Ayşa Silêman/ Dêrik
Bi boneya 5’mîn salvegera damezrandina Dicle FM pîrozbahî hat kirin û soza berdewam kirina dengê rastiyê hat dayîn.
Bi boneya 5’mîn salvegera damezrandina Dicle FM pîrozbahî li navenda Dicle a bajarê Dêrikê hat kirin û soza berdewam kirina dengê rastiyê hat dayîn. Di pîrozbahiyê de hemû endam û rêveberên radiyoya Dicle FM amade bûn.
Di derbarî salvegera Dicle FM de xebatkarê radiyoyê Ehmed Hesen ji Rojnameya me re axivî.

‘Radiyoya Dicle bersivek bû ji bo kiryarên dagirkeriyê’
Ehmed Hesen diyar kir ku bi saya şehîdan ew gihiştin asta îro û wiha got: “Di serî de ez salvegera damezrandina Radiyoya Dicle FM li Rêber Apo, li malbatên şehîdan û hemû xebatkarên radiyoya Dicle FM pîroz dikim. Ev radiyo di encama ked û berxwedana van şehîdên ku kêlî bi kêlî ji bo parastina axa vî welatî têkoşiyan û heya ku em gihiştin roja îro. Dema em bal bikşînin li ser navê Dicle ji xwe ev yek diyare ku ji çemê Dicle hatiye, ev çem di dîroka Kurdistanê de çemkî herî navdare û bi taybet di Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe. Avakirina Radiyoyê xwedî girîngiyeke mezin bû di herêmê de, ji bo ravekirina rastî û heqîqetê, bi taybet di pêvajoya avakirina radiyoya Dicle de dewleta Tirka dagirker kêlî bi kêlî ji bo têkbirina destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û sernexistina doza gelê kurd hertim di nav kiryarên dagirkerî û qirkirin de bû. Radiyoya Dicle wek bersivekî bû ji bo ravekirina rastiya ku dagirkerî li Rojavayê Kurdistanê dide meşandin.”
‘Em ê hertim bibin dengê derxistina rastiyê’
Xebatkarê Radiyoya Dicle FM Ehmed Hesen axaftinên xwe wiha domand û got: ” Radiyoya Dicle FM ji bo parvekirina rastiyan karîbû bibe dengê belavkirin û azadiyê, di heman demê de karî bibe dengê gelê berxwedêr ên li Rojavayê Kurdistanê. Dema em bal dikşînin li ser radiyoyê em ne behsa cihekî normal dikin berûvajî wê radiyo dema dest bi weşanekî dike ev yek ji bo belavkirina dengê gelekî ye. Ji bo vê yekê jî di van 5 salên ku derbas bûyîn de radiyoya Dicle karîbû baweriya gel bidest bixwe. Di hema demê de radiyo di bajarê Dêrikê de xwedî cihekî taybet bû ji ber ku cara yekem bû radiyoyek bi vî rengî di hundirê bajarê de vedibe û kêlî bi kêlî di nav gel de bû û ew wek çavkaniya têgihiştin û naskirina heqîqetê dîtin. Em jî wek xebatkarên radiyoyê em ê bi dengê tevahî şehîdên çapemeniya azad ên ku kêlî bi kêlî di nav têkoşînê de bûn heya ku gihiştin asta şehadetê, asta xebatên xwe berdewam bikin û li ser şopa wan bin heya ku em doza gelê kurd misoger bikin.”






