Argêş Gewda
Bi hatina desthilatdariya rejîma Baas ku 8’ê Adara 1963’an de hat ser desthilatdariyê gelek êş û zext hatin jiyankirin. Bi derxistine kembera Erebî mal û milkên gelên ku ji dervê Ereban dest danîn li ser û di heman demê de jî mafên wan yên mirovî hemû dest wan hatin girtin. Bi hişmendîya nijadperestî ya ku bi “Yek al, yek ziman, yek netew” hevîyên civakên ku sed salan bi hevre jîyan dikirin hatin şikandin. Nenaskirina Kurdan û bênasname hiştina gele ku rêjeya %/15 ji welatiyên herêmê pêktên, bo sedema hejandina textê wan yên desthiladarîyê. Di wê mijarê de, di sala 2011’an û şûnda, bi serhildanên gel û nerazîbûnên pêkhate û gelên ku derve hatibûn hiştin li Rojhilata Navîn bi taybet jî, li Sûriyê serdemek nû hat destpêkirin. Li gorî wan pêşveçûnan jî, nûve dizayna herêmê pêşket. Bi paradigmaya Netewên Demokratîk ya bi peşengtiya Rêber Abdullah Ocalan ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala xwe ya jiyanî da avakirin. Bi komînan bigire, heya dibistanan bi xebatên jiyanî jî hemû aliyên jîyanî yekpar û bi rengê pêkhateyên herêmê dihatin jiyankirin.
Di taybet sala 2024 û 2025’an de sal û serdemekê nû ji bo Rojhilata Navîn taybet bi Sûriyê hat jiyankirin. Piştî têkçûyina Rejîma Baas ne tenê desthiladarî hat gûhertin di heman demê de jî hişmendîya nijadperest ya Ereb bi rêbazekê nû xwe dubare kir. Hatina HTŞ’ê û serokê hikûmeta Demkî ya Şamê Ehmed El Şeraa li ser deshiladariya nû ji bo gelê Sûriyê qeyran û kerasetekê mezin dan destpêkirin. Ji ber ku çawa Rejîma Baas bi destê Rûsya û Îranê dihat rêvebirin, di heman demê de jî, ew rêbaz bi destê dewleta Tirk ji destwerdana Sûriyê û Şamê hat dîtin. Ji ber kesên ku Ehmed Şeraa yanî binavê din Ebû Mihemmed Colanî anîn li ser desthiladariyê erk û peywîra wî berê da jî da bûn xuyakirin. Ji qelena hîn kiryaran giran e. Ji ber çeteyên girêdayi HTŞ’ê pêşerojên xwe zêde ne zelal û paqij bûn. Bi qetlîama ku li ser gelê Elewî û Dûrzî anîn di heman demê de jî êrîşên li ser bajarên ku kurd tê de jiyan dikirin Şehba, Heleb, Minbic hwd. Di dawîyê de jî bi gurkirina Tirkan we êrîşkirina li ser bajarên Rojavayê Kurdistanê armanca wan bingehîn diyar bû. Ji ber ku dijminahiya ziman û mafê gelê Kurd di dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî de pêşiya xwe vekirin û di encamda jî kampa koçberên Efrînê li Şehba di dawiyê de jî, li Helebê jî dagirkerî pêkanîn. Di armanca wan êrîşan hemûyan jî ew bû ku jiyana ku hevpar hatibû avakirin ya ku bibû modela Rojhilat Navîn astengkirina wê bû. Di wê pêngavê jî her ku dihat payin rewşa gelên ku Sûriyê de baştir bib e, lê berovajî wê xerabtir bû. Bi hatina HTŞ’ê we xezanî, zext, qirkirin li zêdetir bû. Li gorî wan pêşveçûnan dihat hevî kirin ku piştî peymana 10’ê Adarê ya 2025‘an û 8’ê Çileya 2026‘an de li gorî rihe Entegrasyona Demokratîk bi rêbazekê demokratîk Kurd tevlî zagona Sûriyê ya nû bibin. Li gorî wê jî hem QSD’ê hem jî nûnerên Rêveberiya Xweser gelek ked û hewildan kirin. Ji bona ew jiyana hevpar bê parastin û hem jî aramiya ku li di navbera civakên Sûriyê de bê parastin. Lê hem ji destwerdana Tirkiyê ji aliyekê jî, hişmendiya HTŞ’ê ya tundrew nema hişt ku ew yek pêk bê. Her ku diçe ew metirsî berdewam dik e. Hema bêje hemû rayedarên hikûmeta Şamê rojane tên Rojavayê Kurdistanê di nav nijadperestiya Erebî ya hişmendiya olî dixwazin gelê Rojavayê Kurdistanê tevlî hikûmeta Şamê bib e.
Ew yek ne gengaze, pêk were ku heya mafên Kurdan yên weke zimanê dayikî û deskeftiyên jiyanî neyên parastin. Di xwezaya hebûne de, mijara herî girîng ziman e û mirov li ser koka xwe şîn dib e. Tikes nikare Kurd bike Ereb, Ereb bik e Tirk. Her civak û pêkhate li ser taybetmendî û piroziyên xwe hen e. Lê mixabin taybet jî ji bona Kurdan ew yek weke heram an jî qedexe tê dîtin. Ew Sed salin ku Kurdan ji bona zimanê xwe bi azad biaxivin û bê naskirin ew qas ked û bedel dan e. Di demên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê bajarê Hesekê, li Dadgeha Mezin ya bajêr li ser tabloya hatibû daliqandin de, dû ziman hat dîtin. Raste, lê ne Kurdî, erebî û Ingilizî. Gelo li Rojavayê Kurdistanê Ingilîz hene? An jî bajarên Kurdan li Ewropa ne. Ne hejmara Sûriyê rêjeya herî bilind weke me jor jî anî li ser ziman Kurd lê dijîn. Lê nivîsa Kurdî qedexe ye, ya bi zimanê Ingilîzî tê nivîsandin. Ji ber nivîsa tabloyekê wêdetir e. Naxwazin Kurd bibin xwediyê deskeftiyan naxwazin Kurd di dengê wan jî derkeve. Dibêjin bila “Bila Kurd dîya xwe nebîne.” Lê Kurd jî dibêjin em xwediyê wê axê ne, em ê zimanê xwe yê dayikî bi azad biaxivin. Entegrasyona ku bi rihê Banga Aşitî û Civaka Demokratîk hat pêşxistin tenê bi rêya ku Kurd Sûriyekê nûda cihê xwe bigirin re pêkan e.






