Cemîl Xoce
Ji destpêka “pêvajoya aştiyê” ve, dewleta Tirkiyeyê hewl da ku xwe wekî aliyekî ku li aramiyê û bidawîanîna şer digere, nîşan bide. Lê tiştê ku li ser erdê diqewime, çîrokeke bi tevahî cûda vedibêje. Tirkiye ne bi hişmendiya lêgerîna çareseriyê tevdigere, lê bi hişmendiya kirîna demê tevdigere, li benda kêliya guncaw e ku bi awayekî siyasî û leşkerî hemû tiştên ku ji pirsgirêka Kurd mane ji holê rake.
Tevgera Kurd biryarên dîrokî di dîroka xwe de girtin. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwe fesih kir, têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir, hêz ji nav sînoran vekişand û derbasî qonaxa nû ku divê siyasî û demokratîk be, bû. Ev ne gavên biçûk an taktîkî bûn, lê guhertinên dîrokî yên bêhempa bûn.
Lê Dewleta Tirkiyeyê di berdêla wê de çi pêşkêş kiriye?
Hema hema nr tiştek.
Heta niha, tu qanûnên rastîn nehatine derxistin da ku serkeftina pêvajoyê misoger bike. Rêber Ocalan ku sermûzakerevanê sereke ye, zemîneke guncaw jê re nehatiye amadekirin. Ji bo şervanan tu garantiyên qanûnî nînin. Reformên demokratîk nînin. Di zihniyeta ewlehiyê ya ku sedsalek e Tirkiyeyê bi rêve dibe de tu guhertineke rastîn çênebûye. Dewlet bêyî tu tawîzên siyasî, teslîmbûna tevahî dixwaze. Ew dixwaze ku Kurd pêşî çekên xwe deynin û tenê wê hingê ew ê bifikire ka tiştek bide wan an na. Ev bi zelalî eşkere dike ku Tirkiye vê mijarê ne wekî meseleya gel û mafan, lê tenê wekî meseleyeke ewlehiyê dibîne. Heta niha têgeha Tirkiyeya bêteror bi kar tîne. Ev jî nîşaneya nebûna niyeteke baş a çareseriyê ye.
Tiştê herî xeter ew e ku rayedarên Tirk, her çend îdia dikin ku behsa aştiyê dikin jî, bi zimanê gefan diaxivin. Dezgehên medyayê yên alîgirê hikûmetê di handana xwe ya rojane ya li dijî Kurdan de israr dikin. Karbidestên Tirk her roj daxuyaniyên nakok didin, carinan îdia dikin ku pêvajo pêşve diçe û carinan jî gefên hêza leşkerî dixwin. Ev yek nebûna îradeyeke siyasî ya rastîn ji bo çareseriyê nîşan dide.
Devlet Bahçelî bi xwe, yek ji kesayetên neteweperest ên herî radîkal ên Tirkiyeyê, dest bi axaftina li ser pêwîstiya dayîna roleke fermî ji bo Rêber Ocalan di vê pêvajoyê de kiribû. Ev bi tena serê xwe asta krîza ku Dewleta Tirkiyeyê gihaştiyę, eşkere dike. Tirkiye baş dizane ku ew nikare vê pirsgirêkê bi zorê çareser bike, tevî hemû şer, bombebaran, girtîgeh û polîtîkayên ewlehiyê yên ku bi dehsalan berdewam kirine. Lê Erdogan manevrayê didomîne. Ew çareseriyeke demokratîk a rastîn naxwaze, ji ber ku ew dizane ku demokrasî tê wateya bidawîbûna pergala ku li ser bingehê tepeserkirin û kontrola ewlehiyê ye. Ji ber vê yekê, ew hewl dide ku pirsgirêkê bi awayekî bi rêve bibe ku tenê xizmeta berdewamiya desthilatdariya wî bike. Hemû hesabên Erdogan bi paşeroja wî ya siyasî ve girêdayî ne, ne bi paşeroja Tirkiyeyê yan gelê wê. Ew li benda guhertinên herêmî ye, nakokiyên navneteweyî dişopîne û hewl dide ku berî ku gavên cidî bavêje, hevsengiya hêzê ya guherbar bixwîne. Ji ber vê yekê pêvajo tevî hemû pêşketinan cemidî maye.
Tevgera Kurd bi zelalî dibêje ku serdema şer bi dawî bûye û divê çareserî demokratîk be. Lê belê, ew di heman demê de red dike ku bikeve nav xefika kevn a Tirkiyeyê ango hemû kaxizan radestî dewletê bike û dûv re li benda sozên ku qet nayên bicîhanîn bimîne. Ezmûna dîrokî ya Kurdan bi Dewleta Tirkiyeyê re tijî xapandin, darbe û peymanên şikestî ye. Bi dehsalan e ku hikûmetên Tirkiyeyê bi eşkereyî behsa aştiyê kirine, di heman demê de bi dizî girtin, bombebaran û kuştinên bêdaraz pêk anîne. Ji ber vê yekê, tevgera Kurd êdî tenê bi gotinan bawer nake; ew gavên qanûnî yên zelal û garantiyên rastîn dixwaze.
Rêber Ocalan projeyeke bi temamî cuda ji zihniyeta dewletneteweya Tirk pêşkêş kir. Wî behsa “neteweya demokratîk”, jiyana hevbeş û avakirina komareke demokratîk kir ku hemû nasname û çandan nas bike. Di vê navberê de, Dewleta Tirk dîlê zihniyeta înkar û asîmîlasyonê ye ku komar li ser hatiye damezrandin. Pirsgirêka rastîn ne hebûna Kurdan e, lê belê xwezaya rejîma Tirkiyeyê bi xwe ye. Ew rejîmek e ku ji demokrasiyê ditirse, ji ber ku demokrasî dê asta neheqiya ku dewleta nûjen li ser hatiye avakirin eşkere bike. Ji ber vê yekê Tirkiye her daxwazeke Kurdan wekî gefeke ewlehiyê dibîne, her çend ew daxwazeke çandî yan siyasî ya sade be jî.
Îro, tevahiya herêmê diguhere. Şer dîsa nêzîkî Îranê dibe, Sûriye ji bo hemû îhtimalan vekirî dimîne û projeyên navneteweyî li seranserê Rojhilata Navîn ji bo bandorê pêşbaziyê dikin. Di nav van hemûyan de, Tirkiye hewl dide ku bi rêya tevlêbûna şiklî ya “pêvajoya aştiyê”, bêyî ku avahiya xwe ya bingehîn biguherîne, xwe biparêze.
Lê ev siyaset dê zêde dom neke. Aştiya rastîn bi heman zihniyeta ku şer afirandiye, nayê avakirin. Dema ku girtîgeh bi siyasetmedar û muxalifan tijî bin, demokrasî nayê nîqaşkirin. Nabe ku ji tevahiya gel were xwestin ku dev ji hemû amûrên xwe yên hêzê berde, di hemwextî ku dewlet bi xwe jî mafên gel ên bingehîn qebûl nake.
Tirkiye îro ne ewqas li aştiyê digere, lê li çareserkirina krîza xwe ya navxweyî digere. Aştiya rastîn cesareteke siyasî hewce dike ku hîn li Tirkiyê pêk nehatiye.






