Stêrk Mihemed
Ji ber rewşa Rojhilata Navîn a tevlihev û hebûna şer, koçberî, wêranbûna dibistanan, belavbûna madeyên hişbir, bandora teknolojî, siyseta desthilatdaran û hwd…asta xwendin û perwerdeyê bi awayekî berbiçav paş ketiye.
Em niha di serdema teknîk û teknelojiya de ne ew jî xaleke sereke ye ku bandorê li ser pêşxistina asta perwerde û xwendinê li Rojhilata Navîn dike. Ger em vegerin serdemên borî em dibînin ku li gorî derfetên kêm asta xwendin û perwerdeyê li pêş bû, ji ber ku xwendin xala sereke ji bû pêşxistina civakê bû.
Li gorî derfetên kêm jêhatiyên xwendinê
Di serdema borî de li Rojhilata Navîn derfetên xwendinê kêmbûn, teknîk zêde pêş neketibû û zanist jî sînordar bû. Herwiha astengî di milê siyasî jî de hebû, qedexekirina xwendina bi zimanê dayîkê li gelek welatên Rojhilata Navîn jî pirsgirêk bû, di navbera gund û bajaran de rê tune bûn û derbaskirina rê gelek zehmet bû, herwiha rewaş aborî ya malbetan gelek xerab bû, derkefet nedida ku amûrên pêwîst ji bi dibistan û xwendinê bikirin, lê tevî van astengiyan jî xwendekar sekeftî û zîrek bû. Di hemen demê de li beramberî kêmbûna teknolojiya, asta mamost û minhacan bilindid bû û xwendekar jî pileyên bilind bidest dixistin. Herwiha xwendekar bi agahiyan dagirtî, terz û serkeftî ji qonaxên perwerdeyê derdiçûn. Di heman demê de ji bo nifşên din dibûn pêşeng.
Gelek malbetan ji ber zihniyata paşverû derfet nedidan keçan ku bixwînin an jî piştî refa 6’an xwendina xwe berdewam bikin, lê li hemberî astengiyan wan xwendina xwe berdewan dikirin û dibûn xwedî bawername.
Derfetên zêde û kêmbûna asta xwendinê
Niha cîhan di serdema pêşketin, guhertin û avakirinê de ye û derfetê pêşkêtinê jî gelek in. Lê tê dîtin ku li gorî hemû pêşketin û derfetên xwedinê xwendekar ji perwerdeya xwe dûrdikevin û xwasteka fêrkirinê li gel wan kêm dibe. Herwiha malbet hemû derfet, xwestek û amûrê wan peyda dike da ku xwandina xwe berdewam bikin, lê hezkirina xwandin û fêrkirinê li gel xwendekaran kêm bûye. Gelek ji xwendekaran ne bi îrade û daxwaza xwe derbasî dibistanan dibin, lê belê bi zora malbeta xwe derbas dibin, eger xwastek li cem xwendevan tune be, nikarin pêşketinê jî di xwe de ava bikin. Li piraniya welatên herêmê, perwerdehî li ser hînbûna ezberî ava bûye û xwendina rexneyî an hezkirina pirtûkan nayê teşwîqkirin. Hebûna hemû derfetan carinan dibe sedem ku xwendekar tu zehmetiyê nebînin û hewceyî bi hewldan an xebatê wekî xwendina pirtûkên kûr hîs nekin. Dema ku zarok her tiştî bêyî ked û hewldan bi dest bixin, nirxê tiştan di nav de pirtûk û perwerdehî di çavê wan de namîne. Meraqa hînbûnê tenê dema ku mirov hewcedariyê hîs bike çêdibe. Herwiha gelek caran jiyan û pêwistiyên zarokan bi rehetî ji aliyê malbetê ve ji wan re tê dayîn, ev jî dibe sedem ku zarok bar raneke û pêwistiyê bi xwendinê nebîne. Herwiha gelek caran ji aliyê malbetê ve pêşeroj û beşê xwendinê ya xwendekaran xuya dibe, ev dibe sedem ku sarbûna xwendinê li cem xwendekaran çêbibe ev hemû sedemên ber bi çavin ku dihêlin xwandekar ji xwendin û perwerdeya xwe dûr bikeve.
Mecbûriyeta dûrketina ji perwerdê
Gelek sedem hene ku dihêlin bi dare zorê xwendekar ji perwerdeya xwe dûrbikevin. Li Rojhilata Navîn ji ber şer û êrişên berdewam, xerabkirina dibistanan, koçberî, xizanî û hwd.. dihêlin ku xwendekar ji perwerdeya xwe dûr bikevin. Koçberî dibe sedem ku xwendekar ji dibistanê xwe qût dibin ev jî dibe sedem ku derûniya xwendekaran xerab bibe û nikaribin careke din ji nû ve dest pê bike. Herwiha derbaskirina madeyên hişbirê di nava xwendekar û zarokan de dibe sedema ku ciwan li ber madeyên hişbirê bikeve, mêjiyê xwe winda bike û dest ji pêşeroja xwe berde. Ji ber rewşa xizaniyê ya ku di Rojhilata Navîn de zêde ye zarok mecbûr dimînin ku dest ji xwendina xwe berdin û bi malbetê re alîkar bin. Herwiha nexwaşî ji sedemeke herî mezin e ku xwendekar ji perwerdeya xwe dûrbikevin. Dikare were gotin ji ber rewşa şer di Rojhilata Navîn de jîngeha guncaw ji xwendekaran re peyda nabe.
