Solîn Mihemed/ Qamişlo
Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku mayîna komên çopê di nava kolanan de wê bibe sedema belavbûna nexweşiyan û bnag li şaredariyê kirin ku vê pirsgirêkê di zûtirîn dem de çareser bike.
Li kolanên bajarê Qamişlo pirsgirêka çopê careke din derketiye hole, komên çopê li kolan û rêgehên sereke û nêzî dibistanan tên dîtin. Ji ber wê jî Jwelatî gazinan dikin û bang li şaredariyê dikin ku çop di nava taxan de nemîne.
Vekşîna kompaniya Arvîon ji paqijiya kolanan
Di meha Gulana 2026’an de, piştî vekşîna kompaniya Arvîon ji dosyaya berhevkirin û veguhestina çopê, krîzake paqijiyê li bajarê Qamişlo derket holê. Kompaniyê di dawiya sala 2025’an de ji Şaredariya Gel ev beş wergirtibû.
Di derbarê belavbûna çopê li kolanên Qamişlo welatiyên bajêr ji Rojnameya me re axivîn.

‘Li her deverê komên çopê tê dîtin’
Welatiyê bi navê Şahîn Ehmed diyar kir ku di vê dema dawî de gelek çop li kolanan çêbûye û wiha got: “Ev 10 roj in erebeyên paqijiyê li kolana me ne geriyan ne. Ev yek bû sedem ku gelek qirêjî û çop li kolanan bên komkirin û bêhnên nexweş jê derdikevin, helbet ev yek bandoreke neyînî li ser hem mirov û hem jî jîngehê çêdike eger destwerdan neyê kirin. Ez hêvî dikim ku şaredarî di zûtirîn dem de vê mijarê çareser bike.”
‘Mayîna çopê li kolanan wê bibe sedema belavbûna nexweşiyan’
Welatiyê bi navê Sêf Behrî jî anî ziman ku ew bi hêvî ye ku şaredarî li ser vê pirsgirêkê bisekine û wiha got: “Karê şaredariyê lawaz bûye ji aliyê paqijkirina kolanan û avêtina çopê ve. Îro ev qirêjî hem nexweşiyan tîne û hem jî
wêneyên bajêr xirab dike. Divê şaredarî li her kolanekê çopdankan deyîne, da ku welatî qirêjiya xwe li kolanan kom nekin.”
Agahiyên li ser şaredariyê
Beşê Paqijiyê yê Şaredariya Qamişlo piştî vekşîna Arvîon ji 13’ê Gulanê de dest bi paqijiya kolanan kiriye. Herwiha şaredarî bi hemû şiyana xwe hewil dide ku valahiya kampanyayê dagire û kolanên sereke û taxan paqij bike.
Şaredariyê ji ber valahiya di dema wergirtina kar ji şirketê de çêbûyî û kombûna çopê de rexnedayîn da gelê Qamişloyê û diyar kir ku dê di 10 rojan de pirsgirêkên heyî çareser bike.






