Betûl Resûl
Zimanê dayikê ne tenê rêzek ji peyvan e… Zimanê dayikê ruhê neteweyekê ye, bîranînên bav û kalan in, û dengê dayikekê ye ku yekem car navê te bi evîn gotiye. ew mala yekem e ku di hundirê mede dimîne heta dawiya jiyanê. Û ew awayê yekem e ku me femkir evîn, tirs, û kêfxweşî çiye?. Her gel ku zimanê xwe ji dest bide, hêdi hêdî nasnameya xwe ji ji dest dide. Em bi zimanê dayikê hest dikin, digrin, dikenin û xewnên xwe avadikin. Ew ne tenê rêyek ji axaftinê ye, belki ew cihê yekem e ku hestên me lê çêdibin û di zarokatiyê de di dilê me de cih digire, heta dawiya jiyanê bi mere dimîne. Lê mixabin, îro gelek kes ji zimanê xwe dûr dikevin û wisa dikin ku ew tiştekî biçûk û kêmtir qîmet dibînin. Hinek kes bawer dikin ku pêşketin tenê bi zimanên biyanî dibe, lê ji bîr dikin ku mirov bê zimanê xwe wek dareke bê reh dimîne, ku bê bingeh, hêdî hêdî hêza xwe winda dike. Dema ku em zimanê xwe pîroz nekin, zarokên me dê hêdî hêdî ji çand û nasnameyên xwe dûr bikevin. Bi demê re, stranên kevn, çîrokên bav û kalên me, gotinên pêşiyan û bîranînên neteweyî dê bi demê re were ji bîr kirin û winda kirin. Ji ber vê yekê parastina zimanê dayikê ne tenê erkê nivîskar û mamosteyan e… lê erkê tevahiya civakê ye: malbat, dibistan, medyayê, û her kesê ku hestek rast a girêdanê çand û rûmeta xwe heye. Divê em zarokên xwe bi wê rastiyê mezin bikin ku axaftina bi zimanê xwe ne qelsî ye, belkî nîşana hêzê, nasname û rûmet e ji ber ku netewe bi zimanê xwe dimîne sax. Em dikarin gelek ziman fêr bibin, bê guman ev tiştekî pir xweş û pêşketî ye. Lê divê em qet j i zimanê xwe dûr nekevin û şerm nekin. Zimanê dayikê nirxê rastiyê ya mirov diyar dike, ew dengê dilê me ye ku b i wê e m xwe nas dikin û b i wê e m b i cîhanê r e girêdayî dimînin. Kesê ku zimanê xwe j i bîr bike an jî jê dûr bikeve, hêdî hêdî parçeyek ji ruhê xwe winda dike… wek ku ronahî ji hundirê wî kêm bibe û bêdengiya xerîbiyê li dilê wî cih bigire. Di dawiyê de, mirov dikare hemû zimanên cîhanê fêr bibe, lê zimanek tenê heye ku bê werger dikare dilê wî bihejîne… ewe zimanê dayikê ye. Ji ber vê yekê, parastina zimanê dayikê ne tenê erke, belkî rûmet û evînek e ku divê her kes di dilê xwe de biparêze. Ger em bixwazin civakeke bihêz û hişyar ava bikin, divê em ji zimanê xwe dest pê bikin. Ji ber ku neteweyek bê ziman, wek stêrka bê ronahî ye… nikare ronahiyê bide cîhanê..






