Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Plana li dijî Başûrê Kurdistanê!

20/05/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrê

Dewleta Tirk ragihand ku yekem karwanê wê yê tiranzît di deriyê Girê Spî re, li nava xaka Rojavayê Kurdistanê re û di deriyê Til Koçer re derbasî xaka Îraqê dibe.

Ev riya behsa mijarê bi armanca di serî de planeke li dijî destkeftiya gelê kurd e. Ji bo xeniqandina Başûrê Kurdistanê di aliyê aborî de ye. Dewleta Tirk beriya niha deriyê Ibrehîm Xelîl a di navbera Başûr û Bakur de wekî deriyê sereke yê di navbera Îraq û Tirkiyê de bû. Niha û ji ber hikûmeta demkî ya Sûriyê di destê dewleta Tirk de ye, ji wan re riya di ser axa Sûriyê de hîn zêdetir bi sûde.

Di aliyê siyasî de jî dê li ser Başûrê Kurdistanê wekî zexteke siyasî û aborî were bi kar anîn. Dewleta Tirk li şûna di çarçoveya pêvajoya aştiyê de gavan bavêje, bi hemû rê û rêbazan dixwaze destkeftiyên gelê kurd derbe bike. Xendeqên di navbera Dêrika Rojava û Bakurê Kurdistanê de jî di vê çarçoveyê de têne kolandin. Nerîna min daxuyaniya berpirsê ENKS’eyî Mihemed Ismaîl a li ser ”Têkçûyîna konfransa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî” jî ji plana behsa mijarê ne dûre. Dewleta Tirk hewl dide ne li Rojava û ne jî li Başûr destkeftiyên gelê kurd nemîne. Wê jî bi siyaseteke nerim û qirêj dide meşandin.

Ev siyasetên dewleta Tirk di demekê de gelê kurd û tevgera azadiyê ji bo serxistina pêvajoya ”Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de hemû hêza xwe seferber kiriye, pêk tê. Ev jî rastiya aliyan nîşan dide. Mijara entegrasyona di navbera Rojava û hikûmeta demkî ya Sûriyê de jî ji ber siyasetên dewleta Tirk û destwerdana wê tê astengkirin. Hakimiyeta wê ya li ser Sûriyê û destwerdana wê di nava xaka Sûriyê de, siyaseta li Sûriyê wekî qezenceke siyasî di mijara doza kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi kar bîne.

Ji ber wê û li beranberî siyasetên qirêj ên dewleta Tirk û hikûmeta Îraqê ji her demê zêdetir pêwistiya gelê kurd bi yekîtiya netewî heye. Mijara metirsî û xeteriya heyî ne tenê li ser Rojava ye. Lê belê metirsî li ser tevahî gelê kurd e. Hikûmeta AK/MHP’ê bi daxuyaniyan dixwaze demê qezenc bike. Derveyî wê heta niha tiştekî cidî pêk ne anîne.

Lê heger gelê kurd bi yek helwest û yek nerîn hêza xwe kir yek, bi aştiyane û dûrî şer dê karibe gavên mezin bavêje. Ji lewra daxuyaniya rayedarên ENKS’yî Mihemed Îsmaîl a derbarê Konfransa Yekrêzî û yekhlwestiya Kurdî de li dijî berjewendiya tevahî gelê kurd û di serî de Başûrê Kurdistanê ye.

Li şûna van daxuyaniyan divê PDK’ê jî di nav de tevahî partiyên Kurdistanê bi cidî li ser lidarxistina Kongreya Netewî bixebitin. Ev kongreya Netewî ji bo tevahî parçeyên Kurdistanê qezenceke. Bi tayebet di vê demê de li her çar aliyên welat guhertinên mezin têne jiyankirin.

Em meze bikin, li Rojava mijara entegrasyona bi hikûmetê re, li Bakurê pêvajoya aştîyê, li Rojhilat guhertinên li Îranê û êrişên Amerîka. Li Başûrê Kurdistanê jî hewldanên xeniqandina aborî û siyasî li dijî Başûr tê meşandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.