Navenda Nûçeyan
Afrîqa yek ji kevintirîn parzemînên cîhanê ye û bi parzemîna reş tê naskirin. Ew piştî Asya duyemîn parzemîna herî mezin e ji aliyê nifûsê ve. Afrîqa xwedî gelek çavkaniyên xwezayî û hêza mirovî ye. Lê tevî wê jî gelek welatên wê hîn jî bi xizanî, kêmbûna pêşketinê û pirsgirêkên civakî re rûbirû ne.
Afrîqayê yek ji kevintirîn û cihêrengtirîn parzemînên cîhanê ji hêla xwezaya dewlemend, çand û çavkaniyan ve. Gelek caran wekî “Parzemîna reş” tê binavkirin, ew ji hêla nifûsa xwe ve piştî Asyayê parzemîna duyemîne. Tevî çavkaniyên wê yên xwezayî û mirovî yên berfireh, asta wê yên aborî, siyasî û civakî hîn dûrî derfetan e ku bikaribe bibe hêzeke cîhanî ya bi bandor.
Cihê wê yê erdinîgarî
Parzemîna Afrîqayê di naveresta parzemînên Cîhana Kevin de ye. Li bakur bi Deryaya Spî, li rojava bi Okyanûsa Atlantîk, li bakur bi Kanala Siwêsê (ku wê bi Asyayê ve girêdide), li bakur-rojhilat bi Deryaya Sor û li başûr-rojhilat û rojhilat bi Okyanûsa Hindî ve tê sînorkirin.
Ew duyemîn parzemîna herî mezin a cîhanê ye, rûbera wê zêdetirê 30 milyon kîlometre çargoşeyî derbas dike. Xwedî 54 welatên taybetmendiyên hevparin, lê ew ji hêla rûber, nifûs û çavkaniyên aborî ve ji hev cuda ne.
Cezayîr mezintrîn welatên parzemînê ye bi rûbera 2 milyon û 381 hezar û 741 kîlometre çargoşeyî, piştre jî bi rûbera 1 milyon û 865 hezar û 813 kîlometre çargoşeyî Sûdan tê.
Avhewaya parzemînê di navbera avhewayên tropîkal û jêrqutbî dihewîne, herwiha ew di navbera herêmên hişkesalî li bakur û deştên Savanayê yên ku barana zêde li beşên navîn û başûr dibare, de ye. Di heman demê de deştên berfireh li deverên nêzîkî peravan hene. Cûdahiya di erdnîgariyê de di cûrbecûra şînatiyan, dewlemdiya sewalkarî û ajalên kovî de, diyar dibe.
Dîroka parzemîna Afrîqayê
Gelek şîrovekirinên li ser navê parzemînê hene û ji hev cuda ne. Hin kes dibêjin ku eslê wê ji Fenîqî ye, ji Afar e, ku tê wateya tozê (Xubar). Yên din jî dibêjin ku eslê wê ji Amazîxî ye, ji Îfrî, Îfran û Afêr e, ku tê wateya şikeftê (Kehif). Şîrovekirinek sêyemîn destnîşan dike ku navê wê ji Îfrîqîs, yek ji padîşahên kevnar ên Yemenê yên “Tebabîa”, hatiye girtin.
Gelek lêkolînerên anthropology, parzemîna Afrîqayê wekî yek ji kevintirîn herêmên niştecihbûnê yên li ser erdê dibînin, di nîvê sedsala 20’an de, kolandin û delîlên hebûna mirovan li ser vê parzemînê ku dîroka wan vedigere deh hezaran salan hatin keşifkirin. Gelek şaristaniyên cûda li wir hatin avakirin, bi taybetî yên Romayê û Yewnanî.
Di dawiya sedsala 19’an ji aliyên Ewropayê ve hat dagirkrin û piraniya welatên wê “kolonîze kirin”. Piraniya dewlemendî û xezîneyên wê talan kirin, wêranî û hilwişandin hat kirin û gelek ji xelkê wê wek koleyan birin, da ku bên kirîn û firotin herwiha ew wekî kelûpelan di rêya Okyanûsa Atlantîk re birin “Cîhana Nû” li Amerîkayê.
