Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa gel e, yan a desthilatdariyê ye?

20/05/2026
in ROJEV
A A
Meclisa gel e, yan a desthilatdariyê ye?
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Parlamentoya Sûriyê di dîrokê de gelek qonax derbas kiriye, lê di dema rêjîma Baasê de saziyek sembolîk bû ku di bin kontrola dewletê de dixebitî. Piştî hilweşîna rejîmê, niha Sûriya nû li benda avakirina meclisekî demokratîk e ku nûnertiya hemû pêkhateyan temsîl bike û mafê wan biparêze. Lê paşguhkirina gel û sînordarkirina kursiyan, nayê qebûlkirin.

Parlamentoya Sûriyê cara yekem di sala 1919’ an de bi navê “Kongreya Giştî ya Sûriyê” hate damezrandin. Ji wê demê ve, desthilata yasadanînê di gelek qonaxan re derbas bûye, ya herî berbiçav “Konseya Parlamentoyê” di serdema serxwebûnê de, “Meclisa Damezrîner” di sala 1928’an de û heta “Meclisa Gel” ku di sala 1971’an de hate damezrandin. Herwiha vê yekê dawiyê guhertinek radîkal di avahiya xwe de dît, da ku bikeve qonaxek veguhêz.

Meclisa Gel a Sûriyê

Meclisa Gelê Sûriyê ji sala 1971’an vir ve, di dema desthilatdariya Partiya Baasê de, dezgeha yasadanînê ya Komara Erebî ya Sûriyê bû. Ew ji 250 endaman pêk dihat ku ji 15 navçeyên pir-endamî ji bo çar salan dihatin hilbijartin. Meclisa Gel li gorî destûra bingehîn a 2012’an desthilata yasadanînê temsîl dikir, her çend serokê komarê bi rêya derxistina fermanên yasadanînê desthilat parve dikir. Piştî hilweşîna rejîma Eseed, di 29’ê Çileya 2025’an de, rûniştina duyemîn a Meclisa Gel hate hilweşandin û destûr hate sekinandin.

Meclisa gel xwedî biryarên desthilatdariyê ye

Meclis xwediyê gelek desthilatan e, di nav wan de pejirandina budceya giştî, ragihandina şer û aştiyê, pejirandina peymanên navneteweyî. Herwiha desthilata wê li ser çavdêriya hikumetê heye ku dihêle ew wezîran bipirse û baweriyê ji wezîran an tevahiya hikumetê bikşîne. Şaxa yasadanînê sê caran rola desthilata damezrîner girtiye ser xwe, da ku destûra bingehîn a welêt amade bike. Lê belê, destûrên 1973 û 2012’an ji hêla komîteyên ku ji hêla şaxa cîbicîkar ve hatine damezrandin ve hatine amadekirin. Ji xwe parlamento xwediyê desthilata guhertina destûrê ye jî. Meclisa Gel li gorî destûrê, bi rêya dengdana gerdûnî, veşartî û rasterast di yek gerê de, ji bo demek 4 salan tê hilbijartin, ew jî li gorî piraniya kêm li herêmeke mezintir, ango parêzgehê, li gorî pergala hilbijartinê ya 1973’an. Ji hilbijartinên 2012’an vir ve, beşdariya pir-partî di destûr de hate dayîn. Lê berê, ji sala 1973’an vir ve, ev hilbijartin bi Eniya Pêşverû ya Neteweyî ve sînordar bûn. Tevî vê yekê, encamên hilbijartinê ji damezrandina Meclisa Gel ve bi girîngî neguheriye, partiya Baas a Sosyalîst a Ereb bi berdewamî piraniya mutleq a kursiyan digirt, Eniya Pêşverû ya Neteweyî ji du-sêyan zêdetir kursiyan misoger dikir û sêyeka mayî jî, ji serbixweyan re dihat veqetandin.

Kursiyên herî kêm ên Meclisa Gel ji karker û cotkaran re

Navenda Meclisa Gel li paytext Şamê ye, ev kevneşopiyeke ku vedigere sala 1932’an. Her çend destûra bingehîn a Sûriyê hejmara endaman qet diyar nekiriye jî, ev yek bi fermanekê ji serok re dihat hiştin. Ji hilbijartinên 1990’an vir ve hejmar li 250 kursiyan pêk dihat, herî kêm nîvê wan karker û cotkar bû, wekî ku di destûrê de hatiye destnîşankirin. Ev bend ji destûra bingehîn a Misrê ya di dema di bin serokatiya Cemal Abdel Nasir de hatiye wergirtin, wekî navê ku ji şaxa yasadanînê re hatiye dayîn jî.

