Navenda Nûçeyan
Dewlet û sîstemên desthilatdar bi rêya “Pêşesaziya modayê” bandoreke kûr li ser nasnameya jinê dikin. Bi navê modayê xwestine jinan ji cewhera wê der bixin û bi pêşesaziya modayê bandor bibin.
Hêzên sermayeder dixwazin jinê veguherînin wekî amûreke bazirganiyê. Sîstemên modern jinê ne wekî kesayetek, lê wekî “objeyek” ku divê were firotin an jî were nişandan pênase dikin. Moda li vir dibe amûrek ku cewhera jinê ya kûr vedişêre û wê tenê di çarçoveya “xweşkibûna fîzîkî” de sînor dike. Jin her tim bi qelsiyeke xwerû ya li hember kirînê tê tawanbarkirin, her çend pêwîstiya wê bi tiştê ku dikire nebe jî. Yekser dewletê yekdestkirina nasnameyê bi dewlet û kapîtalîzm bi rêya modeyê “qalibekî standard” ji bo jinê diafirînin. Jinên ku nazewicin ji vê qalibê derkevin neçar dimînin ku li gorî pîvanên ku sîstemên danîne cil û bergan li xwe bikin, ku ev yek cewher û azadiya wan a resen ji destê wan digire. Jinek dikare bifikire ku xemilandina wê tenê rûberî ye û bandorê li ser aqilê wê nake, ku ew dikare azad be tevî şêwaza xwe ya berfireh.
Dûrxistina ji çanda civakî
Cil û bergên ku ji cewher û koka civakê tên wekî cilên neteweyî û çandî, di bin navê modernîzmê de jin tên biçûkxistin. Bi vî awayî jin ji koka xwe ya dîrokî û civakî tê qutkirin û dibe perçeyek ji çanda serfkirinê ya global. Em dikarin bibêjin ku moda jinê ji cewherê wê dûr dixe û moda ne tenê li ser bedewiyê ye. Lê amûreke pergalê ye ku jinê ji hêza wê ya cewherî, aqilî û çandî dûr bixe û wê bike berhemek ku li gorî daxwaza bazarê tê guhertin. Cilên kurdewarî an jî yên herêmî li ser bingeha rehetî, pîrozbahî û sembolên siruştê hatine avakirin. Dema jin van cilan li xwe dike xwe ji standarda bedewiyê ya ku kapîtalîzmê li ser jinê ferz kiriye, rizgar dike.
Kontrola li ser bedena jinê
Di sîstemên dewletparêz de, bedena jinê dibe qadeke siyasî. Çi bi rêya qedexekirina hin cilan be, çi jî bi rêya ferzkirina hin şêwazên modayê be. Dewlet hewil dide kontrola xwe ya li ser civakê bi rêya bedena jinê pêk bîne. Çima di her kilîpeke cil û bergan de bedena jinê didin hemberî Tv yan û rûyê wê bi rêya reklam jinê ji cewher û hebûna wê der dixin. Sîstemên desthilatdariyê di her pirojeyên xwe yên kontrolkirinê de jin dane pêş û hiştine ku ji zihniyetên xwe yên dişibin bedena xwe jê vekişê û li gorî wan bimeşin. Dewletê bi rêya modayê jin ji rola wê ya jintiyê derxist û dixwaze jin li gora sîstemên desthilatdariyê tevbigere. Dewlet û pergalên desthilatdar sîstemên kapîtalîst bi rêya medya civakî hişmendiya modayê ne wekî “tercîhekê” lê wekî pêdiviyekê li ser civakê ferz dikin.
Bandora medya civakî wekî amûreke kontrolê ye
Sîstemên desthilatdar medya civakî bi kar tînin da ku nîqaşên li ser azadî û cewherê jinê beralî bikin ber bi moda û bedewiya fîzîkî ve. Dema jin li ser medya civakî tenê bi modeyê re mijûl bibe, hêza wê ya siyasî û civakî ya cewherî qels dibe. Herwiha keç û jinên ku gelekî bi medya civakî ve hatine girêdan dema ku dewlet bi vî awayî qalibekî yek rengî diafrînin kesên ku li derveyî vê qalibî xwe kêmasî hîs dikin. Bi rêya sosyalmediya, her hefte ji aliyê dewletê ve “trendekî nû” derdikeve. Ev yek dihêle ku jin her tim xwe mecbûr hîs bike ku tiştên nû bikre. Dewletên sermeyedar vê yekê wekî piştgiriya aboriyê dibîne, lê di rastiyê de ev yek cewherê jinê yê afirîner kêm dike û wê dike koleya kirînê.






