Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zindawerên Çand û Hunera Kurdî

17/05/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Zindawerên Çand û Hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

Hunermenda şoreşger û pêşenga efsanewî

Hozan Mizgîn;  xwedana dengê xweş, nûnera hunera şoreşgerî, pêşenga azadiya jinê “.

Di rûpelên dîroka Kurda de jinên Kurd ne tenê şahidên karesat û tekoşînan bûn, hertim di rêzên herî pêş de cih di girtin, ala û xewn jî hildigirtin û bi hêstir û berxwedana xwe destanên lehengî û fedakariyê diafirandin.

Ji demên kevnar heta roja me, jinên nemir derketine holê ku şopên xwe yên nayên jêbirin di hiş û wijdana neteweyî ya Kurdî de hiştine; wekî Rendê Xan, Meryem Xan, Eyşe Şan û Hozan Mizgîn, yên ku bûne sembolên tekoşînê, azadiyê û hunera resen.

Ev jin bi zext, çewisandin, polîtîkayên înkar û pişaFtinê re rû bi rû man, lê teslîm nebûn. Berevajî wê, êş kirin stran, azar kirin berxwedan û hesret kirin welatek ku di dil û awazan de vedijî.

Di nav wan dengên nemir de, navê hunermenda şoreşger a şehîd Hozan Mizgîn derdikeve pêş, ku bû sembola hunera şoreşgerî ya Kurdî û dengekî ku heta niha jî li çiyayên Kurdistanê û bîranîna gelê wê de deng vedide.

Hozan Mizgîn ji stranbêjekê an jî hunermendekê zêdetir bû; ew ruhêke şoreşger a têkûz bû û dengekî ji bo Kurdatiyê û evîna kûr a azadî û welat diqêriya, dengê wê germahiya çiyayan û sekna şervanan di xwe de dihewand û stranên wê coş û hêvî di dilê gelê Kurdistanê yê çar parçeyan de diafirandin û herwiha cesaret û îradeya li dijî dijwariyan û dijminan nîşan didan.

Di 11’ê Gulanê de, salvegera şehadeta hunermend û pêşenga Kurd Hozan Mizgîn tê bîranîn, ew jina ku ji cîhana hunerê ber bi asta efsaneya tekoşînê ve bilind bû, û piştî koça  xwe ya dawî weke semboleke zindewar a jina azad û hunera pabenîdar ma.

Hunermenda Kurd Xurbet Aydin, ya ku bi navê “Hozan Mizgîn” tê naskirin, di sala 1962’an de li gundê Bilayderê yê girêdayî bajarê Batmanê li Bakurê Kurdistanê, ji dayîk û bavek Kurd hat dinyayê, ji salên xwe yên ciwaniyê yên destpêkê ve, wê mezinahiya trajediya ku gelê  wê tê de dijiya fam kir, zû peşdariya pêvajoya têkoşîna neteweyî bû.

Di sala 1980’an de bi rêya şehîd Mezlûm Doxan tevlî tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û piştî wê li herêma Batmanê tevlî çalakiyên rêxistinî û siyasî dibe û dibe yekemîn jina Kurd ji wê herêmê ku tevlî nava refên tevgera şoreşgerî dibe.

Piştre bi komek hevalên xwe re çû Akademiya Mehsûm Qorqemaz li Lubnanê û li wir perwerdeya bîrdozî û leşkerî dît û bi pêşengên tevgerê re hevdîtin kir û li wir kesayetiya wê ya şoreşgerî û hunerî bi awayekî kûrtir û pêşketîtir ava bû.

Di sala 1983’an de, bi hevrêtiya şehîd Sefqan re hate şandin bo Ewropayê bi armanca rêxitinkirina çalakiyên çandî û hunerî di nav revendên Kurd ên li derveyî welat de.

Li wir, ew di damezrandina hin saziyên girîng ên hunerî û çandî de beşdarî kir, ji wan yên herî girîng Akademiya Hunerê “HUNERKOM” bû ,herwiha, wê di damezrandina “Koma Berxwedan” de jî rolek girîng lîst, ya ku paşê bû yek ji dibistanên sereke yên hunera şoreşgerî ya Kurdî.

Wê bi dengê xwe yê şîrîn û xurt, pîrozbahiyên Newrozê û helkeftên netewî û niştimanî pîroz dikir, wê ji bo welat, ji bo dayika Kurd, ji bo şehîdan, ji bo şoreşgeran û ji bo çiyayên ku hertim sembola azadî û berxwedanê bûne stran digotin.