Li gorî guhertinên destûrî yên 2012’an, Meclisa Gel ji bo heyamek salekê serok, cîgirê serokê meclisê û du sekreteran hildibijêre. Hilbijartina jî ji nû ve her sal di meha Cotmehê de pêk dihat. Destûr her wiha destnîşan dike ku Meclisa Gel salane sê civînan li dar dixe, her yek ji wan herî kêm şeş mehan dom dike, dema ku pêwîst be jî li ser daxwaza serokkomar, îhtîmala lidarxistina civînek awarte heye.

Parlamento ji damezrandina xwe heta sala 1963’an wekî saziya herî bi hêz a welêt dihat hesibandin, ji ber ku têkiliyek aloz di navbera serokên wê û fermandarên artêşê de hebû, nemaze piştî destpêkirina partîzanîyê di navbera efseran de di navbera salên 1949 heta 1954’an de û di rêjeyek kêmtir de di navbera salên 1954 û 1963’an de. Hemû serokkomarên welêt ên ku paşxaneya leşkerî tunebû, ji paşxaneya parlamentoyê bûn, heman tişt ji bo serokwezîran jî derbas bû.

Meclis di bin kontrola dewletê de

Her çiqasî em behsa Meclisa Gel bikin bi rojan em li ser bidawî nakin, lê divê were zanîn ku di dema rejîma Baasê de, li Sûriyê meclisên gel di bin kontrola dewletê de bûn û tenê wekî saziyeke sembolîk dixebitin. Meclisê tu carî desthilateke rasteqîn a birêvebirinê tune bû. Hemû biryarên girîng ji aliyê serokkomar, partiya Baasê û dezgehên ewlehiyê (îstixbaratê) ve dihatin girtin. Hilbijartinên meclisê ji aliyê rejîmê ve dihatin organîzekirin û pêşwext diyar bûn. Namzet bi awayekî tund ji aliyê partiyê ve dihatin kontrolkirin û pejirandin. Saziyên wekî meclisên gel ên serbixwe an rêveberiyên xweser ên herêmî qet tune bûn. Mafên siyasî û çandî yên gelê Kurd û pêkhateyên din dihatin înkarkirin. Sîstema kar û xebatên meclisê di dema Baasê de bi temamî li ser bingeha navendîbûna tund, fermanên serdest û kontrola mutlak a partiyê hatibû avakirin.

Rêbaza karkirinê

Meclisê qanûn amade nedikirin, tenê biryar û biryarnameyên serokkomar û hikumetê bi yek dengî pesend dikirin. Ji sedî 50’î zêdetirê kursiyan pêşwext ji bo Partiya Baasê û hevalbendên wê (Eniya Niştimanî ya Pêşverû) dihatin veqetandin. Tu endamekî meclisê nediwêrî siyasetên dewletê, artêşê an dezgehên ewlehiyê rexne bike. Karê endaman tenê cîbicîkirina fermanên rejîmê û parastina berjewendiyên çîna desthilatdar bû. Di heman demê de berî ku her biryar an nîqaşek bikeve rojevê, diviyabû erêkirina saziyên ewlehiyê (mûxaberat) hebûna. Li ser asta parêzgeh û bajaran jî meclisên herêmî ne ji bo xizmeta gel, lê wekî şaxên çavdêriyê yên rejîmê dixebitîn. Mafê dengdanê yê her kesî/ kesê jî tune bû.

Îro rêyeke nû li pêşberî hilbijartina ye

Sûriyaya nû di kêliyek siyasî ya girîng re derbas dibe ku tê de pêdiviyên destûrî bi tevliheviyên rewşa li ser erdê re li hev dikevin. Lidarxistina rûniştina yekem a Meclisa Gel û avakirina wê, digel mekanîzmayên hilbijartina endamên wê, wekî ceribandinek rastîn a cidîbûna qonaxa veguhêz û şiyana wê ya çêkirina saziyên bi bandor, nemaze yên yasadanînê, derdikevin pêş. Dîroka ku ji hêla serokê hikumeta demkî, Ehmed el-Şaraa ve hatî ragihandin, bûye sembola têkoşîna li dijî dem û rastiyê, nemaze ji ber derengketina têkildarî hilbijartinên li Parêzgeha Hesekê ku niha wekî astengiya herî hesas di pêvajoya temamkirina avakirina Meclisê de xuya dike.

Meclisa Gel a Sûriyê ji 210 kursiyan pêk tê

Lijneya Bilind a Hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyê di sala 2025’an de hejmara kursiyên her parêzgeheke Sûriyê destnîşan kir. Lijneya biryara hejmar 24 ya sala 2025’an da ku pişta xwe dide danezana destûrî û mersûmên hejmara 66 û 143 yên sala 2025’an. Li gorî biryarê kursiyên her parêzgeheke Sûriyê di Meclisa Gel de hatin diyarkirin û li gorî wê parêzgeh Helebê 32 kursî, Şam 10 kursî, Gundewarê Şamê 12 kursî, Hums 12 Kursî. Herwiha Hema 12 kursî, Hesekê 10 kursî, Laziqiye 7 kursî, Tertûs 5 kursî, Dêrazor 10 kursî, Reqa 6 kursî, Idlib 12 kursî, Dera 6 kursî, Siwêda 3 kursî û Qunêtera 3 kursî. Pêştir, Lijneya Bilind ya Hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyê biryara dabû hilbijartin ku dê nîvê Îlonê pêk werin, li parêzgehên Siwêda, Reqa û Hesekê paş bixe. Hejmara giştî ya kursiyên Meclisa Gel 210, di serdema desthilata Eseed de jî, ji 250 kursiyan pêk dihat.

