Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dema şer dibe polîtîkayeke sîstematîk; Şerê Israîl û Lubnanê

20/05/2026
in POLÎTÎKA
A A
Dema şer dibe polîtîkayeke sîstematîk; Şerê Israîl û Lubnanê
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Ji 1948’an heya roja îro gelek caran şer û pevçûn di nabera Israîl û Lubnanê de çêbûne, ji avabûna Hizbullahê ve êdî hincetên Israîl ên êriş û opersyonan zêdetir bûne. Ev şer di hemdemî û mêjûya xwe de dikeve nav planên Israîl ên Rojhilata Navîn a nû.

Zincîra şerê Israîl û Lubnanê

Ji avabûna Israîlê ve heta niha, şer û pevçûn di navbera wê û Lubnan û Huzbullahê de gelek caran rû daye, hem jî peyman hatine îmzekirin. Di serê der şerê 1948 heya 1949’an: Lubnan beşdarî şerê 1948’an bû û Peymana Agirbesta Giştî di sala 1949’an de bi bavbênkariya Neteweyên Yekbûyî de hate îmzekirin. Ev peymana dawî ya yekser û fermî di navbera her du welatan de ma, lê ew agirbest bû, ne peymanek aştiyê bû.

Şerê 1968’an: Di sala 1968’an de Îsraîlê êrîşên asmanî li ser Balafirgeha Beyrûtê da destpêkirin, ev yek ji girîngtirîn qonaxên êrîşa Îsraîlê ya li dijî Lubnanê bû. Ev êrîş beşek destpêkê ya dîrokeke dirêj a êrişan bû ku beriya êrişên mezin û piştî wan jî berdewam kir.

Şerê 1978’an: Di 15’ê Adara 1978’an de Îsraîlê Operasyona Lîtanî bi beşdariya 20 hezar leşkerî dest pê kir. Di nav çend rojan de, nêzîkî 2 hezar û 20 kîlometre çargoşe ji axa Lubnanê dagir kir. Di encamê de hêzên PLO ji başûrê Çemê Lîtanî hatin derxistin, li Abbasiye, Xiyam û Qunînê komkujî pêkhatin û koçberiyek mezin çêbû. Ev yek berî ku Biryara 425 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were pejirandin û UNIFIL’ê were damezrandin da ku alîkariya vekişînê û vegerandina aramiyê bike, pêkhat.

Şerê 1982’yan: Dagirkirina mezin a Îsraîlê ya Lubnanê di Hezîrana 1982’an de pêkhat. Hêzên Îsraîlê piştî dorpêçkirineke ku bi hefteyan hat domandin, gihîştin Beyrûtê. Şer bi derxistina PLO ji Beyrûtê û jinûveşekildana bi zorê ya hevsengiya hêza Lubnanê bi dawî bû. Yek ji encamên wê yên rasterast derketin, ew jî avabûna Hizbullahê bû da ku li hemberî hebûna Israîlê di başûrê Lubnanê de bisekine.

Şerê 17’ê Gulana 1983’yan: Hikumeta Serokwezîr Şefîq el-Wezran, di bin Serok Emîn Gemayel de, Peymana 17ê Gulanê bi Îsraîlê re îmze kir. Ew peymana dawîanîna dijminatiyê, rêkeftinên ewlehiyê û vekişînên hevbeş destnîşan dikir. Lêbelê, ew ji hêla siyasî ve têk çû û qet nehat bicîhanîn, ji ber vê yekê nekarî aştiyek rastîn an çareseriyek aram bi dest bixe.

Şerê 1985 heya 2000’î: Piştî vekişîna ji Beyrût û deverên din, Îsraîlê li başûr herêmek biewle ji bo xwe parast, ev yek jî bû sedema şerekî dijwar û demdirêj ê bi Hizbullahê re. Armancên sereke yên dagirkirina sala 1982’an hatin lawazkirin. Di dawiyê de Îsraîl neçar ma ku di sala 2000’an de jê vekişe.