Paşê Ewropiyan ew di nav xwe de parve kirin, Fransa, Spanya û Îtalyayê Bakurê Afrîkayê kontrol kirin, di heman demê de Brîtanyayê kontrola xwe li ser herêma başûrê Afrîqayê xurt kir.
Parzemîna Afrîaqayê piştî nîvê sedsala 20’an ji nû ve dest bi xilasbûna ji kolonyalîst kir, lê hin welatên wê ketin nav pevçûnên herêmî an etnîkî, ji kolonyalîzmê derbasî pergal û rêjîmên leşkerî bûn. Parzemînê di navbera destpêka salên 1960’î û dawiya salên 1980’ê de, zêdetirî 70 darbeyan dît herwiha 13 serokên wê hatin kuştin.
Piştî ku welatên parzemînê serxwebûna xwe ji kolonyalîzmê bi dest xistin, ji ber hilwişandinê ew neçar man ku bi rêya peymanên ku çarenûsa wan kontrol dikirin, xwe ji nû ve bi kolonyalîstên xwe ve girêbidin.
Hejmara nifûsê
Li gorî daneyên Worldometer ên li ser bingeha texmînên Neteweyên Yekbûyî, nifûsa Afrîqayê di 12’ê Gulana 2026’an de gihaştiye nêzîkî 1.58 milyarî.
Pispor texmîn dikin ku nifûsa parzemînê dê heta sala 2050’î bigihêje 2 milyar û nîv. Niha nifûsa Afrîqayê ji sedî 19,9 nifûsa giştî ya cîhanê pêk tîne.
Tê payîn ku nifûsa cîhanê di sala 2050’î de bigihîje (9,664) milyarî, ev jî li gorî nifûsa cîhanê ya 8,231 milyarî a di sala 2025’an de, 1,432 milyar kes zêdetir e.
Li gorî belavbûna nifûsa cîhanê di sala 2050’î de li gorî parzemînan, tê payîn ku Afrîqa ji sedî 25,5 ji nifûsa cîhanê temsîl bike.
Niştecihên parzemînê ji etnîkeyên cuda ne, ku piraniya wan ji sedî 70’ê yên çerm reşin û Maxoliyê ku li koma giravên başûrê rojhilatê parzemînê kom bûye. Qefqasî li Bakurê Afrîqayê di nav Ereb û Amazîxiyan de û li Qiloçê Afrîqayê kom bûye herwiha Eqzam ku niştecihên resen ên başûrê Afrîkayê ne.
Ziman
Hin lêkolîn nîşan didin ku niştecihên Afrîqayê zêdetirî du hezar zimanên xwecihî an herêmî diaxivin, ku hemû di bin şeş malbatên bingehîn ên ziman de ne, di nav wan de zimanên Afro-Asyayî (Hamito-Samî) hene, ku li Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê, Qiloçê Afrîkayê û hin deverên herêma Peravê belav in.
Zimanê Zincî li rojava, başûr û naveresta Afrîqayê tê axaftin, di heman demê de zimanê Sûdanî ji hêla afrîqiyê li herêma Nîla Jorîn ve tê axaftin. Zimanê Polonez ê Malayo ji hêla gelên Maxolî ve tê axaftin. Zimanê Tuyî San jî ji hêla Eqzaman ve tê axaftin. Wekî din hin zimanên ku bi rêya bazirganiyê pêş ketine, wekê zimanê Peravî li rojhilatê Afrîqayê û Hûsa li rojavayê Afrîqayê. Erebî li zêdetirî 12 welatên Afrîkî zimanekî fermî ye.
Gelê Afrîqayê bi piranî Xiristiyan e ji sedî 45, piştre Îslam ji sedî 40 û bi dehan olên Wsenî û eşîrî yên herêmî tên.
