Farûk Sakik
Di van demê dawî de êrişên li dijî tevgera azadiya Kurdistanê reng û rêbazên xwe de guhertin çêkir. Lê êrişên wan bê navber dewam dikin.
Her tişt piştî biryarên kongreya PKK’ê ya 12’emîn dest pê kirin. Kongre wan biryarên dîrokî çima da? Digotin di Kurdan de rihê netewetiyê hatî afirandin. Asîmîlasyon hatî seknandin û nasname û hebûna Kurdan hatî mîsogerkirin. Lê ji bo texhrîbatên di Kurd û Kurdistan de hatine çêkirin werin dermankirin-azad kirin îro şûnde bi rêbazên siyaseta demokratîk têkoşînek were meşandin.
Li navendek ji bo ku wan destkeftiyên bi saya tevgera azadiyê bi dest ketine werin ruxandin, hin hewldan hene. Siyasetek reşkirinê ya taybet tê meşandin.
Dewleta Tirkiyê jî di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de siyasetek wiha dimeşîne. Lê veşartî. Dixwazin hem di nav civaka Tirkiyê de û bi taybet jî di nav civaka Kurdan de her wek tevgera azadî hîç tiştek bi dest nexistiye pêvajoyek dane destpêkirin. Ev hewldanên wan bi taybet di nav civaka Kurdan de belavdikin.
Ji şerê Rojava destpêkirin û hetanî roja me didin dewam kirin. Hin şexsiyetên di nav civakê de tên naskirin xistinin dewrê û di medya dijîtal de jehra xwe belavdikin.
Piştî ku ev pêngav dest pê kir û aliyên Kurdan li gor nexşeriya Rêber Apo û rihê pêngavê tevgeriyan, diviya dewlet jî hin gav bavêta . Mixabin. Dewletê rojek wê gav bavêje wê li gor rihê muzekereyan tevbigere, lê anha li du ye ku civakê bi plana ku tevgera azadiyê hiç tuştek nekiriye bide îknakirin. Bahçelî wa dîsa wek herdem nexşerêyek dirêj bi raya giştî re parvekir. Ev nexşerê jî dema ku dîtin dikarin vê tevgerê reş bikinwê bixin meriyetê. Herî dawî hunermendê Kurdan jî xistin parçeyek van hewldanên xwe.
Hin hunermend di dema ku di sala 2015’an de li dijî Kurdan şer dane destpêkirin, Kurd û Kurdistan dibin bahozan de derbasbû, derketin pêş. Di wê bahozê de, gelek hunermend jî wek siyasetmedarên kurdan derketibûn derveyî welat û yên li derveyî welat bûn jî nikaribûn vegerin welat. Meydan ji hin kesan re mabû. Li gor dilê xwe hespê xwe dibezandin û li ser mîrasê yên li derva digevizîn. Ev salek û nîve bi pêvajoya nû re hin aramî çêbû û xwediyên qada vegeriyan li welat hunera xwe pêşkêş kirin.
Li gelek mîhrîcan û konseran de hunermendê rojên bahozan nehatin tercîh kirin, civak li dora ‘xwediyên qadan’ yên esas civiyan. Bi sedhezaran kes tevlî konserên wan dibûn. Dawî li rojên wan yên şatafat danîn. Di demek waha de bi hêsanî bûn parçeyek siyaseta reşkirina tevgera azadiyê.
Ev hunermend jî ji aliyê xwe de êrişî saziyên çand û hunera Kurdan kirin. Saziyên ku bi kedên mezin hatibûn avakirin, ji muzîka Kurdî re xizmetên salan kiribûn, dixwestin kirmînal û heqxûr nîşanbidin.
Dema ku van kesan derbasî platform dijîtal yên reşkirinê bûn, hin kes li wan platform li benda wan bûn. Azmûnên xwe yên reşkirina tevgera azadiyê bi van hunermendare parvekirin û pêşengtî jî kirin. Lê bersiva herî mezin ji aliyê hunermend Şivan Perwer ve hat dayin. (Em dubare nekin ku herkesî guhdar û temaşe kiriye.)
Ew dizanin kesên ku wan bi vî sûcî, wan derxe hemberî dayikên şehîdan ku tufkin serçavê wan tuneye. Lê dîrok rojek wan bîne ber lingê van dayikan ku efûyê bixwazin.
Şert merc çidibûn bila bibin, wê bi sernekevin. Ji xwe dîrok şahidî kirî ku vê tevgerê doza Kurdan derbasî platformên cîhanê kiriye.






