî li nixên xwe derkeve û bide parastin, ewqas jî bi azadiyan re dibe yekpare.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.