Bandora teknolojî û kapîtalîzmê
Em niha di serdema teknolijiyê de jiyan dikin ku teknolojî bi awayekî ne normal pêşketiye, ev pêşketina teknolojî çiqas erêniya xwe heye li beramberî wê jî ewqas neyîniyên wê hene. Pêşketina teknolojiyê di milekê de beş e, lê ew kesê ku bikar tîne diyar dike ku wê li gorî berjewendiya wan be an na. Di heman demê de bi her pêşketinek li ser cîhanê çêdibe re kapîtalîzim jî xwe pê re mezin û belavtir dike. Êdî pêşketin bûye tirs li ser zarok û ciwanan ji ber ku pêşketina teknolojiyê ne di milê berjewendiya xwe de bikartînin, lê belê di milê neynî û xerabûnê de tê bikaranîn. Lîstoka pobcî û bi seden lîstokên mîna wê ku bandoreke mezin li ser ciwanan çêkiriye, xwendekar ji xwendin, malbet, civak û derdor dûrketine. Lîstoka pobcî di 2018’an de derket pêş, lê belê di 2022’an de gelek pêşket û bi awayekî ne normal di nava civakê de belav bû, di nava dibistanan de mijara xwendekaran lîstoka bobcî bû ku çawa ew biserket, divê çawa bilîzin û hwd….
Herwiha di dema me ya niha de hişê çêkirî (chat GPT) gelek pêşketiye, zarok û ciwan li şûna ku mêjiyê xwe bikarbînin, dibînin ku hêsantire hişê çêkirî bikar bînin û ev dibe sedema paşketina şaneyên mêjî, newestandina mejî û xwe dispêrin hişêr çêkirî. Ev yek jî bi zihniyeta kapîtalîzmê hatiye çêkirin.
Siyaseta dûrxistina ji xwendinê
Xwendin bingeha pêşketina civakê ye, rê û resmên civakê bi xwendinê tê nîşankirin. Herwiha asta pêşketina xwendinê asta pêşketina civakê diyar dike. Di dema niha de metirsiyên mezin li ser pêşxistina xwendinê çêdibe, desthilatdar têdighêje ku civakek dikare bi rêya xwendinê pêş bixe û li dijî desthilatdariyê derkeve, ji ber wê bi her awayî û siyasetên cûr bi cûr hewil dide ku xwendekaran ji xwendinê dûrbixe û dilsar bike, herî zêde siyaseta xwe di aliyê teknolojiye de pêşxistiye. Bi firikên ku bala ciwan bikşîne dixebite ji ber ku ciwan di temenê xwe yên ciwantiyê de ne meraq dikin ku her tiştî nasbikin û li pey kevin.
Di Rojhilata Navîn de siyaseta dûrxistinê ji xwendinê, kêmbûna asta zanînê û bezandina li pey dewletê re tê meşandin. Bi awayê aborî û siyasî hewaldidin ku xwendekaran ji perwerdeyê dûrbixin da ku nikaribin kar bikin ji bo herdem bi hacetî dewletê bin. Rewşa aborî li Rojhita Navîn xerab bûne, buha zêde bûye û li beranberî wê dahatî nînin ev jî ji planên dewletê hatiye ku ciwan mecbûr bimînin dest ji xwendinê berden û biçin ji bi berjewendiya dewletê kar bikin. Ji ber ku mijarên herî sereke di jiyana mirovan de di destê dewletê de ye mecbûre ku li gorî wan biçin û dengê xwe nekin. Dikare were gotin xwendekar bûne qurbaniya berjewendiyên kes û dewletan ku bi wan planên xwe pêkbînin. herwiha gelek dewlet naxwazin ku diva gel ango xwendekarên wan de pêşketin çêbibe dam ku li hember siyaseta wan dernekevin.
Çareserî çi ye?
ji bo çaresriyê û pêşxistina civakê, pêwîste civak xwe bide îsbatkirin ku ew dikare li hember siyasetên cûr bi cûr yên desthilatdariyê, derkeve.
Yek ji girîngtirîn rêya çareseriyê di nava belavkirin û nîşankirina rêya rast ji bo pêşxistina xwendinê ev jî em dikarin bi rêya semîner, meş û çalakî di nava dibistan, peymangeh û zanîngehan de ji bo pêşxistina zimanê xwe û parastina xwendina xwe di nava xwendekaran bidin meşandin û bighêjin wê baweriyê ku bi parastina ziman û xwendina xwe parastina civaka xwe dikin, herwiha pêşxistina xwedinê pêşxistina civakê ye…






