Ronahî Sadûn/Qamişlo
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Silêman Ereb eşkere kir ku serdan wan a li Şamê berhemdar bû ji ber ku rêbazên diyalogê di navbera wan û hikumeta demkî de xurt kir û got, “Xalên girîng ên hatin nîqaşkirin, tekezî li ser çareserkirina bilez hate kirin.”
Ji bo nîqaşkirina pêşketinên dawî yên li Sûriyê û pêşvebirina pêkanîna peymana 29’ê Çileyê, şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) roja Çarşemê 13’ê Gulanê serdana Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya hikumeta demkî li Şamê kir. Ji xwe di 21’ê Nîsanê 2026’an de jî şandeyek siyasî ji hikumeta demkî ya Sûriyê hatibû Qamişlo û bi PYD’ê, Kongra Star û çend partiyên din re hevdîtin kiribûn.
Şande ji hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, hevserokên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Sema Bekdaş û Silêman Ereb, endamên Meclisa Giştî ya PYD’ê Sureya Mustafa û Hesen Ebdullah pêk dihatin. Herwiha ew ji aliyê rêveberê beşa karûbarên siyasî Ebas Husên û hejmarek endamên Sekreteriya Giştî ve hatin pêşwazîkirin.
Derbarê serdanê de, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Silêman Ereb ji Rojnameya me re axivî.

‘Pêşketinên siyasî hatin nîqaşkirin’
Silêman Ereb diyar kir ku di hevdîtinê de pêşketinên siyasî hatin nîqaşkirin û wiha got: “Di hevdîtinê de ji bilî nîqaşkirina mekanîzmayên ji bo xurtkirina diyaloga siyasî di qonaxa niha de, bi awayekî ku bibe alîkar ji bo bidestxistina aramî û têgihîştinê di navbera hêzên cûda yên Sûriyê de, hemû pêşketinên siyasî yên heyî li Sûriyê û herêmê hatin nirxandin.”
‘Gelek nîqaşên girîng hatin kirin’
Silêman Ereb eşkere kir ku serdan li ser daxwaza wan pêk hat û wiha bilêv kir: “Serdan li ser daxwaza Partiya Yekîtiya Demokrat, piştî civîna dawî ya li Qamişlo pêk hat. Ev serdan berhemdar bû û gelek mijarên girîng hatin nîqaşkirin, wekî rewşa siyasî, qonaxa veguhêz a ku Sûriye tê re derbas dibe, bi taybetî mijara girtiyan û girîngiya lezandina valakirina girtîgehan bi tevahî û bidawîkirina vê mijarê. Herwiha nîqaş li ser mijara vegera koçberan, bi destxistina ewlehî û aramiyê li herêmên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî hatin kirin. Di heman demê de dosyayên têkildarî beşdarbûna di pêvajoya veguhêz di Sûriya nû de û gelek dosyayên din, wekî tekez li ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê Kurdî, naskirina fermî ya wê û bawernameyan, rastiya perwerdehiyê li herêmên Kurdî û herêmên Rêveberiya Xweser jî, hatin nîqaşkirin.”
‘Misogerkirina mafên Kurdan di destûrê de’
Silêman Ereb di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku li ser biryarnameya 13’an axaftin hat kirin û wiha anî ziman: “Di hevdîtinê de axaftin li ser biryarnameya 13’an a ku bi taybetmendiyên Kurdan li Sûriyê ve girêdayî ye, hat kirin. Di heman demê de girîngiya misogerkirina mafên neteweyî û çandî yên gelê Kurd di destûrê de, di çarçoveya Sûriyeke demokratîk û pirralî de ku mafên hemû Sûriyan diparêze, hat tekez kirin.”
‘Partiyên Kurdî xwedî roleke bi bandor in’
Silêman Ereb li ser partiyên siyasî û rola wan di Sûriyê de wiha got: “Li Sûriyê ji bo partî û rêxistinên siyasî, qanûnek tune ye. Lê li herêmên Kurdî, partiyên Kurdî xwedî roleke bi bandor, bingeheke gelêrî û giraniyeke gelêrî ne. Divê ew wekî rastiyek li Sûriyê werin çareserkirin, li ser vê bingehê, peyman werin bicîhanîn, nemaze peymana 29’ê Çileyê û amadekariyên qonaxa veguhêz werin kirin.”
Silêman Ereb wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dawiya serdanê de, girîngiya danûstandin, pevguhertina nêrînan û hevkariyê ji bo cîbicîkirina peymanan û rêxistina meseleyan bi awayekî ku xizmeta berjewendiya giştî ya hemû Sûriyan bike, hatin tekez kirin.”






