Stêrk Mihemed
Zaroka bi navê Kewser bû qurbaniya zihniyata zayendperest ya malbet û civaka Iraqê. Bi seden çîrokên bi êş yên mîna Kewserê li Iraqê bi awayekî veşartî tê kirin. Ev bûyer rastiya domandina zihniyata paşverû ya li hember jinê derdixe ber çavan.
Di dema dawî de li Iraqê zewaca bi temenê biçûk gelekî pêşketiye, zarok rastî destdirêjî, tundiyê û kuştinê tên. Herwiha zihniyeta zayendperest li hember jinê xwe didomîne, nepêkanîn biryara bav û bira dibe sedema kuştina jinê, li beramberî wê jî zagon bêdeng û kûre.
Zihniyeta paşverûtiyê xwe berdewan dike
Jin di her warî de dikarîbû ku bibe avaker û pêşeng, lê belê jin bi zihniyata paşverû ya mêr re rû bi rû dimîne. Hişmendiya zayendperest di nava civaka Rojhilata Navîn de li hember jinê bi sedê salane xwe berdewam û berfirehtir dike. Salên dirêje jin li hember hişmendiya baviksalar têkoşîn dike. Dikare were gotin ji ber zihniyeta ku li Rojhilata Navîn li beramberî jinê tê meşandin bûye korta fetsandina hebûn û jêhatiyên jinê. Em dibînin ku cîhan di her warî de pêşketiye û bûye avaker, lê herdem rastî li ser ekran û pey kemîreyan nayê dîtin. Rastiya pêşketinê di nava malbet û civakan de tê dîtin, lê ev yek bi hişmendiya li hember jinê re xuya dike ku hişmendiya paşverû û zayendperest xwe bi pêşketinên cîhanî re mezin dike.
Zewaca bi temenê biçûk û bandora wê li ser zarokan
Jin di temenê zaroketiyê de dibe bûk, li şûna ku bi perwerdeya xwe re mezin bibe, dibe xwedî mal û berpirsyariyên ne li gorî temena wê. Gelek malbat bi dare zorê û bi temenek biçûk jinan dizewicînin, wê yekê weke sitrandin ji keçikê re dibînin û ev yek kêfxweşiye ji bo wan, lê belê bi derûnî û fîzîka zarokan ku ne li gorî zewacê ye meyze nakin. Zarok di bin tundiya fîzîkî û derûnî re derbas dibin ku ev yek bandorê li kesayet û tenduristiya wê dikin. Herwiha ji perwerde û fêrkirina ku ji mafê her zarokekî ye qut dibin di heman demê de malbet û hevjîn wan qebûlnakin ku perwerdeya xwe berdem bike ji ber ku ew ji re şerm dibînin eger jin ji wan zanetir be. Ev keçik ji jiyana zaroketiyê qut dibe, pêşeroja xwe winda dike û xewnên xwe yê zaroketiyê dibin xeyal. Ew bi xwe zaroke û dibe xwedî zarok ku bi temeneke biçûk wan xwedî dike û herdu bi hevre di nava êş, azar û xeyalên zaroketiyê de mezin dibin.
Kuştina jinan di bin navê namûsê de rawa dikin
Sala 2025’an weka sala kuştina jinan hate îlankirin, di dirêjehiya salekê de li ser asta cîhanê bi hezaran jin hatin kuştin, lê ji beriya sala 2025’an de û piştî wê tundî, destdirêjî û kuştina jinan berdewam dikin ev bûyer piranî li welatên ereb tên dîtin wekê; Iraq û hwd…. Tundî û hovîtî li ser jinê tê kirin ji ber ku biryara bav, bira û hevjîna xwe qebûl nekiriye. Eger jin bi kesê ku bav û birê wê diyar kirî razî nebe di bin nave namûsê de tê kuştin.
Di bin navê namûsê de dixwazin li ser tevgera xwe ya hovane li beramberî jinê bigirin û hinceta wan di milê zagonê de hebe ku bi vî rengî kuştina jinan ji xwe re rawa dikin. Bi hezaran jin bûne qurbaniya vê zihniyatê, herwiha eger keçek bi kurê apê xwe razî nebe ji aliyê malbetê û kurê apê xwe ve tê kuştin û ev yek mafê wî tê dîtin herwiha diyar dikin ku ew keçik di bin navê namûsê de ji aliyê kurê apê xwe ve hatiye kuştin ku wî ev yek ji navê malbetê re qebûl nekir.
Bûyerê ku li Iraqê rû da ye
Keça 15 salî ya ji Iraqî ya bi navê Kewser Beşar El-Huseycawî li herêma Nehrewan a li Rojhilatê Bexdayê ji ber redkirina zewaca bi kurê apê xwe re, ji aliyê malbata xwe ve hat kuştin. Kewserê zewaca bi zorê ya bi kurê apê xwe re ku zilamekî ji wê pir mezintir bû red kir û hewlada ku bireve. Li gorî çavkaniyên mafên mirovan û platformên herêmî, ew ji aliyê bira, ap û kurê apê xwe ve li herêmeke çolistan hat kuştin û laşê wê hat parparçekirin. Tiştê ku raya giştî zêdetir hejand û tûreyî çêkir ew bû ku endamên malbat û eşîrê piştî kuştina wê, li ber deriyê malê bi dîlan û şahî bûyer wekî “paqijkirina namûsê” pîroz kirin.
Ev tawanê hovane li ser torên civakî û di nav rêxistinên mafên jinan de li Iraqê bû sedema nerazîbûneke pir mezin. Çalakvan daxwaza sizadana tund a kujeran dikin û balê dikşînin ser kêmasiyên zagonî yên ji bo parastina zarok û jinan li Iraqê.
Bi seden çîrokên bi êş yên mîna zaroka bi navê Kewser li Iraqê bi awayekî veşartî tê meşandin. Bûyera ku rûdaye rastiya civak û zîhniyata li Iraqê li hember jinê tê meşandin xuya kir. Herwiha diyardeya zewaca bi temenê biçûk û dare zarê gelekî li Iraqê li pêş e. Di heman demê de ji aliyê zagonî û ewlehî ve hesab ji kesên sûcdar nehat xwastin ev yek diyar dike xwe zagona ku mafê jin û zarokan li Iraqê diparêze nayê dîtin, lê belê ji tundî û testdirêjiya li ser jinê re bêdeng dimînin.






