Stêrk Mihemed/Qamişlo
Partiyên Kurdî bi civîneke çapemeniyê hilbijartinên Meclisa Gel ku tê de paşguhkirin û berdewamiya polîtîkayên berê tê kirin, red kirin. Herwiha wan diyar kirin ku sînordarkirina temsîliyeta Kurdî bi çar kursiyên lawaz ji nav 210 kursiyan, binpêkirineke eşkere ye û divê mafê wan yê temsîliyeta parlamentoyê ya rastîn ji 40 kursiyan kêmtir nebe.
Partiyên Kurdî, li pêşiya avahiya Daîreya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da çapemeniyê. Partiyên ku daxuyanî dan ev bû: Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Partiya Kesk a Demokrat, Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistan-Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurdî-Sûriyê, Partiya Gel a Kurdî Sûriyê, Partiya Çep a Demokrat Kurdî li Sûriyê, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nujen a Kurdistan, Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê, Partiya Rêkeftina Demokratîk a Sûriyê, Tevgera Çaksaz a Sûriyê, Partiya Roj a Demokratî Kurd li Sûriyê, Partiya Biratî a Kurdistanî, Partiya Nîdal a Demokrat, Partiya Demokrat a Kurdistanî-Rojava, Partiya Kombûna Niştimanî Kurdistan li Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (El Partî), Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk û Şepêla Çavsaz a Sûriyê.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Loqman Ehmê, bi zimanê Erebî jî, ji aliyê Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif bi zimanê Kurdî hat xwendin.
Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Di demekê de ku pêkhateyên Sûriyeyê li bendê ne ku dewleteke hemwelatîbûn û şirîkatîya rastîn ava bikin, sûdê ji ezmûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk di temsîlkirina hemû pêkhateyan de li Rojavaya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin. Li ser vê ezmûnê, pêvajoya damezrandina Sûriyeya pêşerojê dewlemend bikin û rêyeke siyasî ya giştî peyda bikin ku bi dehan salan ji qanûnên nijadperest û guhertina demografîk li dijî gelê Kurd bi dawî bike; ew gelê ku li dijî rejîma hilweşiyayî têkoşiya û di şoreşa Sûriyeyê û şerê li dijî DAIŞ’ê de bi hezaran şehîd û birîndar dan. Piştî hilweşandina rejîma partiya Baas a pûçbûyî, betalkirina wan qanûn û projeyên nijadperest yên li dijî wî, da ku mafên xwe yên rewa vegerîne û rê jê re vebe ku beşdarî avakirina dewleta Sûriyeyê ya nû bibe. Ev rêya pêwîst û dadperwer e ji bo avakirina Sûriyeyê ji nû ve li ser bingehên dadwerî û bidestxistina mafan.
Lêbelê, hikumeta Şamê guh neda van hemû rastiyan, hilbijartinên sexte yên bi navê “Hilbijartinên Civata Gel a Sûriyeyê” ragihandin, ku di rastiyê de ne tiştek e ji bilî pêvajoyeke tayînkirina pûç ku vîna dengdêran lînkiriye û mekanîzmayên tecrîdkirina neteweyî û siyasî ji nû ve hilberandiye. Herwiha projeyên nijadperest li dijî Kurdan teqez dike; Ev yek bi rêya tayînkirina kesekî ji berê de ji “Erebên Xemer” (Kembera Erebî) wekî nûnerê Serêkaniyê li herêma Kurdî pêk hat, di hewldanekê de ji bo tevlîkirina wan di herêmê de wekî ku rewşeke asayî be û ne encama projeyên guhertina demografîk be, ku ev yek teqezkirina li ser niyetên xirab ji aliyê hikûmeta Şamê ve ye.”
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Sînordarkirina temsîliyeta Kurdî bi çar kursiyên lawaz ji nav 210 kursiyên Civata Gel, binpêkirineke eşkere ye li ser rastiyên demografîk û siyasî li ser erdê. Ji ber ku gelê Kurd li Rojavaya Kurdistanê pêkhateyeke resen û dîrokî ye û rêjeya wî ji sedî 20 ji tevahiya nifûsa Sûriyeyê kêmtir nine. Îro bi rêya van tayînkirinên sîstematîk ji dengê xwe yê rastîn û mafê xwe yê hevpar di biryardana niştimanî de bêpar tê hiştin. Li ser vê bingehê, em hêz û partiyên siyasî yên Kurdî teqez dikin ku em van tayînkirinan bi her awayî red dikin. Em mekanîzmaya dabeşkirina niha wekî berdewamiya polîtîkayên qutkirina nijadperest a ku armanca wê windakirina doza Kurdî ye, dihesibînin. Em bi mafê xwe yê temsîliyeta parlamenî ya rastîn ku ji 40 kursiyan kêmtir nebe, ji bo kesên Kurd ên ku doza gelê xwe ya dadperwer dipejirînin wek nûnerên Rojavaya Kurdistanê (Herêma Kurdî) ve girêdayî ne, li gorî rêjeya nifûsa rastîn a pêkhateya Kurd. Herwiha em hişyariyê didin ku qebûlkirina her aliyekî siyasî an civakî ji bo pejirandina van çar kursiyên lawaz, dê bibe mînakeke dîrokî ya pir xeternak. Ji ber ku di pêşerojê de dê li ser vê yekê pişkên pêkhateya Kurd di hemû astên dewletê de werin diyarkirin, mîna postên serwerî, wezaret, saziyên dadwerî û dîplomatîk ku ev yek tê wateya biryara darvekirina siyasî li ser mafên me ji bo nifşên pêşerojê û ew alî dê berpirsiyariya dîrokî ya vê kiryarê li pêşberî gelê Kurd hilgirin.”
Daxuyanî wiha bidawî bû: “Em ji raya giştî re eşkere dikin ku kursiyên hatine dayîn nûnertiya vîna azad a Kurdî nakin. Ji ber tu aliyekî Kurdî xwediyê desthilatdarî û wekaleteke gelêrî nîne ku vê yekê qebûl bike. Û ev yek xizmeta daxwazên gelê Kurd ji bo çespandina mafên xwe li Sûriyeyê nake .Berdewambûna van polîtîkayan, dê tenê bibe sedema kûrkirina krîza Sûriyeyê, derbkirina hewldanên aramiyê û perçekirina tevnahiya civakê. Em, di partiyên siyasî yên Kurdî de, peymana xwe nû dikin ku em ê têkoşîna xwe ya aştiyane û gelêrî, bi hevkariya hemû hêzên demokratîk ên Sûriyeyê re berdewam bikin. Ji bo ferzkirina şirîkatîyeke niştimanî ya rastîn û destûreke nûjen ku mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê nas bike.”