Şerê Tîrmeha 1993’yan: Îsraîlê Operasyona Tesfiyekirina Hesaban, li Lubnanê an jî wekî Şerê Heft Rojan jî tê zanîn, da destpêkirin. Nakokî bi têgihîştinek nenivîskî ya ku ji hêla Washingtonê ve hatî navbeynkarkirin, li ser bingeha nearmancgirtina sivîlan bi dawî bû. Hizbullah qebûl kir ku ji avêtina roketan ber bi bakurê Îsraîlê ve dûr bisekine li hember ku Îsraîl ji lêdana sivîl û hedefên sivîl li Lubnanê dûr bisekine. Belge behsa vê têgihîştinê dike wekî yek ji du têgihîştinên ku qaîdeyên pevçûnan li eniya sînor rêk û pêk dikin.

Şerê Nîsana 1996’an: Îsraîlê Operasyona Enaqîd Elxeddeb da destpêkirin, bi Peymana Nîsanê ya ku di 26’ê Nîsana 1996’an de hate ragihandin bi dawî bû. Ev têgihîştin destnîşan kir ku sivîlên her du aliyan jî dê nebin hedef û mekanîzmayek çavdêriya navneteweyî ava kir da ku gilî û raporên binpêkirinan werbigire.

Şerê Gulan û Hezîrana 2000’î: Di vê salê de Israîl ji başûrê Lubnanê vekişiya û Neteweyên Yekbûyî Xeta Şîn ava kir da ku vekişînê bişopîne. Bi vê yekê dagirkirina rasterast a Îsraîlê ya piraniya başûr bi dawî bû, lê ne pevçûn û ne jî pirsgirêka xalên nakokî bi dawî nebûn.

Şerê Tîrmeh-Tebax 2006’an: Şerê Tîrmehê piştî operasyona sînorî ya Hizbullahê dest pê kir û 34 rojan dom kir. Berî ku biryara 1701 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di 11’ê Tebaxê de were pejirandin Îsraîlê bi kampanyayeke hewayî ya berfireh dest pê kir û piştre hewl da ku êrîşî Marûn Elras, Bint Cbeil û Wadî Elhujeir bike. Rawestandina şer di 14’ê Tebaxê de ket meriyetê dema ku rola UNIFIL hat nîşandan û Artêşa Lubnanê li başûrê Çemê Lîtanî bi cih bû.

Şerê Cotmeha 2023 heya 27’ê Mijdara 2024’an: Piştî ku Hizbullah dest bi gulebaranê ji bo piştgiriya Hamasê kir, li ser sînor eniyeke berfireh derket û di sala 2024’an de pevçûn veguherî şerekî berfireh. Ev şer berî ku di 27’ê Mijdara 2024’an de peymana agirbestê bikeve meriyetê, ji aliyê hedefgirtina binesaziya sivîl û tenduristiyê, bikaranîna teknolojiya îstîxbaratê û kuştinan ve, mezintirîn û hovanetirîn şer bû.

Şerê ji 2’yê Adara 2026’an heta 14’ê Nîsana 2026’an: Piştî ku Hizbullah di 2’yê Adarê de êrîşî Israîlê kir, şer di asteke mezin de ji nû ve dest pê kir. Israîlê bi operasyoneke hewayî û bejayî li Lubnanê bersiv da. Di 14’ê Nîsana 2026’an de bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li Washingtonê di navbera nûnerên Lubnan û Îsraîlê de danûstandinên rasterast dest pê bûn, di demekê de ku şer bi dawî nebûbû. Di dema agirbesta di navbera Israîl û Lubnanê de li Lubnanê 380 kes ji ber êrişên Israîlê hatin kuştin. Di demekê de ku Lubnan û Israîl ji bo gera nû ya danûstandinan li Washingtonê amadekariyan dikin, artêşa Israîlê êrişên kujer berdewam dikin, bi taybetî li başûrê Lubnanê. Li gorî rayedaran, ji dema ku agirbest di 17’ê Nîsanê de ket meriyetê, herî kêm 380 kes hatine kuştin.