Aborî
Parzemîna Afrîqayê xwedî beşek mezin ji hilberîna cîhanî ya hin madeyên xav ên mineral (Meden) û çandiniyê ye, aboriya wê li ser çandinî, bazirganî, pîşesazî, geştiyariyê û çavkaniyên mirovî yên mezin e, lê ew ji ber nekarîna wê ya baş bikaranîna çavkaniyên xwe, bi piranî lawaz e. Di heman demê de beşek mezin ji nifûsa wê ji nifûsa her parzemînek din zêdetir ji xizaniyê dikişîne, gelek welatên wê neçar mane ku madeyên xav an kelûpelên sereke ji bo bidestxistina pereyê biyanî hinarde bikin.
Afrîka xezîneyeke rastîn a dewlemendiya cîhanê ye. Ji sedî 30 çavkaniyên madenî yên cîhanê lê heye, di nav de hîdrokarbon, meden û kevirên nirx buha, krom, boksît, kobalt, uranyûm, lîtyûm, manganez, komir û hêmanên erdê yên bêhempa. Ev hemû di nav rûbereke giştî ya bi qasî 30,37 milyon kîlometreçargoşeyî de ne (nêzîkî du qat ji Rûsyayê mezintir û di avhewayeke germtir de), ku bi saya cihê wê yê erdnîgarî, xwedî erdeke berhemdar e kare xwarina hemû gelê Afrîqiya peyda dike. Wekî din Afrîqayê kare bighêje rêyên veguhastinê yên cîhanî yên rasterast, nemaze yên okyanosyan.
Afrîqayê kakao, qurenful, dendikên xurmê, fasûliyên vanîlya û kasava, herwiha moz, qehwe, fîsteq, pembû, lastîk, şekir û çayê di heman demê de ajala û masiyan hinardedike.
Nîjer welatê herî mezin ji hêla hejmara şêniyan e di heman demê de hilbirînerê sereke yê petrola Afrîqî û aboriya herî mezin a parzemînê ye, bi rêjeyek herêmî ku di sala 2013’an gihaşt 510 milyar dolarî. Lêbelê, ev yek di asta jiyana piraniya gelê Nîjeryayê nîşan neda, hem jî ne di binesaziya welêt de xuya bûye.
Geştiyarî
Tevî pirsgirêkên parzemînê, lê ew ji ber çavkaniyên xwezayî yên balkêş û xweş, di nav de park, daristan û çiya yek ji cihên geştiyariyê yên girîng do cîhanê de dimîne. Di nava deverên geştiyariyê yên herî navdar li parzemînê Perestgeha Maasai Mara li Kenyayê, Şelalên Victoria li Zimbaboyê û Zambiyayê, Îhramatê Misrê û bajarê Djînî li Maliyê hene.
Birçîbûn û nexweşî
Gelek welatên Afrîqayê ji ber birçîbûn, germbûna gerdûnî, pevçûnên ji bo desthilatdariyê û şerên navxweyî ji gelek êş kişandin. Somaliyê, Esiyobiyayê û welatên Peravê di salên 1780’an de birçîbûna herî dijwar jiyan kirin. Di sala 1738’an de, nîvê gelê Malî ku bi navê (Timbuktu) dihat nasîn, jiyana xwe ji dest dan. Herwiha Misir di navbera salên 1687 û 1731’an de şeş caran birçîbûn dît.
Sûdan jî, di destpêka sedsala 9’an de para xwe ya birçîbûn dît, ku ev yek ji sedemên hilweşandina rejîma Serokê wê Cafer Nîmeyrî li Xartûmê bû.
Herêma Perava a Afrîqayê di sala 2010’an de, bi taybetî li Nîjer û Afrîqaya Rojava, ji ber ziwabûn û kêmbûna xwarinê, yek ji xirabtirîn birçîbûnên li parzemînê re rû bi rû ma. Di Tîrmeha 2011’an de, li Qiloçê Afrîqayê bi hezaran kesan li Somaliyê û welatên cîran ji ber ziwabûneke giran jiyana xwe ji dest dan.
