Remezan Olçen
Ji bo gelekî ku axa wî hatiye dabeşkirin û zimanê wî bi dehan salan di bin sîbera qedexeyan de maye, çîrok, stran, lorîk û metelok ne tenê amûrên hunerî ne; ew kelehên dawî yên parastina nasnameyê ne. Di sedsala dawî de ku polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û tunekirinê li ser gelê Kurd hatine meşandin, berhevkariya zargotinê wekî çalakiyeke pîroz a berxwedanê ye. Divê em wisa bibînin û giringiyê bidinê.
Ez çend hefte ne lis er zargotinê dinivîsim. Ji ber ku zargotin, bîra kolektîf a civakê ye. Kurdan ji ber ku fersenda perwerde û sazkirina arşîvên fermî yên bi zimanê xwe nedîtine, dîrok û çanda xwe di serî de bi rêya dengbêj, çîrokbêj û pîrejenan parastiye. Dema ku pirtûkên Kurdî hatin şewitandin û tîpên Kurdî hatin qedexekirin, bîra zargotinî mîna pirtûkxaneyeke zindî ya di bin erdê de kar kir. Îcar di wextekî welê de ku hîn jî serdest dixwazin bi fen û fûtan siyaseta xw eya asîmîlasyonê bimeşînin, xwedîderkerina li ziman û zargotin, xwedîderketina li xwe û hebûna xwe ye.
Ji evînên mîna Mem û Zîn û Siyabend û Xecê bigire heta destanên qehremaniyê yên mîna Dimdim û Dewrêşê Evdî, her berhemek zargotinî di heman demê de belgeyeke sîyasî û dîrokî ye. Ev berhem rûyê rastî yê sedsalên borî, êş, şahî û felsefeya jiyanê ya Kurdan vediguhezînin nifşên nû. Ji ber vê yekê, berhevkariya zargotinê ne tenê karê tomarkirina çend stranan e; ew parastina koka darê ye ku nahêle ba û bagerên asîmîlasyonê wê rakin.
Polîtîkayên înkarê yên dewletên serdest tenê bi qedexekirina ziman bi sînor neman; wan xwest ku şopên çanda Kurdî jî bikin malê xwe û wan asîmîle bikin. Gelek stran, çîrok û metelokên Kurdî hatin wergerandin û mîna ku milkê çandên din bin hatin nîşandan. Di vê xalê de, giringiya berhevkariyê dertê holê. Berhevkarî, xwedîpêsketina li keda sedsalan e.
Em ji sedsal û demên bihurî zêdetir rûbirûyê metirsiyeke nû ne. Ev jî modernîzma pergala serdest û windabûn-jidestdana nifşê kevn e. Kal û pîrên me yên ku ev xezîne di sîngê xwe de parastine, yek bi yek koça dawî dikin. Li gel wan, ferhenga zindî ya zimanê Kurdî jî diçe bin axê. Heke îro ciwan û lêkolînerên Kurd neçin gund bi gund, mal bi mal û wan çîrok, peyv, navên gihayan, urf û adetên ku nehatine nivîsandin tomar nekin, polîtîkayên înkarê yên sedsalî dê bi rêya vê valahiya modernîzmê bigihêjin armanca xwe.
Zargotin materyalê herî dewlemend ê hunera nûjen e. Sînemaya Kurdî, şanoya Kurdî û wêjeya nûjen a Kurdî, çi qasî xwe ji rûbara zargotinê av bidin, ew qasî dibin xwedî nasnameyeke xweser û gerdûnî. Zimanê ku di nava lîstikên zarokan, metelokên pîrejenan û kilamên dengbêjan de dijî, di heman demê de zimanê herî pak û resen e ku ferhenga me dewlemend dike.
Îcar li vir karekî dikeve ser milê her xemxwirê zimanê Kurdî. Ew jî karê berhevkariyê ye. Erê lazim e bi rêk û pêk be. Bi tasnîfkirin û danaberhev be. Lê divê em ji bîr nekin ku berhevkariya zargotinê ne tenê karê çend akademîsyen an saziyan e. Ew erka her rewşenbîr, ciwan û welatparêzekî Kurd e. Divê her telefon bibe amûreke tomarkirinê û her mal bibe navendeke arşîvê.
Zimanê ku bi dehan salan di bin zexta înkarê de bi ser piyan ma, îro bi rêya berhevkariyê dikare bibe bingeha jiyana nûjen. Ji bîr nekin, parastina zargotinê, parastina xeta herî pêş a berxwedana çandî ye. Heta ku çîrokên me li ser zimanê zarokan bin, dê hebûna me jî her hebe.






