Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sîstema dadweriyê li Rojava

20/05/2026
in ROJEV
A A
Sîstema dadweriyê li Rojava
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Herêma Rojava şahidiya modelekê dike ku ji sîstemên dadwerî yên kevneşopî cuda ye, ew li ser bingeha edaleta civakî û çareserkirina nakokiyan bi rêya saziyên herêmî ye, ev jî berovajî pêşketinên siyasî û dadwerî yên têkildarî entegrekirina dadweriyê bi hikumeta demkî ya Sûriyê re ye.

Sîstema dadweriyê li Rojava ji sîstemên heyî cuda ye. Sîstemên heyî doz li dadgehên fermî dest pê dikin. Lê sîstema dadweriyê ya Rojava destpêkê xwe dispêre “Komînê” ji ber ew bingeha rêveberiya civakê ye. Komîn roleke dualî dilîze; Dabînkirina xizmetguzarî û reformê, herwiha çareserkirina nakokiyên di navbera niştecihan de, bi awayekî dostane.

Edaleta civakî

Di vê çarçoveyê de, komîteyên lihevhatinê erkê çareserkirina nakokiyan çi biçûk bin çi mezin, bi wergirtina gilî û gazincan û guhdarîkirina aliyên nakok ên cuda cuda, berî ku pirsgirêk an jî nakokî mezin bibe, bi rêya gelek rûniştinan li hev dikin û dixebitin ku wan çareser bikin. Ev komîte wekî saziyên şêwirmendiyê kar dikin ku hewl didin bigihîjin çareseriyên hevbeş ên ku aliyên nakokî razî dikin.

‘Bi rêya komînê pirsgirêk tên çareserkirin’

Girêdayî vê mabetê yek ji hevserokê komînên bajarê Qamişlo, Komîna Şehîd Mustefa Besam Aslan ji Rojnameya me re diyar kir ku ew pirsgirêkên biçûk di nava komînê de çareser dikin û wiha got: “Pirsgirêkên biçûk ên wekî dizî, nakokiyên malbatî, an dozên jinberdanê pirî caran di nav komîna bixwe de, di yek an du rûniştinan de, têne çareserkirin. Ger çareseriyek neyê dîtin, doz ji meclisa taxê re tê şandin, heke li wir jî nakokî çareser nebe, ji dadgehê re tê şandin.”

‘Piştî komînê, meclisa taxê dikeve dewrê ku pirsgirêkan çareser bike’

Besam Aslan di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku komîna Taxa Xerbî çavdêriyê li zêdetirî hezar malan dike û wiha anî ziman: “Komîna li taxa xerbî ya bajarê Qamişlo çavdêriya zêdetirî hezar malan dike. Tevî wê jî di nav salek û nîvekê de, tenê hejmareke sînorkirî ya dozan hatine tomar kirin. Ev yek jî pejirandina berfireh a civakî ya vê modelê nîşan dide, ji ber ku malbat ji bo çareserkirina nakokiyan serî li komînan didin. Komîteya jinan jî di çareserkirina nakokiyên malbatî de, roleke girîng dilîze, ji ber ku piraniya wan bêyî hewce bike ku bigihîjin astên dadwerî yên bilindtir, têne çareser kirin. Eger komîn nikaribe nakokiyê çareser bike, doz ji meclisa taxê re tê şandin.”

‘Dozên jin ji mala jin pê eleqedar dibe’

Di heman mijarê de endamê Meclisa Lihevhatinê li Meclisa taxa Hilêliyê Mihemed Mistefa jî diyar kir ku dozên ku ji bo komînê dijwar in ji wan re têne şandin û wiha bilêv kir: “Dozên ku di komînê de neyên çareserkirin, ji me re tên şandin. Li vir em bi komînê re dixebitin, da ku pirsgirêkê bi awayên din çareser bikin. Lê dozên ku bi jinan ve girêdayî ne, ji mala jinê re têne şandin.”

