Rojnameya Ronahî

Pêngava “Aştiya bêsînor” bi dawî bû

Meclisa Jinan a Sûriyê pêngava “Aştiya bêsînor” ya ku 21‘ê Îlonê dabû destpêkirin bi serdana gaziyên şer û meşeke meşeleyî bi dawî kir.

Meclisa Jinan a Sûriyê pêngava xwe ya “Aştiya bêsînor” ya ku 21‘ê Îlonê de bi boneya Roja Aştiya Cîhanê dabû destpêkirin bi dawî kir. Şandeyek Meclisa Jinên Sûriyê serdana Mala Gaziyên Şer a li gundê Hîmo ya bajarê Qamişlo kir, paşê meşeke meşeleyî li dar xist.

Jinan gurzên gulan, mûm û alên Meclisa Jinan a Sûriyê hilgirtibûn ji çerxerêya Cotkaran a taxa Enteriyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve meşiya. Li wir deqeyek rêz girtin û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Piştre berî dan parka “Drîm Land” a li taxa Erbewiyê û li wir şahiyeke hate lidarxistin.