Girîngiya Lubnan ji bo Israîlê

Lubnan ji bo Israîlê tenê welatekî cîran nîne, lê herêmek stratejîke ku bi ewlehî, siyaseta herêmî û hevsengiya hêzê ya Rojhilata Navîn re girêdayî ye. Ji sala 1948’an û avabûna Dewleta Israîlê ve, têkiliya her du welatan di nav şer, agirbest û pevçûnan de maye. Her çend di navbera wan de peymanên aştiyê yên fermî tune bin bi dirêjahiya dîrokê, lê şer û dijminatiya li ser sînor her dem aliyekî sereke yê siyaseta herêmî ya Israîlê ye. Girîngiya Lubnanê ji bo Israîlê pêşî ji cihê wê yê erdenîngarî tê. Başûrê Lubnanê rasterast bi bakurê Israîlê ve girêdayî ye û her tevgereke leşkerî ya li wir dikare ewlehiya Israîlê bike bin barê gefan. Ji ber vê yekê Israîlê gelek caran hewl daye ku li başûrê Lubnanê herêmek biewle ava bike an jî hêzên dijber ji sînorê xwe dûr bixe. Operasyona Lîtanî ya sala 1978’an û dagirkirina mezin a 1982’an di vê çarçoveyê de têne dîtin. Ji aliyê din ve hebûna Hizbullahê ji bo Israîlê yek ji mezintirîn pirsgirêkên ewlehiyê ye. Hizbullah piştî dagirkirina 1982’an ava bû û bi alîkariya Îranê bû hêzeke leşkerî û siyasî ya mezin. Hizbullah ji bo Israîlê ne tenê rêxistineke Lubnanî ye, lê yek ji hêzên xeternak ya ku Israîlê wê weke gef ji xwe re dibîn ye, ku Îran, Sûriye û komên. Roket, dron û teknolojiya leşkerî ya Hizbullahê gelek caran Israîlê hedef girtine. Ji ber vê yekê Israîl şerê li dijî Hizbullahê wekî şerekî ewlehî û stratejîk dibîne. Herwiha Lubnan ji aliyê siyasî û aborî ve jî girîng e. Israîl dixwaze ku li sînorê bakurê xwe aramiyê bi dest bixe da ku bikaribe li ser pirsgirêkên din yên herêmî, wekî Gaza an jî Îranê, bêtir bisekine. Di heman demê de gaz û çavkaniyên deryayî yên Rojhilata Deryaya Spî jî girîngiya stratejîk a Lubnanê zêde kirine. Her nakokiyek li ser sînorê deryayî dikare bandorê li projeyên enerjiyê û bazara navneteweyî bike, ne xasim riya aborî ya Çîn-Kendava Erebî-Israîl-Ewropa. Lê eger em baş li vê mijarê binerin em ê bibînin ku Israîl bi çavê dagirkirinê li Lubnanê dibîne nexasim herêma başûrê wê.

Şerê hemdemî yê di çarçoveya planên herêmî de:

Şerê dawî yê 2023 heya 2026’an encamên giran li her du dewletan hişt. Li Lubnanê gelek binesazî, nexweşxane û bajar hatin wêrankirin û kirîza aborî ya heyî bêtir kûr bû. Herwiha, hejmareke mezin ji sivîlan koçber bûn û ewlehiya civakî lawaz bû. Ji aliyê Israîlê ve jî şer bû sedema neewlehiya li bakur, xerabûna aborî û zêdebûna xeteriyê li ser ewlehiya navxweyî. Di asta herêmî de, ev şer dikare bibe sedema guhertina hevsengiya hêzê li ser asta Rojhilata Navîn, berdewambûna şer jî wê Sûriyê, Îraq, Mesir û gelek welatên hawirdor jî bixe nav qada şerekî giran, nemaze şerê ku di navbera Îran, DYA û Israîl de hişt bandorê li herêmê û tevahiya cîhanê bike. Eger Hizbullah hêza xwe biparêze, Israîl wê hîna jî gefên êrişan bixwe. Lê eger şer bibe sedema lawazbûna Hizbullahê, Israîl dikare vê yekê wekî serkeftinek stratejîk bibîne. Di her du rewşan de jî aştiya domdar hîn ne xuya ye ji ber ku bingehên siyasî û dîrokî yên nakokiyê hîn nehatine çareserkirin. Şerê ku niha rû dide, tevî ku du caran agirbest ji 18’ê Nîsanê ve hatiye ragihandin jî, lê hîna jî şer berdewam e, ev şer jî dikeve çarçoveya şerê herêmî yê Rojhilata Navîn, hem jî bi şerê li dijî Hizbullahê bi şerê Israîl li dijî Îran ve girêdayî ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.