Ayşa Silêman/ Dêrik
Bi pêşengtiya YPJ’ê şêniyên bajarê Dêrikê bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ’ê Ne, YPJ’ê Hebûna Me Ye’ ji bo piştgiriya hêzên YPJ’ê meşek li darxistin.
Bi pêşengtiya YPJ’ê şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên girêdayî wê bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ’ê Ne, YPJ’ê Hebûna Me Ye’ ji bo piştgiriya hêzên YPJ’ê meşek li darxistin. Di meşê de hemû endam û rêveberên saziyan jî amadebûn.
Meş ji qada azadî bi siloganên ‘Bijî Berxwedana YPJ‘ê’ dest pê kir û li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîng.
Di destpêka mîtîngê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Di berdewamiya mîtîngê de li ser navê Kongira Star Wefa Elî axivî û wiha got: “Meşa meya îro ji bo piştgiriya YPJ’ê ye ji ber ku bingeha hemû rêxistinên jinan YPJ’ê ye. Her wiha şoreşa me bi şoreşa jinê tê naskirin ji ber ku vê jina qehreman bi hezaran bedêlên giran da ji bo parastina axa vî welatî. Em ê heya dawiya li pişta şervanên xwe bin, yên ku rûmeta vî gelî parastin û axa vî welatî ji destê DAIŞ derxitin hêza me bûn. Berî 14 salan çeteyên herî qirêj berê xwe dan welatên me û tu dewletî nikarî rê li ber wan bigre lê hêzên YPJ’ê bi lehengî navên xwe di dîrokê de nivîsandin û DAIŞ şikandin. Îro jî bi mîrasa hezarên şehîdan em gihiştin roja îro, lewma heya yek jin heya di destûrê de newê qebûl kirin em ê li kolanan bin û li ser biyan bin. Ji ber ku neqebûlkirina jinekî tê wateya ne qebûl kirina hemû gelê kurd. Em doza xwe bernadin heya ku mafê me misoger bibe û ked û têkoşîna me bibe berhem û bikeve dîrokê de.”
Meş jî bi silogana YPJ’ê rûmeta me ye, em ê xwedî li rûmeta xwe derkevin’ bi dawî bû.