Ji stranên wê yên şoreşgerî yên herî diyar û nemir ev in:

1- Lo hevalno

2- Hoy Çemê Hêzil

3- Gundîno Hawar

4- Heval Egîd

5- Dayê

6- Şoreşker

7- Newroz Cejnek Hêjayê

8- Welatê Min

9- Şêrê Kurdan

10- Partîzan

11- Delalê

12- Mekê Gazin

13- Batmane Batmane.

Her wiha wê gelek stranên şoreşgerî yên hevpar (duetên stranbêjiyê) bi hunermendên mezin ên Koma Berxwedan re pêşkêşkir , wek (Şehîd Sefqan, Xelîl Xemgîn û Seydxan), lewra ev berhem bûne parçeyekî bingehîn ji bîranîna hunera kurdî ya şoreşgerî re.

Di sala 1989’an de li bajarê Dêrikê yê Rojava li gel şehîd Ceger min ew nas kir û berê wê li deverên şer ên germ ên li çiyayên Kurdistanê bû.

Wê demê bi aramiya xwe ya mezin û rihê rêhevaltiya xwe ya mînak dihat naskirin û di nîşaneyên wê de baweriyek kûr bi azadî û têkoşînê diyar bû.

Di sala 1990’an de, Hozan Mizgîn berê xwe da çiyayên Kurdistanê, û gihişte rêhevalên rêya xwe yên şoreşger, wê çeka şehîd Bêrîvan hilgirt û soza ku dabû wê bi cî anî, li wir, ew bû rêvebera herêma Gêrzanê, û di rêxistinkirina çalakiyên gelêrî û pêşxistina hunera şoreşger de rolek girîng lîst, berî ku paşê berê xwe bide herêma Tetwanê li Bakurê Kurdistanê.

Wêneya Mizgînê ku di destekî de çek û di destê din de tembûr digire, wêneya zindî ya wateya hunera berxwedanê bû, ji bo wê, huner ne tenê şehyanek an straneke derbasbûyî bû, lê beşek ji şerê hebûnê, nasnameyê û azadiyê bû.

Di 11’ê Gulana 1992’an de Hozan Mizgîn di şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirk û gerîlayan de gihişt asta şehadetê, bi laşê xwe ji me dûr ket, lê dengê wê ,hê jî zindî maye di bîra milyonan ji gelê Kurd de.

Hozan Mizgîn karîbû muzîka Kurdî û xeta jina azad di heman demê de bi hev ve girê bide, herwiha karîbû hevrêzîyek çêbike di navbera huner û tekoşînê, û di navbera sadebûna mirovahî û ruhê şoreşê de.

Wê ji bo Kurdistanê û xwezaya wê ya bedew, ji bo jin û azadiyê û ji bo têkoşerên ku bi xwîna xwe destanên lehengî û fedekariyê afirandine, stran gotine.

Tevî ku pitir ji sî û çar salan di ser şehadeta wê re derbas bûye, lê dîsan jî deng û awazên wê yên şoreşgerî di wijdanê Kurdî de zindî mane û herwiha stranên wê jî di helkeftên netewî û şoreşgerî de, wek beşek ji nasnameya çanda Kurdî ya hevdem tên gotin.

Pêşeng û hunermend Hozan Mizgîn şehîd bû, lê wê mîraseke mezin a hunerî, çandî û tekoşerî li pey xwe hişt, ew bû çavkaniya îlhama nifşên nû yên hunermend û têkoşerên jin, wê bi cesaret û baweriya xwe ya kûr a azadiyê rê li ber bi hezaran jinan vekir ku di rêyên têkoşîna çandî, şoreşgerî û leşkerî de bimeşin.

Têkoşera Kurd Mizgîn ji nav me bar kir, lê dengê wê hê jî di hiş û bîra me de zindî maye, ew bi laşê xwe ji me dûr ket, lê mîrateyek dewlemend ji stranên xwe yên şoreşgerî û neteweyî yên bedew ku wê bi Kurdî û Tirkî distirand, ji me re hişt.

Bi huner û lehengiya xwe, ew bû çavkaniya îlhamê ji bo her kesê ku dilê xwe daye azadiyê ,wê zanî çawa bikeve dilê milyonan mirovan, bi wê hevrêziya  bêhempa afirandî di navbera bedewiyê û exlaq de, û di navbera hunerê û ruhê şoreşgerî de .

Hozan Mizgîn dê bimîne yek ji damezrînerên rastîn ên hunera şoreşgerî ya resen a kurdî û dengekî nemir ku çîroka gelên ku dest ji xeyala xwe ya azadî û rûmetê bernedan vedibêje.

Ji giyanê wê yê pak re rûmet û mandarî, ji têkoşînê û mîrasa wê ya şoreşgerî, hunerî û çandî  re mayînde û domdarî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.