‘Bi razîkirina aliyên nakok çareserî pêk tê’

Mihemed Mistefa da zanîn ku ew bawer dike sîstema dadweriyê li herêmê serkeftî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Sîstema dadweriyê li herêmê serkeftî ye, ji ber ku dadgeh ji bo çareserkirina nakokiyan mudaxele nakin. Gelek pirsgirêk bêyî hewcedariya parêzer û hwd… têne çareser kirin, ev yek dibe alîkar ku evîn çêbibe. Ger nakokî bêyî dadgehan werin çareser kirin, çima em wan bêyî ku meseleyek mezin jê re çêbikin çareser nakin? Em di meclisê de dizanin çîrok hene ku çareseriyek dadgehê jêre hewce dikin, lê em hewl didin ku çareseriyek aştiyane bibînin ku her du aliyan jî razî bikin.”

Zehmetiyên dadweriyê û rêya entegrasyonê

Li aliyekî din, di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê bi hikumeta demkî ya Sûriyê re, di derbarê dadweriyê de di demên dawî de pirsgirêk derketine holê. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke taybet de jî, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re destnîşan kir ku nêzîkî du hefte berê pirsgirêk derketine holê, ev yek rasterast bandor li ser pêşveçûna vê pêvajoyê kirine.

Ebdî rave kir ku sedema vê nakokiyê nebûna mekanîzmayeke zelal ji bo entegrekirina dadwerên Rêveberiya Xweser di sîstema dadwerî ya hikumetê de ye, ji bilî fikarên têkildarî misogerkirina mafên wan û parastina taybetmendiyên herêmê. Herwiha wî berteka dadweran a redkirina paşguhkirinê wekî mafdar dît, ji ber ku ew li dijî prensîba lihevkirinê bû ya ku entegrasyon li ser wê were avakirin.

Ji bo derbaskirina vê krîzê jî, rêze civîn li Şamê hatin lidarxistin. Têgihîştin hatin bidestxistin ku tê de qebûlkirina entegrasyona dadwerên ji Rêveberiya Xweser, digel berdewamiya xizmeta hin dadwerên ji qonaxa berê ji bo misogerkirina berdewamiya xizmetên dadwerî hebûn. Herwiha lîsteyên navên dadwerên Rêveberiya Xweser hatin amadekirin, da ku ew beşdarî dewreyên perwerdehiyê yên fermî bibin û di dadgehan de werin tayînkirin. Di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya lezandina vekirina navendên dadwerî hatin kirin, ji ber girêdana wan bi xizmetên bingehîn ên wekî hilbijartin û derxistina belgeyên fermî, heye.

Nîqaşa li ser ziman û nasnameya dadwerî

Yek ji mijarên herî berbiçav ku bû sedema nîqaşeke giştî, rakirina zimanê Kurdî ji tabelaya Koşka Edaletê ya li Hesekê bû, hikumetê vê yekê bi gotina ku sazî serwer e û divê tenê zimanê Erebî bikar bîne, rewa kir. Berevajî vê, gelê Kurd bi taybetî ciwanan, redkirina xwe ya li hember vê biryarê nîşan dan û ew wekî destdirêjî li ser nasnameya wan a çandî û zimanî dîtin. Di encamê de, li hev kirin ku li bajarên ku piraniya niştecihên wan Kurd in, wek Kobanî, Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê, tabelayên hem Erebî û hem jî Kurdî werin danîn, rewşa li Hesekê jî, dê paşê were nirxandin.

Mezlûm Ebdî tekez kir ku xwepêşandanên gel hesasiyeteke rastîn a li hember pirsgirêka zimanê Kurdî nîşan didin, lewra wî tekezî li ser girîngiya aramkirina rewşê û veguherandina têgihîştinên siyasî di pratîkê de kir, bêyî ku pêvajoya entegrasyonê têk biçe.

Di dawiyê de dikare were gotin ku sîstema dadweriyê li Rojava ezmûnek bêhempa nîşan dide ku li ser bingeha beşdariya civakê û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan e, di demekê de ku ev ezmûn di çarçoveya entegrasyonê de bi hikumeta demkî ya Sûriyê re bi pirsgirêkên siyasî û qanûnî yên tevlihev re rû bi rû ye. Her çend hewldanên ji bo gihîştina çareseriyên lihevkirî berdewam dikin jî, hevsengiya di navbera taybetmendiyên herêmî û pêdiviyên dewleta navendî de, di pêşeroja vê pirsgirêkê de faktorek girîng dimîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.