Paşguhkirin

Dîsa paşguhkirin di hilbijartina kursiyan de çêdibe, di heman demê de dengdan wekî daxwazên gel be jî, ew zêde ne diyare. Li hemberî vê rastiya derketiye holê ew e ku hêz û partiyên Kurdî li Sûriyê veqetandina tenê çar kursiyan ji bo pêkhateya Kurdî di Meclisa Gelê Sûriyê de ji 210 kursiyan red kirin, ji ber ev yek mezinahiya rastîn a nifûsa Kurd li welêt nîşan nade. Van hêz û partiyan jî destnîşan kirin ku; Di demekê de ku pêkhateyên Sûriyê li bendê ne ku dewleteke hemwelatîbûn û şirîkatiyeke rastîn ava bikin, herwiha rêyeke siyasî ya giştî peyda bikin ku dawî li dehan salên dûrxistinê bîne, gel bi hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyê matmayî bû. Tayînkirinên di bin navê hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyê hat rexnekirin û hate destnîşankirin ku tayînkirinên bi vî rengî nûnertiya îradeya Sûriya hemûyan nake, di heman demê de siyasetên nijadî, dûrxistin û paşguhkirinê yên li dijî Kurdan dubare dike.

Ji ber sînordarkirina nûnertiya Kurdan bi 4 kursiyên lawaz ji nav 210 kursiyên Meclisa Gel, xapandineke aşkere ye li ser rastiyên demografî û siyasî yên li ser erdê ye. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêkhateyeke resen û dîrokî ye û rêjeya wê ne kêmî tevahiya nifûsa Sûriyê ye, bi rêya van tayînkirinên sîstematîk ji dengê xwe yê rastîn û mafê xwe yê parvekirî di biryardana nîştimanî de bê par tê hiştin. Hêz û partiyan diyar kirin ku ew nûnertiya rastîn a parlamenî dibînin ku ne kêmtirî 40 kursiyan be ji bo kesên ku bi awayekî zelal xwedî ramanên neteweyî yên Kurdî ne û doza wî ya dadperwer diparêzin, ev yek jî li gorî rêjeya nifûsa rastîn a pêkhateya Kurd e.

Sîstema Meclisa Gel a rasteqîn divê wiha bin:

Meclisa gel di avakirina welatekî demokratîk, adil û serbixwe de bingeha herî sereke ye, ji ber ku ew vîna rasteqîn a gel nûner dike û desthilatdariyê ji destê kesekî an partiyekê derdixe û dide xwediyên wê yên rastîn. Giringiya meclisa gel ji bo avakirina welat di van xalan de kurt dibe:

Qanûnên adil: Meclis li gorî daxwaz, pêdivî û mafên civakê qanûnan amade dike.

Parastina mafan: Qanûnên ku têne derxistin, mafên hemû pêkhate, ol û çîna diparêzin û nahêlin sîstema zordariyê ava bibe.

Rêgirtina li dîktatoriyê: Meclis çavdêriyê li ser karên hikumetê û saziyên dewletê dike, da ku gendelî (fesadî) û xirab bikaranîna desthilatdariyê, çênebe.

Hesabpirsîn: Mafê meclisê heye ku wezîran an berpirsiyaran bîne pêşberî gel û gava şaştiyek hebe wan ji kar dûr bixe.

Nûnertiya berfireh: Di mecliseke rasteqîn de, hemû netewe (Kurd, Ereb, Suryan hwd…), di nav de jin, ciwan û çînên cuda cih digirin. Ev yek hesta wekheviyê xurt dike.

Çareserkirina pirsgirêkan: Alozî û daxwazên gel bi rêya diyalog û nîqaşên di bin banê meclisê de bi awayekî aştiyane têne çareserkirin.

Rola jin: Divê jin bi qasî hejmara mêran cihê xwe di biryardayîna meclisê de bigirin.

Dabeşkirina bûdeceyê: Meclis biryarê li ser bûdceya welat dide, plan dike ka dê çiqas dirav ji bo perwerde, tendurustî, çandinî û avadaniyê were xerckirin.

Plana stratejîk: Projeyên mezin ên ku paşeroja welat û nifşên nû diyar dikin, di meclisê de têne pejirandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.