Di nav nexweşiyên herî xeterna ên ku bandorê li parzemînê dikin de nexweşiya Îdiz herwiha kolera (nexweşiyeke bakterî ya ku bandorê li pergala helandinê dike) di heman demê de Malarya û Ebola hene.
Yekîtiya Afrîqayê
Yekîtiya Afrîqayê di 9’ê Tîrmeha 2002’an de, wekî alternatîfek ji bo Rêxistina Yekîtiya Afrîkayê, bi îlhama tecrûbeya Yekîtiya Ewropayê û bi armanca yekkirina nerînên siyasî û aborî yên welatên parzemînê û hêsankirina entegrasyonê di navbera wan de, hate damezrandin, lê gelek caran di çareserkirina pirsgirêk û krîzên siyasî û aborî yên di navbera welatên Yekîtiyê de têk çûye.
Meclisa Giştî ya Yekîtiyê, ku ji serokên dewletên endam an nûnerên hikûmetên wan pêk tê, ku desteya herî bilind a biryardanê ye herwiha perspektîf û helwestên wê diyar dike, piştî wê jî ji hêla girîngiyê Parlamentoya Afrîqayê tê.
Afrîqa di sala 2026’an de
Peymangeha Almanî ya Lêkolînên Cîhanî û Herêmî (GIGA), ya girêdayî Peymangeha Leibniz a li Hamburgê ye, raporek li ser çawaniya ketina Afrîqa ji bo sala 2026’an weşand. Rapor ji hêla Tevin Tafese û Profesor Christian Soest, serokê ofîsa Policy Exchange û Berlînê li GIGA-yê ve hatiye amadekirin.
Rapora ji Peymangeha Almanî ya Lêkolînên Cîhanî û Herêmî GIGA nîşan dide ku parzemîna Afrîqayê di nav zêdebûna pirsgirêkên siyasî, ewlehî û aborî de dikeve sala 2026’an, di çarçoveya berdewamiya rejîmên demdirêj, zêdebûna xwepêşandanên gel, krîzên darayî û pevçûnên çekdarî.
Di raporê de hat destnîşan kirin ku çend serokên Afrîqayê hewl didin ku bi rêya hilbijartinên ku bi baldarî têne şopandin, di desthilatdariyê de bimînin, wekî ku li Uganda, Cîbûtî û Komara Demokratîk a Kongoyê tê dîtin. Di heman demê de, xetereyên darbeyan û aloziyên siyasî ji ber rêveberiya qels, rêjeyên bilind ên xizaniyê û newekheviyê zêde dibin.
Li eniya ewlehiyê, serhildanên çekdarî berdewam dikin ku ji herêma Peravê wêdetir berfireh bibin, ligel zêdebûna pevçûnên cudaxwaz û zextên avhewayê ku bêîstîqrariya li seranserê parzemînê zêde dikin.
Ji hêla aborî ve, welatên Afrîqayê bi krîzek deynan a aloz û zehmetiyên di refînansekirinê de, digel kêmbûna nirxên diravî û zêdebûna zextên darayî re rû bi rû ne. Çend welat jî hewl didin ku ji medenên stratejîk û hişê çêkirî AI sûdê bigrin, tevî binesaziya qels û pirsgirêkên teknolojîk
Herwiha di raorê de behsa guhertinên jeopolîtîk ên li Afrîqayê kir û diyar kir ku kêmbûna bandora Fransayê û têkiliyên aloz bi Rojava re derî ji bo hevkariyên berfireh bi Çîn, Rûsya û welatên Kendavê re vedike, di demekê de ku welatên Afrîqî hewl didin di navbera hêzên navneteweyî yên cûrbecûr hevsengiyê bidest bixe.
Raporê tekez kir ku pêşeroja aramiya li Afrîqayê bi baştirkirina rêveberiya hilbijartinê, xurtkirina rêveberiyê, çareserkirina krîzên deynan û avakirina helwestek yekgirtî ya Afrîqî li ser pirsgirêkên teknolojiyê û reformên navneteweyî ve girêdayî ye.






